NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser mala cîgirê Şaredarê Esenyurtê Osman Yalçin de hate girtin.
Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer, Osman Yalçin de biryara binçavkirinê hate dayin. Yalçin, di dema Ozer de ji Midûriyeta Karên Fenê, Midûriyeta Park û Baxçeyan, Midûriyeta Venêrînê û Midûriyeta Zabiteyan berpirsyar bû.
Polîsan îro di danê sibehê de bi ser mala Yalçin de girtin. Hat zanîn ku Yalçin li malê nebû.