NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter êrişî çolterê Kobanê kirin. Di êrişê de kesek hate qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li derdora gundê Qereqozaqê yê Kobanê wesayîteke 11 kes tê de bûn hedef hate girtin. Li gorî agahiyên destpêkê; di êrişê de Zahîde Kusî ya 60 salî hate qetilkirin û zarokê 8 salî C.B. jî birîndar bû.
Di heman demê de hate ragihandin ku artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî tankereke li devera gundê Tinê kir. Têkildarî encamên êrişê agahî nehatin bidestxistin.