AMED - 9 nivîskar rojnamevanên u di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li Amed û gelek bajaran di avêtina ser malan de rojnamevan û nivîskar hatin binçavkirin. Îfadeya piraniya kesên inçavkirî temam bû.
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergêr Omer Barasî û Berfîn ATli bi şertê kontrola edlî hatin berdan û derhêner Ardîn Dîren, ABdûrrahman Aydin, helbestvan Ahmet Hîcrî Îzgoren, wênegir Emrah Kelekçîler û rojnamevan Ahmet Sunbul jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Dadgeriyê biryara berdana her 9 kesan da.