‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’

  • rojane
  • 11:02 24 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara diyar kir ku PDK hewl dide li gel MÎT’ê kampa Mexmûrê têxe bin kontrola xwe û ji ber vê yekê jî li Çiyayê Qereçoxê bi artêşa Iraqê re şer kiriye. 

 
Di dema êrişên li dijî Sûriye û Iraqê de yek ji armanca DAIŞ’ê ew bû ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê dagir bike ku 12 hezar penaberên kurd lê dijîn û di bin temînata Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ku di sala 2015’an de li gel bajarokê Mexmûrê yê Misûlê her wiha Çiyayê Qereçoxê xist bin kontrola xwe, hewl da bikeve wargehê. Pêşmerge û leşkerên artêşa Iraqê yên ji parastina herêmê berpirsyar ji herêmê reviyan û kamp bêparastin hiştin. 
 
Li ser vê yekê hêzên HPG û YJA Starê xwe gihandin wargehê û ewlehiya wê parastin. Piştî şer û pevçûnên giran ên bi rojan berdewam kirin, çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê hatin derxistin û ewlehiya wargehê hate parastin. 
 
Di 19’ê cotmehê de daxuyaniyek hate dayîn û hate ragihandin ku hêzên HPG û YJA Starê peywir û rola xwe bicih anîne û bi temamî ji herêmê vekişiyane. 
 
Bi vekişîna hêzên HPG û YJA Starê re ji bo kontrolkirina wargehê, di navbera hêzên hikûmeta navendî yên Iraqê û hikûmeta Herêmê de rageşî derket. Rageşiya di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û leşkerên Iraqê de di 22’yê cotmehê de veguherî pevçûnê. Di encama pevçûna li Çiyayê Qereçoxê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û ji her du aliyan gelek kes birîndar bûn. 
 
Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Yûsûf Kara têkildarî biryara vekişîna hêzên HPG û YJA Starê û pevçûnên di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de nirxand. 
 
‘DEMA DAIŞ HATÎ PKK LI DIJÎ WÊ SEKINÎ’ 
 
Kara, diyar kir ku hêzên emperyalîst bi taybet jî NATO ji bo li Rojhilata Navîn hespê xwe bibezîne bi hinek komên îslamî re têkiliyan pêş dixe û ev tişt anî ziman: “DAIŞ’ê li gel şerê çekdarî, her wiha şerê psîkolojîk meşand. Bi vê yekê li Iraq û Sûriyeyê heta astekî hedefên xwe pêk anî. Di nava mehekê de nîviya Iraq û Sûriyeyê bi dest xist. Lewma hêzên din nedikariyan xwe li pêşiya wan bigirin. Tenê PKK’ê karî xwe li pêşiya wan bigire. Ji ber ku PKK xwedî ruhekî fedaî û xwedî hêzeke cewherî ye. Her wiha paradîgmayeke PKK’ê heye. Ev paradîgma ewqas xurt e ku hêzeke mezin dide. Dema ew hatin herêmê, nîşanî her kesî dan ku tenê ew dikarin xwe li ber DAIŞ’ê bigirin û têk bibin. PKK’ê nîşan da ku DAIŞ’î dikarin bên kuştin. Vê yekê jî bawerî û motîvasyoneke mezin da gelan. Ev 8 sal in li Çiyayê Qereçoxê ji bo hemû gelên li herêma Mexmûrê bûn hêvî.” 
 
PIŞTÎ VEKIŞÎNA PKK’Ê, PDK HEWL DIDE LI GEL MÎT’Ê XWE LI WIR BICIH BIKE 
 
Bi domdarî Kara destnîşan kir ku piştî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê, di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan de pevçûn derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Barzaniyan ev herêm ji ber sê sedeman girîng e. Ya yekemîn; xayîntiya malbata Barzanî ya li dijî me di lûtkeyê de ye. Bi Teşkîlata Îstîxbaratê Neteweyî ya Tirk (MÎT) re tevdigerin. Lewma dixwazin kontrola vî çiyayî bigirin destê xwe û li gel MÎT’ê me bigirin bin kontrola xwe. Sedema duyemîn jî, ev herêm ji bo parastina Hewlêrê cihekî girîng e. Heke ev çiya bikeve destê hêzên Iraqê, ji vir heta Kato Jîrkayê tu kontrola PDK’ê namîne. Sedema sêyemîn a girîng jî ev e; li vê herêmê bi dehan bîrên petrolê hene. PDK dixwaze qadên petrolê têxe bin kontrola xwe. Rastiyeke wiha heye. Ji ber van sedeman jî PDK ji bo vê herêmê têxe bin kontrola xwe şer dike.” 
 
‘HEKE PDK WERE DÊ BÊHIZÛRÎ DEST PÊ BIKE’
 
Kara, axaftina xwe wiha qedand: “Ne diyare bê ka dê her du hêz lihev bikin an na. An jî dê lihevkirineke çawa bibe nediyar e. Heke PDK li wir bicih bibe, ev yek dê xetereyeke mezin li ser ewlehiya kampê çêbike. Dê ji bo kampê tiştên gelek xerab pêk bên. Ji ber ku pratîka PDK’ê ya li herêmên din eşkere ye. Dê hewl bidin xelkê vê derê birevînin û li dijî xelkê sûîqestan bikin. Dê bi xwe re tenê bihizûriyê bînin.” 

Sernavên din

25/10/2023
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e