DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku dê ji bo tezkereya şer bibêjin “Na” û wiha bang li muxalefetê kir: “Polîtîkayên şer ên rejîma yekzilam erê nekin.” 
 
Tezkereya ku ji bo operasyona li dijî Iraq û Sûriyeyê rayeya dirêjkirinê dide serokkomar dê vê hefteyê li Meclisê bê nîqaşkirin. Parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî tezkereya pêşkeşî Meclisê hatiye kirin axivî. Parlamenter bi wêneyên sivîlên di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine qetilkirin, tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û tezkere weke “dijminatiya li kurdan” pênase kir. Aydenîz, wiha domand: “Tekane sedema erêkirina tezkereyê li Meclisê û rayedayîna serokkomar, kûrkirin û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tezkere, ne tezkereya ewlehî û bekayê ye. Tezkere, tezkereya şerê li dijî kurdan e. Mudaxileya li dijî jiyana hevpar a ku gelê kurd dixwaze li Rojava û Iraqê ava bike ye. Lewma ev tezkereye, li dijî hebûn, ziman, çand û xaka gelê kurd e.”
 
ZEXTA NEÇARESERIYÊ 
 
Bi domdarî Aydenîz destnîşan kir ku dewleta tirk hewl dide destkeftiyên gelê kurd tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoyên avê, tesîsên ceyran û  petrolê, embarên genim, nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê hedef tên girtin. Gelo ev yek dikare çawa were nirxandin? Di encama êrişên di navbera 4-11’ê cotmehê de du jê zarok bi giştî 47 zarok hatin qetilkirin. Ev e ya ku gefê li ewlehiyê dixwe? Lewma di bin navê ewlehiyê de hewl didin hebûna gelekî terorîze bikin. Tekane armanca tezkereyê ew e ku şer gurtir bikin û li hêla din şerê li dijî kurdan e. Divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk, li ser bingeheke demokratîk li Meclisê were çareserkirin. Lê îktîdar bi rêya tezkereyan hewl dide hem li hundir hem jî li derve bi rêya şer xwe li ser hêsiran, zext û tunehesibandinê konsolîde bike.” 
 
Di berdewamê de Aydenîz anî ziman ku bi rêya tezkereyan di pirsgirêka kurd de neçareserî tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Ev neçareserî jî bi rêya tecrîdê tê ferzkirin. Hewl didin îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan bi van tezkereyan asteng bikin. AKP li pey xeyalên osmaniyan e. Lê ev xeyal dê di vê sedsalê de pêk neyên. Divê li Rojhilata Navîn aştî pêk bê.” 
 
'DIXWAZIN BI ŞER BIKEVIN HILBIJARTINÊ’
 
Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Armanca din a îktîdarê ew e ku bi şer bikeve hilbijartinê. Vê îktîdarê pir hewl da ku li dijî Rojava û Sûriyeyê şer bide destpêkirin. Lê nekarî. Di pêvajoyeke ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin de sozek nîne ku îktîdar bide gel. Lewma hewl dide xwe bi rêya şer konsolîde bike. Di pêvajoya ber bi hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Bi heman awayî tevdigere. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin ‘erê’, berpirsyarên wan binpêkirinan in. 
 
Aliyê din ê vê tezkereyê jî krîza aborî ye. Çiqas şer ewqas jî krîza aborî. Çiqas operasyonên li derveyî welat, ewqas jî krîza aborî. Erdogan ji kesên digotin ‘em nikarin debara xwe bikin’ re got; ‘ma hûn dizanin bê ka bihayê her guleyekê bi çiqasî ye.’ Ev yek nîşan dide ku sedema krîza aborî, şer e. Bi şer, tezkere û cihêkariyê tu pirsgirêk çareser nabin. Divê bi rê û rêbazên demokratîk bên çareserkirin. 
 
Ne bi neçareserkirina pirsgirêka kurd lê divê rêyên muzakereyê bên vekirin. Ev pirsgirêk bi polîtîkayên qeyûm û tecrîdê çareser nabe. Bi şer, bi tecrîd û operasyonên siyasî ev pirsgirêk çareser nabe. Rêya çareserkirina vê pirsgirêkê, aştî û guftûgo ye. Yên ku dixwazin di navbera Îsraîl-Filistînê de bibin navbeynkar, heta ku bi kurdan re bingeha jiyana hevpar ava nekin dê nekarin li Rojhilata Navîn bi rola navbeynkariyê rabin. 
 
BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ MUXALEFETÊ
 
Ji bo tezkereya tê bînin Meclisê berpirsyartî dikeve ser milê muxalefetê. Werin em bi hev re rojeva ku dê li Rojhilata Navîn demokrasiyê pêş bixe û çareseriyê li Meclisê biaxivin. Em ê bi tu awayî polîtîkaya şer a îktîdara ku her carê hewl dide rejîma xwe ya yekzilamî nû bike erê nekin. Em ê destûrê nedin ku berê gelan bidin hev û li dijî hev bên sorkirin. Em ê ji bo tezkereyê re bibêjin ‘na.’ Li gorî me divê rola muxalefetê jî di van binpêkirinan de nebin.” 
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin