Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê

  • rojane
  • 09:28 13 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê bi tundiyê hatibûn binçavkirin, şandin Navenda Paşve Şandinê. 
 
15 ciwanên enternasyonalîst ku duh xwestibûn tev li daxuyaniya li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, bi tundiyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. 15 ciwanên enternasyonalîst şandin Navenda Paşve Şandinê (GGM). 15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo tev li kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin bibin û ji bo hin rêzê serdanan li Kurdistanê ne û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî di daxuyaniya şermezarkirinê ya duh de hatibûn binçavkirin. 
 
‘POLÎSAN GERDENA MIN A ZÊR DIZÎN’ 
 
Ciwan ewilî birin Qereqola Navendê ya Polîsan a Emîn Çavûş ya li navçeya navendî Halîliyeyê. Hate zanîn ku ciwanên 3 saetan bi kelemçeya bi paş ve di wesayîta polîsan de hatin rawestandin, ji bo dirûşm berzkirin hatine derbkirin. Ciwanan li ser vê yekê strana Bella Ciao (Çavbella) gotin. Hewldanên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endamên Baroya Rihayê jî encam negirtin û polîsan kelemçeyên bi paş ve dernexistin. Polîsan ji bo îmaja telefona ciwanan bigire dest danîn ser. 
 
Ciwanan di îfadeyên dan de giliyên polîsên tundî li wan kirine, kirin. Yek ji ciwanan Ariel Castagnieri, diyar kir ku gerdena wî ya zêr ji aliyê polîsê ku êrişî wî kir ve hate dizîn. Parêzer Alî Arslan ê dema îfade wergirtinê li cem Castagnierî bû, diyar kir ku li qada vekirî ya cemaweriyê dîmen kişandina polîsan qedexe nîne û xwest derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Yek ji ciwanan Caroline Forster jî anî ziman ku polîsan cihazê pîvana şekrê yê bi destê wê ve qetandine û ew birîndar bûye. 
 
ŞANDIN GGM’YÊ 
 
Ciwan piştî kirariyên wan ên îfadeyan şandin Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Li wir bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna bi hejmara 2911’an” îfadeya ciwanan hate wergirtin. Ciwanên ku sûcdarî qebûl nekirin, îfadeya ku li qereqolê dan dubare kirin û giliyê polîsên îşkence li wan kirin, kirin. 15 ciwan piştî wergirtina îfadeyan şandin Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Koçê ya Bajêr.
 
Navên ciwanên ku şandin GGM’yê wiha ne: Ariel Castagnieri, Frederico Pastoris, Francesca Fabozzi, Luigi Botta, Lucia Troiani, Caroline Forster, Marin Nathan Gutierrez, Friederike Gilhaus, Kim Aileen Utsch, Thao My Nguyen, Fridolin Wagner, Laura Scholzel, Sarah Marisa Baecker, Marvin Brinkmann ve Taraneh Sanaei Parvar.
 
CIWANÊN DIN HATIN BERDAN
 
4 endamên Meclisa Ciwanan ên hatin binçavkirin jî piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hate zanîn ku ev ciwan jî di wesayîta polîsan de rastî îşkenceya ciwanan hatine. Ciwanên ku hin cihên laşê wan reş û şîn bûn xwestin raporeke derbê ya nû bigirin lê ev daxwaza wan nehate qebûlkirin. Ciwanan piştî îfadeya li miduriyeta polîsan bêyî ku ji nexweşxaneyê rapora tenduristiyê bigirin, hatin berdan. 
 
Li aliyê din 17 kesên li navçeyên Xelfetî û Curnê Reş hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeya wan a miduriyeta polîsan hatin berdan. Hate zanîn ku li Xelfetiyê polîsan dîmenên kesên ku bi tundiyê hatibûn binçavkirin kişandine jêbirine.
 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin