‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’

  • rojane
  • 15:00 14 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê aşkere kir ku heke girtiyê nexweş Mehmet Parlak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin neyê dermankirin, bi xetereya gurçika xwe winda bike re rû bi rû ye. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 603’yemîn a “Rûniştina F” ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Parlak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku gelek parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyên tev li bûn de pankartên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mehmet Parlak bê berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Mehmet Acettîn ê daxuyanî da bal kişand ku li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û diyar kir ku rêziknameya Qanûna Efû û Înfazê ya Serokomariyê ya ku destûrê dide rakirina cezayên girtiyên nexweş an jî taloqkirina wan, dibe sedem ku di navbera girtiyan de cihekarî bê kirin û ev rewş dibe sedema mirina hin girtiyan. Di çarçoveya rêziknameya di 1’ê çileya 2021’an de ketiye meriyetê de û bi raporên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên girêdayî vê rêziknameyê girtiyên nexweş nayên berdan. 
 
PARLEK DIBE KU YEKANE GURÇIKA XWE WINDA BIKE 
 
Acettîn, bi bîr xist ku girtî Parlak ji 4 saliya xwe ve nexweşê gurçikê ye û ji ber nexweşiya gurçikê ya kronik beriya 10 salan neqla gurçikê kiriye û wiha got: “Parlak beriya 17 mehan hatiye girtin, li Hataya piştî erdhejê hate sewqkirin, ji ber di qawişeke qelebalix a ne paqij de dihate ragirtin bi enfeksiyona roviyan ketiye û di demekî kin de 20 kîlo winda kirine. Yekane gurçika wî ya heyî xesar dîtî ye ji sedî 70 fonksiyon winda kiriye. Piştî sewqî Sîncanê hatiye kirin li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê 25 rojan razandine û dermankirine û di 15’ê îlonê de bi awayekî lezgîn wergirtine diyalîzê û hewl dane gurçika wî xelas bikin. Bi gotina bijîşkên Parlak tedawî dikin, heke tedawiyeke baş û lênêrîneke baş neyê kirin ji sedî 30 bi xetereya windakirina yekane gurçika xwe re rû bi rû ye. Lê belê ji xeynî serlêdanên ji bo nexweşxaneyê dem bi dem dereng dikevin, di dema sewqan de di demekî dirêj û bikelemçe di wesayîtên rîngê de tên sekinandin, pirsgirêkên di peydakirina dermanan de, têkildarî nexweşiya Parlak de rîskên cidî derdixîne holê.”
 
LI BENDA RAPORA ATK’Ê NE
 
Acettîn, da zanîn ku di çarçoveya daxwaza taloqkirina înfazê de li benda rapora ATK’ê ya derbarê Parlak de bê dayînin. Acettîn, da zanîn ku malbata Parlak dixwaze heta xetereya li ser jiyana lawê wan derbas bibe ji ber nexweşiyê bê efûkirin ew jî nebe heta tedawiya wî diqede înfaza wî bê taloqkirin û ji bo vê jî piştgiriya cemaweriyê dixwazin.  
 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin