Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe

  • rojane
  • 16:21 22 Cotmeh 2023
  • |
img
ÊLIH - Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku dewlet hewl dide bi rêya tecrîdê Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û wiha got: “Birêz Ocalan ev 24 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe.” 
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ku bi hevkariya Organîzasyona Sanatçayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û bi dirûşma “Jina Azad Hunera Azad” li Êlihê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de Zarok MA l Petrolkentê bi zarokan re hate gel hev. Di çalakiyê de bi zarokan re resm hatin xêzkirin û stran hatin gotin. Çalakî, bi strana “Zimanê kurdî” ya koroya zarokan bi dawî bû. 
 
Di çarçoveya mîhrîcanê de her wiha li avahiya Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê bi sernavê “Tecrîd û pişaftin” panelek hate lidarxistin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Işik Yildiz moderatoriya panelê kir û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal û Hevgerînendeya Giştî ya Kovara Destarê Jîn Aryen weke axevêr tev li bûn. Gelek kes tev li panelê bûn. 
 
‘TECRÎDA BI KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR DIDOME’
 
Parlamenter Uysal diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev tişt anî ziman: “Li gorî qeydên navneteweyî tevnagerin. Heta bi qanûnên xwe jî nakin. Di hiqûqa navneteweyî de bi tu awayî hevdîtina bi parêzeran re nayê astengkirin. Lê li Îmraliyê bêyî hincetek were nîşandan ev hevdîtin tên astengkirin. Bi rêya tecrîdê maf tên binpêkirin. Birêz Ocalan gotibû; ‘ji roja hatim girtin heta niha tecrîd heye.’ Tecrîda bi komployê dest pê kiribû hêj didome. Heta qedexeye ku gardiyan jî bi birêz Ocalan re biaxivin. Mercên odeya wî gelek xerab in.” 
 
‘KURDÊN KOLE DIXWAZIN’ 
 
Bi domdarî Uysal anî ziman ku tecrîd dikare bi 3 qonaxan were vegotin û wiha dom kir: “Pêvajoya ji sala 1999’an heta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê. Ev pêvajo, pêvajoya ku tecrîd herî zêde dirêj kiriye ye. Tevî ku pêvajoya çareseriyê jî bû lê wisa bû. Di wê pêvajoyê de hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Serdema duyemîn; pêvajoya hewldana darbeyê ye. Di vê pêvajoyê de her sê mehan carekê ji bo malbatan, her 6 mehan carekî jî ji bo parêzeran biryarên qedexeya hevdîtinê dan. Di pêvajoya dawî de jî tu agahî jê nayên girtin. Di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de axaftin hate qutkirin. Armanca tecrîdê ew e ku civakê dîzayn bikin. Birêz Ocalan, Rêberê Gelê Kurd e. Bandora wî pir mezin e. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû tê avakirin. Di vê pergalê de li şûna kurdê azad, kurdên kole dixwazin. Yên ku vê dixwazin jî tecrîdê didomînin. Ocalan, bi berxwedanê bersiv da tecrîdê. Dema li wir li ber xwe dide, hizra wî li ser pêşeroja gelê kurd e. Her tim di nava hilberînekê de ye. Li girtîgehê 20 pirtûk nivîsand. Birêz Ocalan ev 24 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe.” 
 
‘ÎKTÎDAR ÊRIŞÎ QADA BANDORÊ DIKE’
 
Bi domdarî Uysal diyar kir ku sepanên şerê taybet di meriyetê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê êrişî qada bandorê ya birêz Ocalan dikin. Dewlet hewl dide ku gel birêz Ocalan ji bîr bike. Di her qadê di nava vê hewldanê de ye. Şerê taybet dixin dewrê û hewl didin gel dûr bixin. Êrişî fikrên wî dikin. Lê di halê hazir de nekarîn vê bi ser bixin û fikrên birêz Ocalan li qadeke pir berfireh belav bûn. Me ev yek di kampanyaya dawî ya li seranserî cîhanê hatiye destpêkirin de dît. Divê hemû kes di mijara tecrîdê de hişyar be. Birêz Ocalan 24 sal in li ber xwe dide. Heta ku tecrîd bi dawî nebe jî dê pirsgirêkên gelê kurd xelas nebin û her ku diçe zêdetir bibin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ 
 
Jîn Aryen jî destnîşan kir ku domandina tecrîdê û nerakirina wê mijara “xwerexnekirinê” ye. Aryen, bi domdarî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, li dijî polîtîkayên pişaftinê bal kişandibû ser girîngiya hêza jinan. Diyar kiribû ku mezintirîn hêza li dijî polîtîkayên pişaftinê, jin in. Divê li dijî polîtîkayên topyekûn ên pişaftinê yên îktîdarê, em jî bi berxwedaneke topyekûn bisekinin. Nêzikatiya li hemberî kurdî ya li Êlihê gelek baş e. Li dijî polîtîkayên pişaftinê, li vir seknekî xurt heye. Bi vê sekna xwe hem ziman hem jî çanda xwe pêş dixe. Me li vir xebat meşandin û me dît ku di her qadê de ziman û çanda xwe diparêze. Ev sekn gelek girîng e.”
 
Aryen, axaftina xwe wiha qedand: “Heke zîhniyeta me ji bo pêşxistin û belavkirina çand û zimanê me be, wê demê divê nêzikatî û têkoşîneke xurt were dayîn. Darên me tên şewitandin, xwarinên me di bin navê mîhrîcanan de bi awayên cuda tên danasîn. Mîhrîcanên bi destê îktîdarê tên lidarxistin, ji xwe bi armanca pişaftinê tên kirin. Ji bo xapandina gel jî stranên kurdî vedikin. Lê tekane armanca wan ew e ku kurdî cuda nîşan bidin û têxin qalibekî.” 
 
Panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

25/10/2023
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e