‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’

  • jin
  • 09:05 13 Cotmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên ku beşdarî kargeha komxebata rêveberiyên xwecihî bûn diyar kirin ku divê li her bajerekî qadên aborî yên serbixwe bên avakirin û gotin: "Budçeya jinan di warê xizmetên bajêr û pêşkêşkirina bajaran de pir girîng e. Ji ber wê divê ku em aboriya jinan a serbixwe ava bikin." 
 
Bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hemû qadên xebatê ku ji bo jinan hatibûn vekirin hatin girtin û gelek jin ji kar hatin avêtin û dawî li xebata wan hat anîn. Jinên ku ji aliyê aborî ve girêdayî mêran hatin kirin di nava malê de bi tundiya mêr û malbatê re rû bi rû hatin hiştin. Qeyûmên ku budçeyek ji bo jinan veneqetandin, pereyên şaredariyê radestî alîgirên xwe kirin û şaredarî di nava deynan de hiştin. Di 7'ê cotmehê de ji aliyê Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Patiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan"  komxebatek du rojan li Silopiya li dar xistin. Di komxebatê de kargehên cuda jî hatin lidarxistin. 
 
Hevşaredara navçeya Tuşbaya Wanê Ayşe Mînaz ku Desteya Bilind a Hilbijartinê di şûna wê de namzetê AKP’ê bicih kir û Ji kooperatîfa jinan a Hatayê Hulya Kabuk ku di kargeha aboriyê de cih girtin bal kişandin ser aboriya jinan a rêveberiyên xwecihî û budçeya wan. 
 
'DIVÊ BUDÇEYA JINAN JI JINAN RE BÊ VEQETANDIN'
 
Hevşaredara û endama Meclisa Şaredariya Tuşbaya Ayşe Mînaz diyar kir ku di kargeha aboriyê de ew herî zêde li ser qadên îstîhdamê ya jinan nîqaş kirine û wiha got: “Dema em li wate û girîngiya aboriyê dinêrin em dibînin ku hemû mekanîzmayên rêveberiyên herêmî di xwe de dihewîne. Ji ber ku di rêveberiyên herêmî de mekanîzmayên jinan di gelek xalan de cih digirin, ji budçeya hesas a jinan bigire heta budçeya navendî gelek aliyan de dikeve dewreyê. Bûdçeya jinan jî di warê xizmetên bajêr û pêşkêşkirina bajaran de pir girîng e. Weke ku hûn jî dizanin, beriya qeyûman hevşaredarên me yên şaredariyê, dema ku di serdema yekemîn de hatin hilbijartin, di serî de şaredariyan de plansaziyeke stratejîk a 5 salan amade dikin. Bi vê planê gel li kolanan, li malê, li sûkê û li her cihê ku hemû mekanîzma lê hene, gel xizmeteke çawa dixwaze, jin xizmeteke çawa dixwazin?  Bernameya xizmetguzariyê di vê çarçoveyê de têne diyarkirin û piştre bi civînên gel tên cem hev û budçe û bernameyên performansê yên bi salane têne eşkerekirin. Li vir budçeyên jinan û budçeyên dostane yên jinan gelek derdikevin pêş. Bi taybetî ev tişt di şaredariyên me de dertên holê. Lê belê bi qeyûman budçeya jinan hat paşguhkirin û ev budçe veguherandin budçeyên din, budçeya jinan di mekanîzmayên cuda de hat bikaranîn. Berê di gelek şaredariyên me de Jin-Kart hebû. Ev meseleya kartan yek ji xebatên me bûn. Lê belê qeyûman ev jî ji holê rakir. Bi gotineke din, ji ber ku em di rêveberiyên herêmî de bi hişmendiyeke ku jinan paşguh dike û hemû destkeftiyên jinan paşguh dike re rû bi rû ne, em xizmetên ku ew pêşkeşî civakê dikin baş dibînin. Di vê komxebata me de me li ser hilbijartinên xwecihî yên li pêşiya me de gelek nîqaş kirin û aboriya jinan a di rêveberiyên xwecihî de hat nîqaşkirin. Di kargeha aboriyê de gelek mijar derketin pêş. Me li ser tecrûbeyên xwe yên berê û kêmasiyên xwe, bi xurtî nîqaş kir ku di heyama bê de çawa em dikarin baştir bi pêş ve biçin û aboriya jinê baştir birêxistin bikin."
 
'QEYÛMAN BAJARÊN ME DEYNDAR KIRIN'
 
Mînaz bi lêv kir ku li gel tayinkirina qeyûman budçeya gel hate bikaranîn û wiha domand: “Em dibînin ku pêkanînên qeyûman bajaran bi awayekî cidî xera dike. Qeyûman budçeya bajaran talan kirine. Budçe ji tiştên ku ne di xizmeta gel de têne bikar anîn. Mînak Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Wanê pirsgirêkeke gelek giran a çûnehatinê heye. Li her devera bajêr çûnehatin zehmet e. Lê belê bi veguhestina budceya şaredariyê ji bo cihên din, wek mînak ji bo midûriyeta  çandiniyê ji bo pêşxistina şitilan, yan jî ji bo saziyên din, budceya bajêr bi awayekî pir bêhiş tê veqetandin..Helbet xizmetên giştî girîng in, lê pêwîstiya van saziyan ne budçeya şaredariyê ye. Ew dikarin budçeya saziya xwe bikar bînin.  Nêzîkatiya qeyûma a ji budçeyên şaredariyan re pir bi hêrs e, pir bê wate ye. Wan şaredariyên me di bin deynan de hiştin, deyndar kirin. Hemû îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe dikin û zeviyên şaredariyê û hemû mal û milkên şaredariyê bi awayekî talankirî, hema bêje bê pere difiroşin. Bi qanûneke dijminane û mantiqê mêtingerî nêz dibin. Ji ber vê yekê budçeya şaredariyan niha di asteke xetere de ye. Mixabin em di serdemekê de ne ku em bi gotinê nikarin kirinên qeyûman bi dawî bikin." 
 
'HEMÛ MEKANÎZMAYÊN CIVAKÊ BERPIRSYAR IN'
 
Ayşe Mînaz ji bo qadên aboriyê di rêveberiyên xwecihî de ava bikin jî wiha got: “Di xebata kargehê de têkildarî aboriya jinan, qadên aborî yên jinan û jiyana karker a jinan an jî kooperatîfên jinan gelek mijar hatin vekirin û nîqaşkirin. Me li ser gelek mijaran nîqaş kir, ji wan girîngtirîn bexçeyê ber derî, bexçeyên bajaran, aboriya debara jiyanê û avakirina kooperatîfên komunal ên demokratîk ku jin di qada aboriyê de cih bigirin û bi van koperatîfan alîkariya debara malbatê bikin û jin tev li jiyana xebatê bikin. Helbet ev ne tenê ji bo şaredariyan derbasdare, ji van hemû qadên rêxistinkirî yê civakî û hemû mekanîzmayên bajêr berpirsyar in.  Pêdivî heye ku aqilê bajar ê rêveberinê hebe û bajar jî bi vê hişmendiyê têne rêvebirin." 
 
'DIVÊ BI RÊBAZÊN NÛ QADÊN ABORIYÊ JI JINAN RE VEKIN'
 
Ji kooperatîfa jinan a Hatayê Hulya Kabuk jî anî ziman ku di rêveriyên herêmî de pêdivî heye ku qadên aborî bên birêxistinkirin û got: "Min kargeha aboriyê hilbijart. Ji ber ku beşeke mezin a pirsgirêka jinan rasterast bi aboriyê ve girêdayî ye. Polîtîkayên jinan ên rêveberiyên herêmî ji bo me gelek girîng û bi qîmet in. Lê di budçeyê de cihgirtina polîtîkayên jinan ji her tiştî girîngtir e. Divê ku rêveberiyên xwecihî bi perspektîfa jinan bên birêvebirin û budçeya xwe bi perspektîfa jinan diyar bikin. Me jî li ser vê nîqaş kir. Ji ber ku mixabin pere li pişt her tiştî ye. Ji ber lawazbûna aboriyê jin cihên ku tê de ne terk dikin û neçar dimînin ku careke din vegerin qadên tundiyê. Ji ber ku jin ne xwediyê aboriyek xweser in û em dibînin ku li Tirkiyeyê rêjeya jinên kedkar gelekî kêm e, polîtîkayên ku rêveberiyên xwecihî wê li herêmê pêk bînin gelekî girîng in. Bi salan e me hewl da ku rêxistinên bi şêwazê kooperatîfê pêk bînin û me hewl da ku jiyaneke kolektîf ava bikin. Lê ev tenê têrê nake. Di demekê de ku kapîtalîzm ewqas bi hêz bû û belav dibe û bi taybetî jî jin di aliyê civakî de bindestin, em neçarin ku rêbazên nû diyar bikin ku qadên aborî ji jinan re ava bikin." 
 
'DIVÊ QADÊN SERBIXWE YÊN ABORÎ BÊN AVAKIRIN'
 
Kabuk da zanîn ku bi qeyûman re hemû qadên aboriyê li jinan hatin girtin û wiha axivî: “Siyaseta qeyûman di rastiya xwe de polîtîkayek mêtinger e. Ji ber ku dema qeyûm hatin tayînkirin, xebatên jinan yên serbixwe ku dihatin meşandin ji holê rakirin û kargeh, kooperatîf û hemû qadên bi vî rengî yên ku jin lê dixebitîn û afirandibûn hilweşandin. Dest danîn ser dosyayên qadên ku li ser tundiya jinan tê kirin. Ji ber vê yekê, qeyûm di heman demê de dijminê jinan e. Pêşniyarên me yên ji vê serdama nû re ew e ku xebatên jinan ên serbixwe ku rasterast ne girêdayî şaredariyê, lê belê ji aliyê aborî û manewî ve jî ji hêla şaredariyan piştgirî bê dayîn hebin. Qeyûmên ku ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin, di heman demê de serbixwebûna xebatên jinan nîşanî me dide. Beriya her tiştî divê rêveberiyên xwecihî gund û bajarên dostane yên jinan ava bikin. Her rêveberiyeke herêmî ku di xebatekî de erêkirina jinan negire wê ji niha û pê ve nikaribe tiştekî bike. Tevgera jinên li Tirkiye û Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest xist. Yekane qada ku ji kirinên hikûmeta AKP'ê re bêdeng neman qada jinan bû. Li gel hemû zext û êrişan jî jinên Kurdistanê bi israr kolan naterikandin bi israr dest ji xebatên jinan bernadin, li dijî tundiya li ser jinan, îstîsmara zayendî û tacîzê dengê xwe bilind kirin û li dijî şerê taybet ê dewletê têkoşîna xwe berdewam kirin. Ji ber vê yekê tevgera jinan ji niha û pê ve jî dê tu carî gav paşve ne avêje. Ji ber vê yekê yên ku dê bibin namzetên hevşaredariyê divê van daxwazên jinan li ber çavan bigirin."
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

15/10/2023
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin