'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin' 2020-08-12 09:03:22 WAN - Parêzera OHD'î Sevda Aydin, ji bo Peymana Stenbolê ku AKP dixwazê wê ji holê rabike got: "Di vî warî de tekane tişta ku divê em bikin, em bi tu awayî tawîzê nedin hikûmetê."    Îqtidara AKP'ê ev demeke ji bo Peymana Stenbolê ji holê rabike ketiya nava liv û tevgeran. Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Sevda Aydin, destnîşan kir ku bêyî tawîzdanê divê ji bo Peymana Stenbolê bênavber bitêkoşin.    JI HÊZA JINAN DITIRSIN    Aydin got: "Hin kes dibêjin îqtidar pir tengijiye loma êrîşkar bûye û hin kes jî dibêjin ji bo ku derdora xwe konsolîde bike peyman daye ber nîqaşan. Lê divê ev bê gotin; jixwe ji roja ku hikûmeta AKP'ê hatiye polîtîkayên wê di vî warî de bûn. Gava em lê mêze dikin, ji gotinên wê yî der barê jinan de bigirin heya nêzîkatiya wê ya ji bo cinayetên jinan ev yek xwe dide der. Gava qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin ewilî saziyên jinan girtin. Aktivîstên jinan û aktivîstên TJA'yê ji ber xebatên xwe yên der barê jinan de hatin girtin. Loma bawer nakim ku polîtîkayên AKP'ê guherîbin. Jixwe AKP ev bû. AKP, bi zanebûnî vê yekê tercîh dike. AKP, ji hêza jinê û têkoşîna wê ditirse. Ji ber ku ditirse jî dixwaze peymanê fesix bike."    Aydin, bal kişand ser şîroveyên derdora hikûmetê yên der barê peymanê de jî û got, peyman şidetê naafirîne, di xwe de polîtîkayên pêşîlêgirtina şideta li ser jinan û zarokan dihewîne. Her wiha Aydin, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê tenê ne peymaneke li dijî şidetê ye, bi awayekî giştî wekhevîya zayendî jî di xwe de dihewîne. Aydin got: "Heger hûn rabin di warê aborî de jinê bi tenê bihêlin an jî pergala perwerdehiyê tenê ji bo mêran sererast bikin û bi van mufredatan zarokan mezinb bikin, helbet piştî wextekê wê şideta li hmberî jinê, zemîna şidetê û daneyên şidetê zêde bibin. Zêdebûna şidetê bi tu awayî ne girêdayî peymanê ye. Ji ber ku peyman pêk nayê û ji ber polîtîkayên hikûmetê ye. Ên dibêjin ji be rpeymanê şidet zêde bûye, ew kes in ku peymanê naxwazin. Bi vî awayî hem ew hem jî çapemniya hewzê der barê Peymana Stenbolê de bîrbiriyeke şaş diafirînin. A rast sedema zêdebûna şidetê polîtîkayên îqtidarê ne."    ‘CINAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN'    Aydin, destnîşan kir ku çawa ji devê wezîran an jî parlementerekî îqtidarê peyveke neyînî dertê, ev yek di civakê de jî dibe sedema bandoreke neyînî û got: "Ji roja ku Peymana Stenbolê ketiye rojevê hema bibêje her roj jineke tê kuştin an jî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Cinayetên jinan polîtîk in û şidet xwe dispêre polîtîkayên dewletê. Jiholêrakirina vê peymanê tê wateya 'A rast ez li cem şidet li jinê tê kirin û cinayetên tên kirin cih digirim.' Bi vî awayî şideta li hemberî jinê û cinayetên jinan jî zêde dibin. Wê di 13'ê tebaxê de ji Peymana Stenboê biryar bê girtin. Heger biryareke neyînê bê girtin, ev tê wateya 'em pêşiya vê şidetê vedikin.' Wê ev yek di civakê de bibe cihê sedemine pir tirsnak ku vegera wan tuneye. Di vî warî de tekane tişta ku divê em bikin, em bi tu awayî tawîzê nedin hikûmetê. Divê em nîşan bidin canekî me yê ku em bidin êdî tuneye, bi tu awayî em naxwazin ew biryar di alyeha me de be."