CENEVRE - Jinên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kirin û gotin: “Li diî sûcên şer û mirovahiyê demildest tedbîr bigirin.”
Çalakiya rûniştinê ya ku her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, vê hefteyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi rê ve birin. Di çalakiyê de êrişên êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
Berdevka YJK-S’ê Selma Surer di çalakiyê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser hevdîtinên ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li NY’ê dewam dike. Surer anî ziman ku dema jin û zarokên kurd di bin êrişên çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne, cîhan li hemberî vê bêdeng e û got: “Em ji vir bang dikin, jinên Kurd ku şer dikin û bedena xwe sîper dikin ne bi tenê ne. Çima dema mijar dibe gelê Kurd û Rojhilata Navîn hûn bêdeng in?”
Selma Surer bal kişand ser şerê Rusya-Ukranya û anî ziman ku hêzên navneteweyî durû nêz dibin û got: “Felsefeya Rêber Apo yekane rizgariya gelên Rojhilata Navîn ên di bin agirê de ne ye. Em ê ji jinên ku li Rojava bi vê baweriyê şer dikin re, ji vir bibin sîper.”
Antina Martin ku metna çapemeniyê ya bi Fransî xwend, bang li civaka navneteweyî bi taybet NY’ê kir ku ji bo Sûriyeya demokratîk xweseriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nas bikin.
Sekreterê Partiya Sosyalîstên Swîsreyê (SP) Halîma Delimi jî berxwedana Rojava silav kir û piştevaniyê da.
Li ser navê Tora Serhildan a Enternasyonalîstan Anne Cloud jî diyar kir ku ew ê bi her şertê Şoreşa Rojavayê biparêzin.
Herî dawî jî Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk Dîlan Çetînkaya mafê axaftinê girt. Çetînkaya berxwedana jinên Rojavayê silav kir û got: “Dixwazin careke din gelê Rojava rûbirûyê komkujiyan re bihêlin. Di van êrişan de Şoreşa Jinê ya Rojava hedef hatiye girtin. Erka bingehîn a NY’ê ye ku li dijî êrişan demildest bi rêya guftûgoyê çareseriyê bibîne. Em ê weke jinên Kurd tu carî dev ji Şoreşa Rojava neberdin.”
Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.