Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin

  • rojane
  • 11:16 7 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî li dijî pêla operasyonên binçavkirinan banga têkoşîna hevpar kirin û gotin: “Em ji desthilatdariyê re dibêjin hodrî meydan, em bi paş ve gav navêjin.” 

 
Di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Navxweyî ya li Enqereyê êriş pêk hatibû. Piştî êrişê li bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pêla operasyonên qirkirina siyasî dest pê kiribûn. Heta niha di serdegirtinên malan de 246 kes hatine binçavkirin. Li aliyekî pêla operasyonên serdegirtinên malan didomin û ev du roj in jî Tirkiye li dijî gund, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê êrişên hewayî pêk tîne. 
 
Desthilatdariya Tirkiyeyê êrişa li Enqereyê dîsa wek her tim kir hinceta êrişkirina li dijî rojavayê Kurdistanê. Nûnerên partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava û pêla binçavkirin û girtinan dan û bang li hemû hêzên muxalîf kirin ku li dijî êrişan di têkoşîna hevpar de bibin yek û li ber van êrişan rabin. 
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî êrişa li Enqereyê tavilê dest bi operasyonên li dijî kurdan û hêzên şoreşger û êrişên li dijî Rojava kiriye. Taşçi anî ziman ku desthilatdariyê hebûna xwe li ser dijbûna kurdan ava kiriye û ev xwe di operasyonên dawî de jî dide nîşandan. Taşçi diyar kir ku ev êriş di heman demê de li dijî dostên kurdan pêk tên û desthilatdarî peyama, “Xwe ji kurdan dûr bikin, li ser pirsgirêka kurd devê xwe venekin û bi kurdan re neyên ba hev” dide çepgiran. 
 
Taşçi da zanîn ku heke li ber van operasyonên pêla binçavkirinê deng neyê derxistin wê ev operasyon li ser hemû aliyên muxalîf belav bibin û divê li dijî vê yekê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin. 
 
‘EM BIBIN YEK HETA KU TECRÎD RABE’ 
 
Ji Hêza Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Murvet Kuçuk jî da zanîn ku binçavkirina bi sedan kes a bi hinceta çalakiya li Enqereyê nayê qebûlkirin û di heman demê de desthilatdarî êrişî rojavayê Kurdistanê dike û desthilatdarî dixwaze destkeftiyên kurdan û dostên wan tune bike û polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê berfireh bike. Kuçuk anî ziman ku divê her kes bi hev re li dijî van êriş û operasyonên desthilatdariya AKP-MHP’ê têkoşînek mezin bike da ku operasyon û êriş bên sekinandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Kuçuk got hewcedarî bi têkoşînek hevpar heye û dem dema hevgirtinê ye. 
 
'DIVÊ EM ENIYA BERXWEDANA YEKBÛYÎ AVA BIKIN’
 
Berdevkê Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû jî diyar kir ku piştî hilbijartinê desthilatdariyê kabîneya şer ava kiriye û biryara êrişan û operasyonan ji aliyê vê kabîneyê ve tê dayîn. Kayaoglû bi salane li welêt di serî de li dijî kurdan û hemû hêzên çep û çepgir konspetek berfireh a êrişan hatiye destpêkrin û pêwîste li dijî van êrişan eniya berxwedanek hevpar were avakirin. 
 
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Nehîr Sevîm jî destnîşan kir ku wê operasyonên bi vî rengî tu demê nikaribin kesî têk bibin û bitepisînin û got: “Desthilatdarî bi van operasyonên xwe peyama ku wê di polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî kurdan û aliyên demokratîk bide domandin dide. Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Çimkî ev êriş û operayson li dijî hemû aliyên demokratîk hatiye kirin. Em bi awayek yekbûyî û hevpar li dijî vê rabin.” 
 

Sernavên din

09/10/2023
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e