Jinek li Bûrsayê hat qetilkirin 2020-06-14 10:55:59   BÛRSA - Li navçeya Nîlufer jina bi navê Serpîl Karataş ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetîlkirin.   Li navçeya Nîlufer a Bûrsayê Osaman Cenk Karataş hevjîna xwe Serpîl Karataş kuşt. Cenazeyê Karataş, ji aliyê 2 zarokên wê ve li malê hat dîtin. Dûre ekîbên polîs û tenduristiyê hatin agahdarkirin.  Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, cenazeyê Karataş ji bo otopsiyê rakirin  morgê.    Qatilê Serpîl Karataş li ser rêya Kutahya û Eskîşehîrê hat binçavkirin. Qatil Osaman Cenk Karataş ên anîn Bûrsayê, dûrê wê sewqî edliyê bê kirin.