Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e

  • rojane
  • 09:06 12 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus diyar kir ku Tirkiyeyê bi destûra DYA'yê êriş birine ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û got ku bi vê armanc sînordarkirina hêza kurdan e, lê belê ev ne pêkan e. 
 
Piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ya li dijî Midûriyeta Polîsan a Giştî ya Tirk, Tirkiyeyê careke din li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Di êrişan de ku ji 4'ê Cotmehê dest pê kirin dibistan, nexweşxane, tesîsên ceryan, av û petrolê û gelek avahiyên xizmetê hedef hatin girtin. Di êrişan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di dema êrişên li ser ROjavayê de rageşiya di navbera Îsraîl-Filîstînê de jî careke din rû da û Hamasê di 7'ê Cotmehê de êriş bir ser Xazeyê. Wezareta Tenduristiyê ya Xazeyê daxuyand ku 78 jê zarok 413 kes di êrişên Îsraîlê de mirine û 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne. Çapemeniya Îsraîlê jî daxuyand ku di êrişan de herî kêm 700 îsraîlî mirine û 2 hezar û 150 kes jî birîndar bûne. 
 
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de nirxand. 
 
Rencus anî ziman ku Tirkiye bi salan e êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got: "Kengî li Tirkiyeyê êrişeke 'teror'ê çêbibe, dibêjin 'ji Sûriyeyê hatiye' û êriş dest pê dikin." Rencus êrişa 13'ê mijdara 2022'yan a li Taksîmê bibîr xist û got ku wê demê jî rayedarên desthilatê gotin 'êriş ji aliyê Efrînê ve pêk hatiye' û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine. Rencus wiha domand: "Piştî êrişa Enqereyê civîna ewlehiyê hat çêkirin. Piştî civînê gotin 'em ê terorê biqelihînin' û li hemberî Rojavayê dest bi êrişan kirin. Di êrişan de binesaziya herêmê hedef hat girtin; tesîsên petrol, ceryan û enerjiyê hedef hatin girtin. Êriş didomin. Du roj berê dîsa qadên sivîlan û karkerên li nav zeviyan hedef hatin girtin û gelek kes jiyana xwe ji dest dan." 
 
PEYAMA AMERÎKA
 
Rencus ku got êrişên Tirkyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destûra Amerîkayê tên kirin, got ku Amerîka hê jî xwe li ber vê li nedîtinê daniye. Rencusê destnîşan kir ku gefa êrişan bi dawî ne bûye û got: "Amerîka SÎHA'ya Tirkiyeyê xist û got, 'A rast me ev wekî gefxzwarinekê dît, lewma me ew xist.' Bi vê re nîşan da ku li cem Tirkiyeyê ye. Lê di heman demê de jî xwedî wesfeke şiyarkirinê bû, ji bo sînordarkirina operasyonan." 
 
LI HERÊMÊ TIŞTA TÊ ARMANCKIRIN ÇI YE?
 
Rencus anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişa li dijî merasîma mezûniyetê ya akademiya leşkerî ya li bajarê Hûmûsê girêdayî hev in û got ku her du êriş jî projeya "dîzaynkirinê" ne. Rencus wiha pê de çû: "Beriya ehr tiştî nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyeyê, heya cihekî bi dilê DYA'Yê bû. Lê belê piştî ku Tirkiye di şerê Rûsya û Ûkraynayê de baêalîbûna xwe parast û têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re domand û bêtir xwe nêzî Rûyayê kir, ev yek li hesabê DYA'yê nehat. DYA'yê destsûra da Tirkiyeyê ku êrişî hêzên kurdan bike ku da Tirkiye hinekî din nêzî NATO'yê bibe. Ger DYA tifaqa xwe ya bi Tirkiyeyê re ber bi NATO'yê ve bibe, dikare di warê sînordarkirina qada QSD'ê de têkiliya mutefîkî deyne. Ji lew re Tirkiye dixwaze kurdên li ser xeta Barzanî serwerê sînor bin û bandora YPG'ê bişikîne. Lê ev yek niha ne pir pêkan e. Ji lew r eli wir pergaleke ku xwe disipêre hêza xwe ya xweserî û tenê ji şervanên kurd pêk nayê heye." 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ
 
Rencus bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê jî û wiha got: "Gava şerê Sûriyeyê dest pê kir, kesî ji bo wan dîmenên hov deng jixwe dernexist û hinan jê gotibû 'ev dorpêçkirineke şoreşgerî ye.' LÊ gava dîmenên hovîtiyê yên milîtanên DAIŞ'ê hatin belavkirin, hat derpêşkirin ku ev hovîtî şoreşa SÛriyeyê temsîl nake. Na, ev şoreşa Sûriyeyê bi xwe bû ev barbartiya radîkal. Û karaktera selefî di destpêkê de nehat dîtin. Ez ê niha hevşibiya wê ya bi êrişa Xazeyê re dyenim. Li Xazeyê Hamas çi be, DAIŞ jî ew e. DAIŞ çi be, Hamas jî ew e. Ji lew re em di warê bîrdozî de em pratîkên li SÛriyeyê yên bîrdoziya ÎHVA'yê baş dizanin, ev nayê înkarkirin. Tu kes nikare vê hovîtiya Hamasê ya li ser bedena jin û zarokan wekî tiştekî mafdar bide der." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

12/10/2023
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin