Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin

  • rojane
  • 09:09 5 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Xendek û dîwarên li sînorên Wanê, ji bo penaberan dibin sedema binpêkirinên mafan. Li gor parêzvanên mafên mirovan, rewşa navborî bi taybetî di mehên zivistanê de hîn bêtir dibin sedema mirinê. 
 
Penaberên ku ji bo biçin welatên Ewropayê û ji bo vê didin rê, yek ji rawestgeha wan a ewil Wan e. Wan, ji ber ku bajarekî li sînor e, her sal bi hezaran penaber berê xwe didin wê. Pirnaiya penaberan, ji Afxanistan û Îranê tên. Penaber, di rêya koçberiyê de bi gelek xetereyan û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin; qerisandin, destavêtin, destdirêjî, şêlandin, heqaret, birçîbûnî... Lê belê dîwarên ku li sînorên Îdir, Agirî, Wan û Colemêrgê hatine lêkirin û xendekên hatine kolandin, van binpêkirinan zêdetir dikin. Di salên dawî de di xendekên hatine kolandin de cenazeyên gelek penaberan hatin dîtin. Her wiha hejmara penaberên ku gava hewl didin dîwaran derbas bikin jî, ne hejmareke kêm e. 
 
NAVENDÊN PAŞVEŞANDINÊ
 
Ji Komîsyona Penaberan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Hamdî Bayhan ku pirsgirêkên penaberan nirxandin, diyar kir ku penaber li Tirkiyeyê rastî gelek pirsgirêkan tên. Bayhan got: "Piraniya penaberan li cihên pir xirab dimînin. Di warê xwarin û vexwarinê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rûd imînin. Nikarin sûdê ji mafên tenduristiyê bigirin. Ji bo biçin welatine din tên vir, lê bi salan li van deran dimînin."
 
Bayhan ragihand ku penaberên li Navendên Paşveşandinê tên ragirtin jî di şert û mercên dijwar de tên ragirtin û wiha pê de çû: "Em dem bi dem binpêkirinên mafan dibihîsin. Li van navendan îzolasyoneke mutleq heye. Ne parêzer dikarin têkevin hundir ne jî derfetên hevdîtinê hene. Ji penaberan re dibêjin, 'ge rhûn hevdîtinê bi parêzeran re bikin dê ji bo we qet nebaş be.' Berê li Wanê hêzên dewletê dest dirêjî penabereke ji Îranê kiribûn. Bûyerên bi vî rengî çêdibin. Ev der cihên girtî ne û agahîwergirtin pir zehmet e."
 
KEDXWARÎ
 
Bayhan anî ziman ku her wiha penaber wekî hêza karî ya erzan tên dîtin û got: "Di piraniya xebitandina netomarkirî de penaber hene û binpêkirinên mafan ên giran rû didin. Penaberên 5 mehan dixebitin, tenê heqdesta mehekê distînin. Penaber nikarin van pêvajoyan bişopînin, nîqaş bikin û bilêv bikin. Ji lew re fikara wan ku wan bişînin navendên paşveşandinê heye. Tevî ew qas binpêkirinan jî ji bêgavî xwe li bêdengiyê datînin. Li hemberî penaberan kedxwarî heye." 
 
DÎWAR Û XENDEKÊN LI SÎNOR
 
Bayhan anî ziman ku dîwar û xendekên li sînor jî mafê îlticayê binpê dikin û binpêkirina mafan e û got: "Budçeya ji bo kolandina xendekan û lêkirina dîwaran ji budeya welatên Yekîtiya Ewropayê tê dabînkirin. Ji lew re Tirkiye, ji bo Yekîtiya Ewropayê depoya penaberan e. Ev jî binpêkirinek e. Kesên Danezana Mafên Mirovan danîne holê, danezana xwe binpê dikin. Ji ber xendekên hatin çêkirin û dîwarên hatine lêkirin, gelek penaber jiyana xwe ji dest didin. Di warê derbaskirina xendek û dîwaran de gelek zehmetiyê dikişînin. Dîwar û xendek dibin sedema binpêkirina mafê jiyanê." 
 
'ÇÊKIRINA DÎWAR Û XENDEKAN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E' 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedê Husnu Urgun jî destnîşan kir ku mafên bingehîn ên her ferdî hene. Urgun bilêv kir ku penaber ji van mafan sûdê wernagirin û wiha got: "Dewlet jî ji bo pêkanîna van mafan hene. Lê gava hûn êze dikin, li seranserê sînor xendek û dîwar hatine çêkirin. Ev di warê mafê mirovan de trajediyek e. Li sînor lêkirina dîwaran û çêkirina xendekan binpêkirina mafên mirovan e, trajediyek e. Ji ber van dîwar û xendekan her sal zivistanê bi dehan penaber jiyana xwe ji dest didin. Saziyên têkildar bersivê nadin me." 
 
Urgun anî ziman ku divê çêkirian xendekan û lêkirina dîwaran bê sekinandin û got ku divê xwedî li mirovên ku ji ber sedemên mecbûrî tên sînor bê derketin. 
 

Sernavên din

07/10/2023
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin