HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin 2020-07-18 09:11:14 MÊRSÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, derbarê hevdîtina sibe li bajêr bê lidarxistin de diyar kir ku ewê li dijî êrîşên li ser jinan helwesteke hevpar nîşan bidin û hemû jin vexwendin hevdîtinê.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) wê di çarçoveya kompanya “Têkoşîna Jinan Li Her Deriyê” de li navenda Mêrsînê hevdîtina jinan li dar bixe. Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, hemû jin vexwendin hevdîtina jinan a sibe saet 17.00’an li Parka Zarokê Azad bê lidarxistin.    LI DIJÎ ÊRÎŞAN HELWESTA HEVPAR   Şofer, diyar kir ku ew dixwazin li dijî êrîşna helwesta xwe ya hevpar nîşan bidin û wiha axivî: “Di demên dawî de li dijî jinan, êrîş, binçavkirin zext û tundî pir zêde bûye. Dîsa qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin, qanûna infaza cezayê guhertin, zarokên tên îstîsmar kirin, jin tên qetilkirinû tundiyek li dijî jinê pir zêde bûye. Emê li dijî van hemûyan bên gelhev û bertekên xwe biqîrîn. Wê parlamenterêm me jî tevlî vê hevdîtina me bibin. Di hevdîtinê de emê maf û pirsgirêkên xwe di kursiya xemrî de bînin ziman. Em bang li hemû jinên Mêrsînê dikin ku cihê xwe di vê hevdîtina me de bigirin. Em jinin û divê em nasnameya xwe biparêzin.”