Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin 2020-07-23 09:55:28   ENQERE - Jinên li Stenbolê ku me têkildarî Peymana Îstanbul mîkrofon dirêjî wan kirin, bertekên xwe li dijî niqaşa betalkirinê anîn ziman û xwestin peyman neyê betalkirin. Jinan li dijberî betalkirinê xwestin peymanê bê kêmasî têxin meriyetê.    Hikûmeta AKP'ê dixwaze Peymana Îstanbul betal bike. Li dijî betalkirina peymanê bertek û nerazibûnên jinan zêde dibin. Jinên li Stenbolê ku me têkildarî Peymana Îstanbul mîkrofon dirêjî wan kirin, bertekên xwe li dijî niqaşa betalkirinê anîn ziman û xwestin peyman neyê betalkirin. Jinan li dijberî betalkirinê xwestin peymanê bê kêmasî têxin meriyetê. Li Kizilayê jinên bertekên xwe anîn ziman, xwestin peymanê pêk bînin û betal nekin.    HER GAVA DAVÊJIN LI DIJÎ JINÊ YE    Li Qada Ataturk jina bi navê Sila Arslan, bertek nîşanî bûyerêt tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan da û wiha got: "Ji ber ku di meha Remezanê de min etek li xwe kiribû ez hatim tacîzkirin. Mêrekî li cem polîsan peyv ji min re kirin. Ez wekî jinekê ne azad im. Ji vê rêveberiyê ne kêfxweş im. Cezayê tên dayîn, rê li pêş tundiya mêr nagire. Ger ku ceza têr bihata dayîn, dê Pinar Gultekin winda nekirina û ne kuştina. Mixabin li vî welatî navê jinê tune ye. Ne heq û ne jî hiqûq heye."    ÇIMA RADIKIN?    Li Kizilayê Sakarya Makbule Kizilkaya ya 70 salî anî ziman ku jin bi gelek xerabiyan re rû bi rû dimînin. Zarok bê dayîk dimînin. Kesên vê yekê rawestîne tune qey? Divê ji tundiyê re bêjin bes e û peymanê ranekin.    Jinek din Tenzile Unver jî anî ziman ku ger ev peyman ji bo mafê jinan be divê neyê rakirin. Figen Yuksel jî bertek nîşanî niqaşa betalkirina Peymana Îstanbul da û wiha got: "Em jin ne alîgirin ku ev peyman bê betalkirin. Li şûna betal dkin bila li gorî peymanê gavan bavêjin. Tundiya li ser jin û zarokan her roj zêd edibe. Divê meclîs berî her tiştî rê li pêş tundiya jinê bigire. Em dixwazin mêrên sucdar bi awayekî giran bên cezakirin. Em bang li hikûmetê dikin ku peymanê paşve nekişînin û tundiyê rawestînin."    Şêwirmenda Malbatê Eda Duran jî anî ziman ku piştî tundiya li ser jinan tundiya li ser zarokan ji pêş dikeve û wiha got: "Qeyrana aborî rê li pêş tundiyê vedike. Divê berî ku ceza bike perwerde bike. Bi taybetî li saziyên dewletê, li şaredarî û malbatan zilam û bav perwerde bike. Em li her kesî bi çavê hezkirinê binerin. Tundî ne çareserî ye."    WELAT PAŞVE DIÇI   Welatî Mercan Eskî jî anî ziman ku dema derdikevin derve bi fikar in û wiha got: "Dibe ku em hemû rastî vê tundiyê bên. Her roj tundî zêde dibe. Divê peymanên ku jinan diparêzin neyên rakirin. Mêr serbest dikare derkeve derve, lê jin nikare azad derkeve derve."    Welatî Cennet Çakmak jî anî ziman ku agahiya wê ji Peymana Îstanbul tune û wiha got: "Ger ku ev peyman ji bo jinê bi fêde be divê neyê rakirin. Welatê me her ku diçe paşve diçe. "    Welatî Rabia Betul Gul jî da zanîn ku roj bi roj tundî, tacîz û tecawiz zêde dibe û got: "Gelek tacîz û tecawizê ku em nizanin hene. Ez bi edaleta li welat bawer nabim. Edalet baweriyê nade min. Yên tecawizî jinê dikin û tên berdan hene.    Mamosteya ku bi heqê xwe mamostetiyê dike Derya Bektaş  jî anî ziman ku civak di aliyê derûnî de di rewşek xerab de ye û got: "Bingeha vê tundiyê heye. Divê em vê yekê çareser bikin. Ez naxwazim Peymana Îstanbul bê rakirin."