'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye' 2017-12-31 09:18:35 WAN - Parêzer Ekîn Yeter da zanîn ku yek ji bajarên ku herî zêde li dijî jin û zarokan şidet û êrîşên zayendî pêk tê Wan e û sedemên wê wiha vegot: "Pirsgirêk di wê pergala ku ji rengê jinê dûr hatiye amadekirin de ye. Şidet her ku diçe bi pêş dikeve û ji bo vê di pergala înfaza cezayî de ji bo sûcên êrîşên zayendî rejîmeke înfazê tune ye.  Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re, bêguman derdora herî zêde bi şidet û tundiyê re rû bi rû dimîne, jin û zarok in. Bi tundiyê re êrîşên zayendî jî zêde dibin, di nava salê de gelek bûyerên bi vî rengî li Wanê jî pêk hatin. Di sala 2017'an de tenê bûyerên hatine qeydkirin, 16 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man. Dîsa hat îdiakirin 5 jinan întihar kirine, 3 jin bi şideta zilam re rû bi rû mane.   Di 19'ê Nîsana 2016'an de polîsên tevgera taybet bi ser mala Remziye Bor de girtin û ew bi çekê kuştin û di 18'e Mijdara 2016'an de Hediye Ataman bi guleya polîsan hat qetilkirin. Lêpirsîna der barê her du bûyeran de jî bê encam ma û li ser dosyayan hat girtin.   ‘PIRSGIRÊK DI PERGALÊ DE YE'   Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Ekîn Yeter bal kişand ser şideta li dijî jinê û ev tişt anîn ziman: "Divê şideta li dijî jinê û îstismara zarokan bi berfirehî esas bê girtin. Her roj ev şidet bi pêş dikeve û sedema vê jî ew e, pergala heyî bêyî rengê jinê ava dikin. Dîsa hemû sedemên civakî, siyasî û huqûqî ji ber van pirsgirêkan derdikevin holê. Hişmendiya mêrî ya serdest, mafê êrîşa li dijî jin û zarokan di xwe de dibîne."   ‘ŞEHRÎBAN DÎNÇ MÎNAKEK GIRÎNG E’   Yeter aşkera kir ku tenê polîtîkaya tepisandinê ya li herêmê tê meşandin, bandoreke gelekî xirab li ser civakê dike û wiha got: "Ev polîtîkaya tepisandinê li Wanê bi aşkereyî tê kirin û em pêre rû bi rû dimînin. Ev polîtîkaya li Wanê danîne holê, bi xwe re şidet û îstismara li dijî jinan tîne. Heke em çend dosyayên li Wanê deynin holê; ji van yek Şehrîban Dînç a ji hevjînê xwe veqetiya bû. Di dema veqetandinê de jî şidetê dibîne û pişt re tê kuştin. Em mudaxîlî dosyayê bûn, lê me dît ka ev hişmendî çawa bandorê li ser parastinê dike. Ev kesê bi salan bi hevjîna xwe re maye, dê çawa kirasekî li çalakiya xwe bike, di nava hewldanan de bû. Çawa bi çekê çûye malê û çawa bi hîsa kuştinê neçûye, dixwest bûyerê berovajî bike. Mêrek ji bo mafê kuştinê di xwe de bibîne, bûyerê bi xapandinê ve girê dide û vê ji bo xwe wekî mafekî dibîne. Îftirayan davêje hevjîna xwe."   Yeter destnîşan kir ku ew wekî komîsyon di danişîna doza pitika 38 rojî ya li Wanê bi îstismara zayendî re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest dayî jî cih girtine û dişopînin û wiha pê de çû: "Di vê dosyayê de 3 kesan ceza girt, lê yek bi cezakirina 3 kesan çareser nabe û wijdanan jî rihet nake. Jiyana civakî ya gava din me behs kir, li Wanê bi pêşxistina fihûş û heşîşê re, dixwazin çandekê bidin avakirin. Di demê dawî de tişta herî zêde tê axaftin, polîtîkaya bêcezakirinê ye. Gelek bûyerên şidet û îstismarê cezayê ku tê hêvîkirin nadin wan."   'ÇIMA CEZA NAYÊ BIRÎN?'   Yeter anî ziman ku dema cezayê kuştina jinan kêm be, ev kuştinên jinan zêde dike û wiha domand: "Gelek caran dema bûyerek di navbera du kesan de biqewime û şahidê bûyerê tune be, ceza nayê birîn. Dadgeh û dozger gelek caran encamên êrîşê bi raporên bijîşkan esas digirin, raporên ku bijîşk di warê ruhî de didin, li ber çavan nagirin." Yeter herî dawî diyar kir ku sala 2017'an ji bo jin û zarokan gelekî zehmet derbas bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ê wekî komîsyon di demên pêş de li dijî hişmendiya mêrî ya serdest hêj zêdetir bitêkoşin. Qasî ku pêwîstî pê hebe, em ê ji bo jinan di warê hiqûqî de piştgiriyê bidin." Her wiha Yeter got ku şidet her ku diçe bi pêş dikeve û ji bo vê di pergala înfaza cezayî de ji bo sûcên êrîşên zayendî rejîmeke înfazê tune ye.