'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'

  • rojane
  • 14:04 14 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê li gelek bajaran daxuyanî dan û anîn ziman ku dê piştgiriya Dayikên Şemiyê bikin û dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 968'an a çalakiya xwe de careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin ku biçin Qada Galatasarayê. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyên xwe yên li gelek bajaran piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. Di daxuyaniyan de aqûbeta Kerevan Îrmez ê 35 salî û bavê 8 zarokan ku di 19'ê cotmeha 1995'an de li navçeya Silopiya Şirnexê bi serdegirtina malê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn. 
 
DÎLOK
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê li Parka Yeşîl Sû daxuyanî dan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dîlokê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat daliqandin. Metna daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevserokê ÎHD'ê yê Dîlokê Bahrî Ogûz ve hat xwendin. Oguz bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê da û aqûbeta Kerevan Îrmezê 35 salî ku bavê 8 zarokan bû û li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû windakirin pirsî.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
RIHA
 
Li Rihayê jî endamên ÎHD'ê ji bo piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re li avahiya komeleya xwe daxuyanî dan. Li eywanê parkarta "Em dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin" hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD'a Rihayê Zeynep Dîlek Polat a daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku astengiya polîsan a dayikên şemiyê li dijî destûra bingehîn e û anî ziman ku Dayikên/Mirovên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin. 
 
ŞIRNEX
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê di avahiya xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em di daxwazên xwe yên hiqûqî yên meşrû de israr bin, em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin” hate vekirin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên KESK’ê, endamên OHD’ê û Baroya Şirnexê tev li bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kerevan Îrmez ê ku di sala 1995’an de hatiye windakirin hat pirsîn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Şirnexê Haşim Togûrlû ve hat xwendin. Togûrlû, got ku heta faîl bên dîtin ew ê windayan bipirsin û got: "Kesên dewletê îdare dikin; daxwaza me heqîqet û edalet e. Heta ku îradeyeke siyasî nîşan nedin em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ji Kerevan Îrmez û heta hemû windayên me tê xwestin aqûbeta wan di tariyê de bihêlin. Em ê dev ji pirsîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji Galatasaraya ku cihê hevdîtina me ya bi windahiyên me re ye, bernedin.” 
 
Her wiha şaxên ÎHD’ê yên Wan, Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Dêrsimê jî bi heman armancê daxuyanî dan û piştevaniya Dayikên Şemiyê kirin. 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin