ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e 2020-07-26 12:57:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokên Giştî yê ESP'ê Beycan Taşkiran, binçavkirina 9 jinên ku Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş jî di navde ne, şermezar kir û got: "Binçavkirin êrîşa li dijî nasnameya jina azad e. Em bang dikin ku her kes li dijî vê êrîşê li ber xwe bidin û ji bo pêşerojek azad û bi rûmet dakevin qadan."    Cîgira Hevserokên Giştîya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, binçavkirina Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Hatice Denîz Aktaş, endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgi Bahçeci, Tanya Kara, Ebru Yîgît û Hevseroka HDP'ê ya Edremitê Sevgi Ozdem şermezar kir. Taşkiran, bi rêya telefonê beşdarî Medya Haberê bû û bertek nîşanî operasyona binçavkirina jinan da. Taşkiran, anî ziman ku binçavkirin li dijî jinên li qadan li ber xwe didin pêk hatiye û got: "Binçavkirin êrîşa li dijî nasnameya jina azad e. Em bang dikin ku her kes li dijî vê êrîşê li ber xwe bidin û ji bo pêşerojek azad û bi rûmet dakevin qadan. Em bang li her kesî dikin ku bertekên xwe li qadan bînin ziman. Jin bi hevre bi hêz in. Em dê li her qadê jiyanê xwe bi rêxistin bikin."