‘Em ê ji bo jiyanek azad têbikoşin' 2020-06-14 16:33:34   HATAY - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê li Navçeya Dortyolê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê ji bo jiyanek azad têbikoşin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hatayê, bi şîara “Têkoşîna Jinan Li Her Derê Ye" li Navçeyên Erzîn, Dortyol û Payasê yên Hatayê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan pankartên "Li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman em hene. Têkoşîna jinê li her derê ye." vekirin. Li Erzînê Rêvebera HDP'ê ya Navçeya Erzinê Hazal Arica, Li Dortyolê Rêvebera HDP'ê ya Dortyolê Yuksel Narin û li Payasê jî Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Aysel Eşiyok daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku mafên ku wan bi têkoşînê bi dest xistiye dê nexin însafa îktidara mêr AKP-MHP'ê û wiha gotin: "Em jin bi hevre bi hêz in. Em dikarin bi têkoşîn û yekîtiya xwe azad bijîn. Em bang li hemû jinan dikin, werin em bi hevre têbikoşin. Em ê ji bo jiyanek azad, wekhev têkoşîna xwe berdewam bikin."