‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'

  • rojane
  • 09:02 8 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, got: "Komplo, bi êrişên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin." 
 
Piştî êrişa 1'ê cotmehê ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Bi daxuyaniyên Fîdan re li ser hev du êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Heya niha 45 tesîsên sivîl (tenduristî, enerjî, petrol, xizmet, aborî, av, dibistan zexîre...) û 20 qadên cuda hatine bombebarkirin. Di êrişan de 8 jê sivîl, 7 jê hêzên ewlehiya hundirîn û şervanên HSD'ê bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî daxuyand ku wan Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a artêşa tirk xistiye. Herî dawî di 6'ê cotmehê de balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ji Amedê rabûn, Taxa Kaniya Kurdan a Kobanê û febrîqeya betonê û Nexweşxaneya Covîdê yên li Kobanê bombebaran kirin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes li dijî van êrişan daketin qadan. Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer êrişên tên kirin nirxand. Omer, êrişên navborî wekî berdewama komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. 
 
Omer anî ziman ku di 3 mehên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî qadên jiyanê tên bombebarkirin û wiha domand: "Heya niha windayên me yên sivîl û hêzên ewlehiyê hene. Êriş li hin navendên bajaran bi taybetî jî li xeta sînor bênavber didomin. Ev êriş, êrişên sala 2009'an tînin bîra me. Em dibînin ku dixwazin car din Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Saziyên sivîl, saziyên ximetê hedef hatin girtin." 
 
BERDEWAMA KOMPLOYÊ
 
Omer, bi domdarî got: "Bi taybetî di meha cotmehê de pêkanîna van êrişan wesfa berdewamiya komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Ocalan di xwe de dihewîne" û anî ziman ku êrişên îsal jî di meha cotmehê de hatin kirin, ev ne rasthatinî ye. Omer, wiha domand: "Bêdengiya qada navneteweyî jî vê teoriya me xurt dike. Komplo, bi êrişên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin. Gelê vir jî hay ji vê heye û ji ber vê dadikeve qadan û bertek nîşan dide." 
 
‘JIN XWEDÎ LI ŞOREŞA XWE DERDIKEVIN'
 
Omer destnîşan kir ku gel li Qamişlo, Hesekê û gelek deverên din êrişan protesto dike û got ku ên pêşengiya van protestoyan dikin jî jin in. Omer biryardariya jinan a ji bo xwedîderketina li şoreşê jî destnîşan kir û got: "Gelê ku daket kuçeyan qîriya ku ew ji van êrişan natirsin û dê paşdegav neavêjin. Di van protestoyan de ku Kongra Starê pêşengiya wan kir, jinan rol û ristên nû hilgirtin û rola xwe lîstin. Jin dizanin ku dê aştî û çareseriyê bînin vê xakê. Lewma dizanein ewilî ew hedef tên girtin." 
 
‘RIZGARÎ DI DESTÊ ME DE YE'
 
Omer bilêv kir ku dê jin li dijî êrişan rêxistinkirina xwe xurttir bikin û bersiva êrişan bidin û got: "Jin bi van êrişan dizanin û dagirkeran nas dikin. Dagirker jî dixwazin jinan di nava rola ku wan diyar kiriye de heps bikin. Lê jin xwedî li şoreşa xwe derdiekevin. Me ji destpêkê ve teslîmiyet qebûl nekir û em ê qebûl nekin jî. Me ji bo têkoşînê her tiş da ber çavê xwe. Em ê rastiya xwe bi destê jinan bihûnon. Di Rêveberiya Xweser de jin bêtir xwe birêxistin dikin û hewl didin vê ragihînin cîhanê. Tu hêviyeke me ji vê pergalê tune ye. Em dizanin ku rizgariya me di destê me de ye." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

09/10/2023
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e