Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran 2020-06-18 09:09:50 ŞIRNEX - Jinên ku li zozanan hema bêje kar hemû li ser milê wan e anîn ziman ku dibe ku zor be lê li zozanan bêhna wan dertê û jiyana li vira nadin bi a bajaran.  Koçerên ku heywanên xwe birin Zozana Feraşînê, şîr û penêrê mî û bizinên xwe difiroşin etaran û pê pêdiviyên xwe dikirin. Zozana Feraşînê çendî ku pir xweş be jî lê ji bo jinan pir zehmet e. Ji paqijiya konan bigire heya xwarinê, ji bêrîvantiyê heya xweyîkirina karik û berxikan hema bêje jin hemû karî dikin.    BARÊ JIYANÊ     Li Zozana Feraşînê koçeran konên xwe li qeraxa çem danîne. Gava mirov diçe ber çem hema bêje hemû jin in. Jin, li qeraxa çem hem firaq û kincan dişon hem jî pê re xwarina xwe çi dikin. Rojê du caran heywanan dişon û şîrê ku didoşin jî li ser milê xwe dikin tînin konan. Yek ji van jin ku hema bêje her karî dike Ayşe Arbok e. Arbok, ji Midyada Mêrdînê hatiye.    Arbok ku bi cemidî ya çem kincan dişo, anî ziman ku heywanên xwe bi qamyonê anîne Sêrtê û ji wir jî peya hatine vira. Arbok, diyar kir ku di van rojan de gihane vira û behsa jiyana li zozanê kir: "Serê sibehê zû radibim. Taştê hazir dikim. Firaqan dişom. Dû re em diçin bêriyê. Em şîrê xwe bi meteran dikişînin. Dû re ji bo em bikin penêr em wan dixin qaban."    Arbok ku dû re xwarina şivana çêdike got: "Nîvro dîsa em dişiçin didoşin. Wexta em vedigerin em şîvê hazir dikin. Dû re dîsa em firaqan dişin û ciyên xwe radixin. Em jin hema bêje rojewext dişixulin. Em heya zivistanê li vira dimînin dû re diçin warê xwe." Arbok, diyar kir ku jiyana li zozana çi qas zehmet be jî lê ji ya bajaran xweştir e.    Bêrîvan Xecê Aydemîr jî anî ziman ku şeveqê zû şiyar dibin. Aydemîr, diyar kir ku çaw aşiyar dibn agirê xw epê dixin, dû re taştê ya xwe hazir dikin. Aydemîr, diyar kir ku rojê du caran diçin bêriyê û pê re gelek karên din jî dikin û got, zehmet e lê dîsa jî li Zozana Feraşînê bêhna wan dertê.   MA / Mujdat Can