Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye 2020-07-18 09:12:45 STENBOL - Jinên li dijî nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê di çalakiyê dene, diyar kirin ku Peymana Stenbolê misogeriya jiyana wane û gotin: “Li gorî daxwazan, dê wisan bi rehetî dê neyê rakirin.” Piştî ku Peymana Stenbolê ji aliyê Nûman Kûrtûlmûş ê AKP’î ve hat hedefgirtin, nîqaşên dest pê kirin dewam dikin. Di heman demê de çalakiyên rêxistinên jinan ên li dijî helwesta desthilatdariyê belav dikbin. Endamên Piştevaniya Jinan a Çilpîne û FemînAmfî, di heftiya derbas bûyê de li dijî tundiya jinê, kuştin û rakirina Peymana Stenbolê, Miduriyeta Xebatên Malbatî û Xizmeta Civakî ya Bajêr dagir kiribû û çalakî li dar xistibûn. Jin dûre hatibûn binçavkirin û serbest berdan.    ‘EM BÊDENGIYA WEZARETÊ QEBÛL NAKIN’   Ji jinên çalakî pêk anîn û endama Piştevaniya Jinan a Çilpîne Tulay Korkutan, diyar kir ku tundiya dewleta zilam li tevahiya cîhanê belav bûye û wiha bertek nîşan da: “Îro li dijî beden û destkeftiyên jinan êrîş hene. Mûxatabê van hemû kirînan Wezareta Malbatê ye. Ji ber vê me li dijî Miduriyeta Xebatên Malbatî û Xizmeta Civakî ya Bajêr çalakî li dar xist. Em bêdengiya wezaretê qebûl nakin. Ji ber vê em rexne dikin û emê vê bêdengiyê qebûl nekin.   ‘RÊ LI BER ZILAMAN VEDIKIN’   Korkutan, anî ziman ku Peymana Stenbolê misogeriya jiyana wane û wiha got: “Bi girtin û binçavkirinan, dixwazin jinên li dijî tundiyê derdikevin û temînata jiyana xwe dixwazin çav tirsandî bikin. Peymana Stenbolê jinan diparêze û xwedî girîngiyek mezine. Çawan ku AKP’ê ev peyman bi cih ne anî, wisan jî dixwaze paşve bikêşe. Yanî vê peyamê dide zilaman, ‘Hûn a pêwîst bikin, emê jî Peymana Stenbolê rabikin.’Bi vê dixwazin rê li ber zilaman vekin. Rêxistinên jinan jî li dijî vê têloşîna xwe mezin dikin. Em li dijî hemû polîtîkayên tên jiyîn dibêjin ‘Êdî bese.’ Wisan bi rehetî dê nekarin Peymana Stenbolê rabikin. Em ê destûrê nedin vê. Peymana Stenbolê teminata jiyana me ye.”    ‘DIXWAZIN JINA HEPSÎ MALÊ BÛYE AVA BIKIN’   Endama FemînAmfî Tuana Oztuncer a di çalakiya dagirkirinê de cih girt jî, wiha axivî: “Di saya têkoşîna jinan de Peymana Stenbolê hat qebûlkirin. Wisan bi rehetî nehatiye îmzekirin. Êdî ji bo AKP’ê bûye mijara gefê. Ji ber vê dixwaze rake. Bi rakirina peymanê dixwazin jina hepsî malê bûye ava bikin. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Êdî em naxwazin bi komkujiyan, em dixwazin bi xeyalên xwe bên bibîranîn. Îro tevgereke jinê ya pir xurt heye. Wisan bi hêsanî dê enkarin peymanê paşve bikêşin.”    TEVGERA JINAN DI ASTA HÊVÎ AVAKIRINÊ DEYE   Oztuncer, dest nîşan kir ku gevgera jinan di asta hêvî dayînê deye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê li Tirkiyeyê, li her devera cîhanê heman rewş heye. Ji çiqasê têbikoşin, wê ewqasê qezenc bikin. Ji xwe cuda tu şansekê me ya din tuneye. Ji ber vê ez banga mezinkirina têkoşînê li tevahiya jinan dikim.”    MA / Semra Turan