Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk

  • rojane
  • 14:11 15 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Di serî de Konseya Ewropayê, ji gelek welatan ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk peyam hatin şandin. Di peyaman de bal kişandin ser zextên îktîdarê yên li ser gelê kurd û muxalîfan û girîngiya piştevaniyê hat destnîşankirin. 

Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza çareserkirina pirssgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe li kongreyê dan. Di kongreyê de peyamên ji gelek welatan hatine şandin hatin xwendin. Di peyamên bidîmen de bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd û girîngiya piştevaniyê hate destnîşankirin. 
 
Peyamên ji Ewropayê bo kongreya Partiya Çepên Kesk hatine şandin wiha ne:
 
TİNY KOX: EZ HEYRANÊ WÊRAKTIYA WE ME 
 
Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox: “Rêhevalên hêja yên Partiya Çepên Kesk, ez heyrana sekna we ya li gel kesên ji bo rêz li mafên sereke yên mirovan were girtin cih digirin. Weke Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ez bi her du çavan li çavrêyê me ku bi hemû kesên ji mafên bingehîn ên mirovan bawer û bi we re hevkariyê bikim.” 
 
Serokê Çepa Ewropayê ya Yekbûyî Anderj Unko: “Ez silavên xwe yên germ bo kongreya Partiya Çepên Kesk dişînim. Ez kongreyeke gelek serkeftî ji bo we hêvî dikim. Gelek girîng e ku li Tirkiyeyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê û li Konseya Ewropayê dengekî nûnertiya pirsgirêka kurd, elewiyan, ciwanan, jinan û pêkhateyan dike hebe. Lewma hêvî dikim ku kongreya we gelek serkeftî derbas bibe. Nûnerê/a we ya li koma Çepa Ewropayê ya Yekbûyî gelek berhemdar in û ev yek me gelek keyfxweş dike. Hêvîdarim ev dayîna sûdê hêj berdewam bike.” 
 
FRANCOİS ALFONSİ: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN 
 
Hevberdevkê Koma Dostaniyê ya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Francois Alfonsi: “Em piştgiriyê didin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd. Li gorî me divê Ewropa di vê têkoşînê de piştgiriyê bide we û dê piştgiriya me ya bi we re ya li Parlamentoya Ewropayê bidome. Herî dawî, ji bo we kongreyeke baş hêvî dikim. Hêvîdarim ku di demekî pir nêz de em ê dîsa di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bên gel hev. 
 
JI SYRİZAYÊ PEYAMA PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYΠ
 
Ji Tifaqa Pêşverû ya Syrizayê Danai Koltsida: “Dostên hêja; li ser navê Tifaqa Pêşverû ya Syrizayê ez kongreya we silav dikim. Mîna hemû partiyên çep û pêşverû yên li Ewropayê û herêma me; em dibînin ku dostanî û hevkariya niha ya di serdemeke ku şer û pevçûn zêde bûyîn gelek girîngtir bûye. Mîna her carê, em tifaqeke ku li gel hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e. Bêguman, têkildarî hiqûqa li Tirkiyeyê û rewşa mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê de fikarên me hene. Li dijî zilm û binpêkirinên mafên mirovan, em we bi piştevaniya navneteweyî silav dikin. Ji bo we kongreyeke berhemdar û serkeftî hêvî dikim.” 
 
ARNOUT HOEKSTRA: BIHÊZ BIMÎNIN, PARASTÎ BIN 
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Arnout Hoekstra: “Merheba ji her kesî re. Weke Partiya Sosyalîst a Hollandayê, em hêviyên herî baş ji hemû beşdarên kongreyê re dişînin. Em xemgînin ku ji hêla fîzîkî ve me nekarî vê carê li cem we cih bigirin. Lê belê fikrên me her roj bi we re ne. Ev kongre, ji bo pêşeroja gelek kesên li welatê we gelek girîng e. Dê hadê werin em vê kongreyê bi qîmettir bikin û rêya xwe bidomînin. Bihêz bimînin, her parastî bin û xebatên xwe yên nûwaza bidomînin. Ji bo we şensê dixwazim.” 
 
LAURA CASTEL: TÊKOŞÎNA WE TÊKOŞÎNA ME YE 
 
Cîgira Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel: “Merheba dostên HDP’î. Ez kongreya we pîroz dikim û hêvî dikim ku civîna we serkeftî derbas bibe. Em ji Katalonyayê silavên xwe û piştevaniya bi têkoşîna we re dişînin. Têkoşîna we, têkoşîna me ye.” 
 
LORENA LOPEZ DE LECALLE: EM ÊRIŞAN ŞERMEZAR DIKIN 
 
Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lecalle: “Dostên hêja yên HDP’î; hevserokên rêzdar, jinên HDP’î, her çend ku em îro li Enqereyê nebin jî, mîna her carê di her demên zehmet de dilê me bi we re ye. Haya me ji êrişên li dijî bakurê Sûriyeyê û êrişên Erdogan heye. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Me nekarî weke her carê bi we re bin ji ber ku em di kongreya xwe de ne. Em ji bo hilbijartinên li Ewropayê amadekariyên kongreyê dikin û em ê li ser sê pirsên esasî bisekinin. Ew jî demokrasî, curbicurî, piştevanî, refaha ji bo her kesî û domdarî ye. Ev; daxwaza me ya sereke ya ji bo hemû gelan e. Bi hêviya ku ji bo vîna gelê kurd rêz were girtin û êrişên li ser wer bide sekinandin.” 
 
TIFAQA PÊŞVERÛ: EM DIZANIN KU HÛN DÊ BI SER KEVIN 
 
Ji Tifaqa Pêşverû Machris Cabreros: “Li ser navê Rêveberiya Tifaqa Pêşverû û partiya ku li seranserî cîhanê 120 partiyên endam dibêjim; ji ber ku we destkeftiyên xwe xurt kirin û hûn li pêşerojê dinihêrin, em silavên xwe ji bo dostên xwe yên Partiya Çepên Kesk dişînin. Em li vê derê kongreya we dişopînin û piştgiriya xwe didin têkoşîna we ya ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û adilane. Di demekî ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî de em dibêjin ku dê piştgiriyê bidin we. Piştrast bin ku her ku hûn pêş dikevin dê rêhevalên we her tim piştgiriyê bidin we. Em dizanin ku hûn dê di demekî nêz de bi ser kevin. Em li çaverêya we ne ku di çalakiyên Tifaqa Pêşverû de we bibînin.”
 
PEYAMA JI FÎNLANDIYAYÊ: EM BI WE RE NE 
 
Serokê Giştî yê Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Wezîrê Perwerdeyê yê berê Li Anderson: “Rêhevalên hêja; îsal ji bo kesên ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin bû saleke gelek zehmet. Hilbijartinên di meha gulanê de hatin kirin, adilane û azad nebûn. Dostên me yên HDP’î û Partiya Çepên Kesk rastî tacîz û êrişên sîstematîk hatin. Doza Kobanê ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin, mînakeke şênber a hewldana krîmînalîzekirina tevahiya muxalefeta demokratîka ji hêla Serokkomar Erdogan ve ye. 
 
Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Tifaqaên Çep a Fînlandiyayê û Parlamenter Jussi Saramo: “Her ku hikûmeta tirk ji gel ditirse, naxwaze ku fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Tu hikûmetên ji gelê xwe û ji dengê wan ditirse nikare van polîtîkayan heta hetayê bidomîne. Em ê berê rûyê xwe nedin aliyê din û bêdeng nemînin. Hemû cîhan tiştên diqewimin dişopîne û em bi we re ne. Li ser navê Tifaqa Çep a Fînlandiyayê hêvî dikin ku kongreya we serkeftî derbas bibe.” 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin