Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in

  • rojane
  • 09:06 9 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û nivîskar Fehîm Işik diyar kir ku li Rojhilata Navîn herkes dê qozên di destên xwe de heta dawiyê bikarbînin û diyar kir ku bêdengiya rêxistinên çep ên gelê Filistînê diparêzin a li dijî êrişên li Rojava sivîlan hedef digirin weke “durûtiyê” penase kir. 
 
Li Enqereyê piştî çalakiya di 1’ê cotmehê de pêk hat, dewleta tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de dane dest pê kirin didomin. Di van êrişan de gelek avahiyên xizmetê yên weke dibistan, nexweşxane, bendav, îstasyonên av, ceyran û petrolê, binesazî û seravahî hedef hatin girtin herî kêm 110 herêm bi balafirên şer û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) hatin bombebarankirin. 
 
Êrişên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan bi berfirehî didomin. Tûgayên El Qassam ê baskê çekdar ê Hamasê li Şerîda Gazeyê ya di bin dorpêça Îsraîlê de ye, li dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin. Ji ber pevçûn û bombebaranan hem li Îsraîlê hem jî li Filistînê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek leşker û sivîl ên Îsraîlî jî dîl hatin girtin. Geşedanên bi operasyona Hamasê pêk hatin jî di raya giştî ya netewî û navnetewî de ku li dijî êrişên bi rojane gelên Rojava hedef digirin bêdeng in, deng veda. 
 
Rojnamevan û nivîskar Fehîm Işik ê ji ajansa me re axivî, ev rewş weke “durûtiyê” nirxand. 
 
‘KÎ BI KÊ RE DOST E?’
 
Işik, diyar kir ku demekî dirêje siyaseta li Rojhilata Navîn bi awayekî anormal dimeşe û wiha got: “Hûn nikarin bi hêsanî texmîn bikin bê kî bi kê re dost e û kî bi kê re dijmin e. Vê yekê di rojên dawî de careke din xwe nîşan da. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand ku Tabûra Nemiran a girêdayî HPG’ê êrîşa li dijî Wezareta Karên Hundir a Enqereyê pêk aniye. Di wê daxuyaniyê de bal kişandibûn ser wê yekê ku ew xwedî wê hêzê ne ku eger were xwestin bi guhertina dem û cihê xwe re karên bêtir bi kuştin bikin. Ji vê daxuyaniyê tê famkirin ku; PKK'ê, ji bo rê li ber çareseriya siyasî veke, çalakiyeke hişyarkirinê ya bi bandor tercîh kiriye. Piştî êrişê, derdorên ku xwe weke çepgir an jî sosyalîst pênase dikin, çalakî şermezar kirin û hin ji wan jî weke 'êrîşa terorîstî' nirxandin. Beşeke ku îdîa dike kurd in an jî alîgirê kurdan e, li pişt desthilata Erdogan ketine rêzê.”
 
Işik, bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan piştî êrişê got ku bêyî cudahiyê bixin navbera kesên çekdar û sivîlan dê bombeyan li herkesê bibarînin û hemû binesazî û seravahiyan hedef bigirin û wiha berdewam kir: “Di vê daxuyaniya xwe de bêyî nav bide gef li Amerîkayê xwarin. Tişta digot kirin û piştî daxuyaniyê 8-10 saetan li dijî Rojava êrişên berfireh dan destpêkirin. Li nexweşxane, îbadetxane, kargeh, tesîsên hilberînê, kooperatîf, rê, li her tiştên ku bê bîra we xistin. Ev êriş hêj didomin. Êriş bi Rojava re sînor neman. Başurê Kurdistanê jî bû hedefa êrişan.”
 
‘DURÛTÎ HEYE’ 
 
Işik, anî ziman ku di demeke êrişên li dijî kurdan ên li Rojava û Başûr didomin de, Hamasê li dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tûgayên El-Qassam, ji gelek noxteyan derbasî qadên dagirkirî bûn û sivîl jî di nav de gelek îsraîlî kuştin, bi sedan dîl girtin. Kesên çalakiya PKK’ê weke ‘teror’ bi nav kirin li pişt komkujiya hovane ya Hamasê ya li dijî sivîlan sekinîn û pîroz kirin. Kesên li dijî komkujiya hovane ya li dijî Rojava dengê xwe dernexistin, kor û ker bûn, li dijî êrişên Îsraîlê piştî çalakiya Hamasê dan destpêkirin daxuyaniyên herî tund kirin û diyar kirin ku li cem gelê Filistînê ne. Belê mirov li cem gelê Filistînê be û piştgiriya têkoşîna wan bike rast e lê hewce nake mirov hovitiya Hamasê silav bike.”
 
‘JI KURDAN RE BÊDENG IN JI FILISTÎNÊ RE XURT IN’ 
 
Işik, bi lêv kir ku daxuyaniya herî balkêş Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya bi rojan li dijî êrişên li ser Rojava bêdeng ma kir û wiha lê zêde kir: “TÎP’ê têkildarî êrişên li dijî Rojava yek daxuyanî jî nedabû. Di vê mijarê de bi temamî kor û ker bû. Piştî çalakiya Hamasê biryar da ku daxuyaniyê bide. Ewilî bi helwesteke şermokî êrişên li dijî Rojava şermezar kir, dû re bi gotinên zelal piştevaniya têkoşîna gelê Filistînê û serxwebûna Filistînê kir. An ku di esasê xwe de TÎP’ê qûrnaztiyeke siyasî kir. Ji bo ku xwe di rewşeke zor de nehêle ji bo Rojava daxuyanî da pişt re têkildarî Filistînê jî hemû kevirên di tûrikê xwe de rêtin. Heman daxuyanî ji hin rêxistinên din ên çep jî hatin kirin. Hin derdorên çepa tirk ê bi awayekî şermokî piştevaniya kurdan kirin, bi awayekî xurt li pişt çalakiya Hamasê sekinîn.”
 
Işik, ev helwest weke “durûtî” nirxand û îşaret kir ku ev yek tenê bi zexta Erdogan nikare were vegotin. Işik, diyar kir ku li Rojhilata Navîn rojeveke germ heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herkes heta dawiyê qozên di destên xwe de bikartînin. Ev serdeme girîng in. Her daxuyaniyên di van serdeman de tên dayîn, her gavên tên avêtin dê bêguman pêşerojê jî diyar bikin.”
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

09/10/2023
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e