Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin 2020-07-25 13:45:09   QAMIŞLO - Jinên Ciwan ên PYD'ê, bi armanca pêşxistina rêxistina jinên ciwan û danasîna erk û misyona wê ya di nava şoreşê de, yekemîn konferansa xwe li dar xistin.     Jinên Ciwan ên PYD'ê bi dirûşmeya "Rêxistinbûyina jinên ciwan di bin ronahiya felsefeya rêbertî de gihaştina Sûriyeke demokratîk e" li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê girêdayî Kantona Qamişloyê, duh Yekemîn Konferansa xwe li dar xistin. Konferans li Sendîkeya kedkaran bi beşdarbûna 150 deleyegî ji herêma Cizîr, Kobanê, Efrîn û mêvanên amade, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Jina di PYD de pêk hat. Jinên ciwan hola konferansê bi alên Jinên Ciwanên PYD, Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên jinên têkoşer yên komkujiya Helincê xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) Foza Yûsif, axaftin kir.    DIVÊ YÊ HERÎ ZÊDE VÊ ŞOREŞÊ BIPARÊZIN JINÊN CIWAN BIN   Foza Yûsif, di destpêka axaftina de wiha got: “Bi wesîleya ku ev konferans bibe bingeha pêşxistina jinên ciwan em vê konferansê li tevahî jinan  pîroz dikin. Bê guman şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa ciwana ye. Jinên ciwan kedeke herî mezin nava vê şoreşê de dane û tê de jî xwedî erk û misyon bûn. Pêwîst e yên herî zêde nirxên vê  şoreşê biparêzin jinên ciwan bin.  Ji ber ku jin derfetên  pêşveçûna azadiyê derxistine. Mirov dikare bêje herî zêde ji bo ciwan di nava civakeke azad de xwe bi rêxistin bikin, pêwîst e xwedî hêz û berpirsiyar bin. Tevî êrîşên ku ser me hatine kirin jî paradîgmaya me dikarîbû xwe bispêre fikirekî azad. Fikrê ciwan fikrekî nû ye kevneşopiya kevin qebûl nake. Fikrekî  dikare pêşerojeke azad ava bike."   'DIŞMINÊ ME DIXWAZIN ŞOREŞA ME TÊK BIBIN'    Foza Yûsif,  bal kişand ser kirîza heyî  û di nav de jî hedefgirtina jinên ciwan ji aliyê hêzên desthilatdar ve û wiha pê de çû: "Di nava vê kirîza ku niha em tê de derbas dibin, hêza ciwan dikare bibe bersiva wê. Li ser gelê me êrîşeke mezin tê kirin. Heya niha jinên temen ciwan tên kuştin û hedefgirtin. Dijminên me dixwazin şoreşa me têk bibin û ciwana  weke sîlahekî dijber li hember şoreşê bidin bikaranîn. Dixwazin keda mirovan  bi rengekî herî xerab têk bibin û îradeya me bişkînin. Em rastiya dijminên xwe baş nas bikin, em ê bikarin van êrîşan vala derbixin. Divê em li hember wê têkoşîn bikin. Dijmin dixwazin herêma me li hember hev bidin şerkirin û taybet ev yek ser jinan tê meşandin. Pêwist e em projeya netewa demokratîk biparêzin. Weke hereketa jinen ciwan pêwist e pêşeng bin ji bo tevahî jinan.  Ji pirsgirêkên jinên ciwan re bibin bersiv û jiyana xerab ser xwe qebûl nekin. Pêwist e em jiyana rast ji jinan re re biafirînin."   Piştî axaftina vekerinê perpesktîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê rêxistina jinên ciwan de û pêşengtiya wan ji şoreşê re hatin xwendin. Disa rapora jinên ciwanên PYD'ê hat xwendin û nîqaş ser hat kirin. Li ser rewşa rêxistinî jî nîqaşên têr û tijî derbarê jinên ciwanên PYD'ê de hatin kirin.    Jinan li ser kar û xebatê jinên ciwan sînevisyonek pêşkêş kir. Paşê jî  Meclîsa Jinên ciwanên PYD ji 13 kesan hat hilbijartin. Biryarên girîng hatin dayin.   Biryar wiha ne:   *Ji bo Abdullah Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên mîna semîner, civîn, xwendina pirtûkan bên kirin.    *Têkoşîna li dijî tundî, kuştin, zewaca di temenê biçûk de ew ê bidome.   *Li hemberî rêbazên şerê taybet ên ku ciwanan û jinên ciwan hedef digire ew ê têkoşîn dewam bike.    *Ew ê têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk bidome.    *Ji bo parastina welatê xwe û civaka xwe jinên ciwan bi awayekî aktîv wê tevlî nav refê YPJ’ê bên kirin. Di heman demê de komîteyên parastina cewherî ew ê bê avakirin.   *Ji bo jinên ciwan di aliyê siyasî de xwedî nêrîn bin û di nav xebatên PYD’ê de wekî îrada cih bigrin pêwîste her di nav tekoşînê de bin.   *Ji bo jinên ciwan werin zane kirin û hişyar kirin bi rêbazên cûr bi cûr jinên ciwan ew ê di nava xebatên perwerdeyê de cih bigirin.   *Jinên ciwan bi rêbazên spor, çand bi rêxistin kirin û girîngî dayina rengê jinên ciwan di nava aktîvîteyên spor û çand û hunerê de ew ê cihên xwe bigirin.   *Ji bo birêxistinkirina xebatê ragihandinê ji bo vê komîteyê, ragihandin ew ê bê avakirin.   *Ji bo piratikirina sîstema netewa demokratîk jinên ciwan rolê pêşeng ew ê bileyize.   *Pirojeyên Aborî ew ê bên pêşxistin,  ji bo jinên ciwan bi karibin bibin xwedî kesayetên serbixwe û di nav hilberinê de cihê xwe bigirin ew ê li ser pêşxistina aboriyê bê sekinandin.   *Jinên ciwan pêwîste xwe li her derê rêxistin bike.   *Jinên ciwan yê PYD'ê pêwîste giştî kar û xebatên xwe di bingeha şerê gelê şoeşgerî de rêxistin bike.   *Ji pêkanîna van biryaran rêveberiya jinên ciwan berpisyar in.