Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e 2020-07-18 09:12:01 ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku çi dema ku desthilatdarî Peymana Stenbolê rabike, wê tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û got: “Rakirina Peymana Stenbolê cinayet e.” Peymana Stenbolê ku yek ji pêngavên herî sereke ya di hiqûqê de mafê jinê diparêze û pêşiya tundiya jinê digire, di hedefa desthilatdariyê deye. Beşên mûhafizekar ên nêzî desthilatdariyê îdîa dikin ku Peymana Stenbolê “Hevgirtina malbatê dixe talûkê” û ji ber vê dixwazin bê guhertin. Serokê AKP’ê yê Giştî Tayîp Erdogan, têkildarî peymanê got ku ewê li ser peymanê bixebitin, di ber çavan re derbas bikin û ger gel bixwaze ewê rabikin. Bertekên li dijî rakirina Peymana Stenbolê dewam dikin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bertek nişana daxwaza rakirina peymanê da û got: “Ji roja ku ev peyman hatiye îmzekirin, heya îro bi tu awayî nehat bi cih anîn. Ji ber vê tundiya li dijî jinan zêdetir bû.”    Kemalbay, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze di şexsê jinê de teşe bide civakê û wiha axivî: “Li gorî daxwaza xwe hewl dide, bi jina meqbûl re civaka meqbûl ava bike. Ji ber vê bi her awayî êrîşî maf û azadiya jinê dikin. Desthilatdarî dixwaze têkildarî Peymana Stenbolê pêşnûmeya qanûnek nû bîne Meclîsê. Her roj herî kêm 3 jin jiyana xwe ji dest didin. Ligel vê yekê jî, rakirina  Peymana Stenbolê cînayete.     ‘DIXWAZIN TECAWÎZKARÊN ZAROKAN XILAS BIKIN’   Kemalbay, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Peymana Stenbolê, di heman demê de pêşîlegirtina îstîmara zayendî ya zarokane jî. Hîna jî dibin navê zewaca olî de zarok tên îstîsmarkirin. Ji ber ku jin li dijî îstîsmarkirina zarokan derdikevin di hedefê dene. Ji bo ku tecawîzkarên zarokan ji girtîgehan derbixin û wan xilas bikin, dixwazin Peymana Stenbolê ji holê rakin.”    ‘EMÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Kemalbay, dest nîşan kir ku ger wekheviya zayendî bê pêşxistin, divê li gorî hiqûq û qanûnan be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vê, em bi hemû jinan re tên gelhev û li dijî feraseta gefa li ser Peymana Stenbolê derdikevin. Em ê heya dawiyê, li kolanan û di Meclîsê de dengê xwe bilind bikin.”   MA / Esra Solîn Dal