Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!

  • rojane
  • 09:04 14 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Parêzer Alî Arslan diyar kir ku biryara deportkirinê ya der barê ciwanên enternasyonalîst de ku hatin binçavkirin û sewqî Îdareya Koçberiyê ya Kirklareliyê hatin kirin, xwe disipêre giştînameya Emniyetê ya ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatiye betalkirin û got: "Em ê ji ber sûcên dizî, îşkence û birîndarkirinê yên polîsan giliyê polîsan bikin." 
 
15 ciwanên enternasyonalîst ên ji bo Kongreya Partiya Çepên Kesk ji Îtalya, Almanya û Fransayê hatin Tirkiyeyê û serdana saziyên kurdan kirin, di 12'ê cotmehê de li Rihayê hatin binçavkirin. 
 
Ciwanên enternasyonalîst ku li Rihayê tev li daxuyaniya çapemeniyê ya der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn û bi lêdanê hatin binçavkirin, ji bo bên deportkirin sewqî Navenda Paşveşandinê ya Koçberiyê ya Kirklareliyê hatin kirin. 
 
Lê belê derket holê ku biryara deportkirina ciwanên enternasyonalîst xwe disipêre giştînameya Emniyetê (li qada giştî astengkirina tomarkirina deng û dîmenan ên ji aliyê polîsan ve) ku di 9'ê gulana 2022'yan de Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê ve hatiye betalkirin. 
 
Parêzerê enternasyonalîstên ku li Navenda Paşveşandinê tên girtin Alî Arslan, tiştên di dema binçavkirin û piştî binçavkirinê de qewimîn nirxandin. 
 
BIRYARA QEDEXEKIRINÊ
 
Arslan anî ziman ku li Rihayê ji zû de ye mafê civîn, xwepêşandan û meşê bi fermanên walîtiyê tê berterefkirin û got ku ji bo daxuyaniya li Rihayê ya der barê mirina kesên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryara "qedexekirina taybet" hatiye dayîn. Arslan destnîşan kir ku bi biryara qedexekirina daxuyanî bi awayekî derhiqûqî hatiey astengkirin û got ku 15 ciwanên enternasyonalîst  bêyî şiyarkirinek bê kirin hatine binçavkirin. Arslan bilêv kir ku ciwan bi îşkenceyê hatine binçavkirin û got: "Bi îdiaya ku kesên biyanî nikarin tevlî daxuyaniyê bibin hatin binçavkirin. Lê belê ev pêkanîn îcadeke nû ya midûriyeta polîsan a Rihayê ye. Mafê civîn, xwepêşandan û meşê mafê her kesî ye. Tenê ne ji bo hevwelatiyan e, ev ji bo welatiyên biyanî ye jî. ger li cihekî xwepêşandanek hebe, mafê welatiyên biyanî jî heye ku tevlî wê bibin. Ev bi Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî hatiye parastin. Biryara walîtiyê biryareke absurd e." 
 
Arslan anî ziman ku piştî binçavkirinê heya 3 saetan xwe negihandine muwekîlên xwe û got: "Em çûn Şaxa TEM'ê, berê me dan Şaxa Ewlehiyê. Li wir hin hincet dan ber me, lê gava muwekîlekî me bi telefona xwe cihê xwe ji me re şand, em pê hesiyan ku li Qereqola Şehîtlîkê ne. Gava em çûn me hevdîtin bi wan re kir, hê jî destê wan ji paş de kelemçekirî bû û di otobêsê de bûn. Pêdiviya wan bi daşirê hebû. Piştî demeke dirêj pêdiviyên wan hatin dabînkirin û kelemçe hatin vekirin. Me tişta pê tê tawanbarkirin pirsî  û em pê hesiyan ku bi sûcê 'daneyên şexsî bi awayekî nehiqûqî dane an jî bi dest xistine' hatine tawanbarkirin." 
 
Arslan diyar kir ku sûcê ku muwekîlên wî pê tên tawanbarkirin xwe disipêre giştînameyeke Emniyetê ya sala 2021'ê û got: "Ev genelge di dema wezîrtiya Suleyman Soylû de hat çêkirin. Ev giştînameya dijhiqûqî ji aliyê Şûraya Dewletê ve hat betalkirin. Ciwan ji ber giştînameyeke Soylû ku hatiye betalkirin hatin binçavkirin. Lê belê di Qanûna Ceza ya Tirk de tiştekî wiha tune ye. Muwekîlên me ji ber sûcekî kud i qanûnê de pênasekirina wê tune ye hatin binçavkirin û materyalên wan ên dîjîtal hatin desteserkirin. Lê çendî ev giştîname hatibe betalkirin jî bi awayekî fiîlî di meriyetê de ye. Belê Soylûne Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê gava mesele kurd bin hiqûqa Soylû didome." 
 
Arslan destnîşan kir ku 15 kes bêyî ku sûcek hebe sewqî Navenda Paşveşandinê hatine kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu sûcekî ji bo deportkirina ciwanan tune ye. Hem muwekîlên me îşkence kirin hem jî mafê wan ê geştê binpê dikin. Ne pêkan e ku mirov li vir behsa h'ya hiqûqê jî bike. Sûcên polîsan li holê ye. Ev pêkanîneke li dijî hiqûqê ye. Ev tiştekî kêfî ye. Em li bendê ne ji vê kêfiyetê encamekî li gor hiqûqê derkeve holê." 
 
MA / Emrûllah Acar 
 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin