DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin

  • rojane
  • 11:55 3 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê da zanîn ku hejmara rojnamegerên girtî derketiye 63 kesan, di meha îlonê de 12 rojnameger hatine binçavkirin, 4 rojnameger hatine girtin, cezayê hefsê li 7 rojnamegeran hatiye birîn, naveroka 164 parvekirinên medyaya dijîtal û xwegihandina 268 nûçeyan hatiye astengkirin.  
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirin Mafan ên li Dijî Rojnamegeran ên Meha Îlonê” parve kir. Di raporê de hat gotin ku hejmara rojnamegerên girtî derketiye 63’yan, 5 sal û 9 meh û 15 roj cezayê hefsê li 7 rojnamegeran hatiye birîn. Di beşa nirxandinê ya raporê de jî hate gotin ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran bi dawî nebûne û her meh bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Bi domdarî DFG’ê got ku tevî van jî rojnameger li pey heqîqetê digerin, ji bo parastina rûmeta pîşeya xwe û parastina mafê agahîgirtinê yê gel li ber xwe didin. Di raporê de wiha hate gotin: “Di meha îlonê de li dijî mafên jiyan û ewlehiyê yên rojnamegeran gelek binpêkirin hatin kirin. Li gel binçavkirin û girtinan, gef li rojnamegeran hatin xwarin û rastî miameleya xerab hatin. Gelek caran hatin astengkirin ku nûçeyan neşopînin. Di qada azadiya fikr û xweîfadekirinê de rastî gelek binpêkirinan hatin. Derheqê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin û ceza lê hatin birîn. Di vê mehê de gelek rojnameger li ber deriyên dadgehan bûn.” 
 
HEJMARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ BÛ 63
 
Bi domdarî di raporê de ev tişt hatin gotin: “Di nava meha îlonê de em li bendê bûn ku bi berdana rojnamevanan hejmara rojnamevanên girtî kêm bibe. Lê mixabin nehatin berdan û ser re jî hinek rojnamegerên din hatin girtin. 4 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî hejmara rojnamevanên girtî bû 63. 
 
Weke hûn dizanin Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû hêj girtî ye. Ber bi dawiya meha îlonê ve der barê wê de îdianame hate amadekirin lê hêj dadgeha ku dê lê were darizandin û dîroka danişînê nehatiye diyarkirin. Heman rewş ji bo edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî derbasdar e. Di nava meha îlonê de danişîna doza hin rojnamevanên girtî yên weke Abdurrahman Gok, M. Şah Orûç, Remzî Akkaya û Hamdûlah Bayram hebû. Lê mixabin ji wan tu kes nehat berdan. Dê di hefteya ewil a meha cotmehê de danişîna Gerînendeyê Weşana Giştî yê Televîzyona Tele 1’ê Merdan Yanardag bê lidarxistin. Em dîsa dubare dibêjin ku bila Yanardag were berdan. 
 
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎEHAN DIDOMIN 
 
Li aliye din li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan jî bi dawî nabin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de rastî binpêkirinên mafan hatin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilata AKP’ê çiqas ji rojnamevanan ditirse. Nivîskar û rojnamevan Celalettîn Can ê tevî nexweş e jî hêj di girtîgehê de tê ragirtin, aciz bûye û rakirine nexweşxaneyê. Pişt re careke din şandine girtîgehê. Ev mûameleya li dijî Can ê li hemberî bêhiqûqiyê serî rakir û bi rojnameya Ozgur Gundemê re kete nava piştevaniyê û xwediyê sekneke birûmet e nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku Can demildest bê berdan. 
 
Di nav binpêkirinên rapora me ya meha îlonê de ku balê dikişînin ser sansur û qedexeyên li qada medyaya dîjîtal jî. Xwegihandina gelek nûçeyan hate astengkirin û hewl didin amûrên medyaya dijîtal kontrol bikin. Bi vî awayî dixwazin hem organên medyayê, hem jî welatiyên ku medyaya dîjîtal bi awayekî çalak bi kar tînin têxin bin kontrola xwe. 
 
Ev hemû dane û binpêkirinen mafan ên diqewimin rewşa ku welat tê de ye radixe ber çavan. Ji bo ku civakê dîzayn bikin, tiştên neyînî yên diqewimîn neyên dîtin asteng bikin û rastiyan di tariyê de bihêlin berê xwe didin rojnamevanan. Mixabin di vê mijarê de berxwedaneke têrker dernakeve holê. Ji ber vê yekê weke her meh em dîsa bang dikin; em li dijî bêhiqûqiyan denge xwe bilindtir bikin û ji bo welatekî demokratîktir û mirov bikare lê bijî û ji bo medyayek û civakeke azad em qîr bikin.” 
 
Daneyên di raporê de wiha ne: 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên Hatin Binçavkirin: 12
Rojnamevanên Hatin Girtin: 4
Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin: 3
Rojnamevanên Gef lê Hatine Xwarin: 2
Rojnamevanên Hatine Astengkirin: 10
Li Girtîgeha Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan: 6
 
 
BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN 
 
Rojnamevanên ku Rastî Lêpirsînan Hatin: 6
Rojnamevanên Doz li Wan Hatine Vekirin: 2
Hejmara Rojnamegerên Ceza lê Hatiye Birîn: 7 
Cezayê Girtîgehê: 5 sal û 9 meh û 5 roj
Cezayê Pereyan: 848 roj cezayê pere yê edlî hate birîn
Rojnamevanên ku Dozên Wan Didomin: Hejmara Dosyayan: 40
Hejmara Kesan: 55
Hejmara Rojnamevanên Girtî: 63
 
ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Biryara Qedexeyên Weşanê: 11
 
ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA ÎNTERNET-MEDYAYA DIJÎTAL
 
Nuçeyên Hatine Qedexekirin: 268
Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî: 164
 
ROJNAMEGERÊN NIHA DI GIRTÎGEHÊ DE 
 
* Abdurrahman Gok - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Ahmet Metîn Sekîzkardeş - Rojnameya Zamanê
 
* Ahmet Uzan - Midûrê Nûçeyan a Rojnameya Sabah Egelî 
 
* Alî Aşîkar - Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Alî Unal - Nivîskarê Rojnameya Zamanê 
 
* Aytekîn Gezîcî - Rojnameger - Nivîskar 
 
* Baran Karadag - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat
 
* Bariş Pehlîvan - Rojnameger
 
* Batûhan Çolak - Rojnameger
 
* Celalettîn Can  - Nivîskar
 
* Cengîz Dogan - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Mavî ve Kent 
 
* Çetîn Çîftçî - Nûçegihanê Rojnameya Bugunê yê Parlamentoyê 
 
* Derya Ren - Nûçegihana JINNEWS’ê 
 
* Devrîm Ayik - Xebatkara Kovara Ozgur Halkê 
 
* Dîcle Muftuoglû - Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê 
 
* Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
 
* Elîf Ersoy - Berpirsyarê Karên Nivîsan ê Kovara Yuruyuşê
 
* Eray Gozutok - Belavkarê Rojnameya Atilimê 
 
* Ercan Gun - Midûrê Nûçeyan ê Fox TV’yê
 
* Erdal Susem - Edîtorê Kovara Eylûlê 
 
* Erol Zavar - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Odakê 
 
* Ferhat Çîftçî - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê 
 
* Firat Can Arslan - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) 
 
* Farûk Gungor – Rêveberê Haber Reportê
 
* Gultekîn Avci - Nivîskarê Rojnameya Bugunê 
 
* Hamdullah Bayram - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Hasan Taşar - Nûçegihanê TRT’ê yê Enqereyê
 
* Hatîce Duman - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsna ê Rojnameya Atilimê 
 
* Hudaverdi Yildirim - Edîtorê Nûçeyan ê Can Erzincan TV’yê
 
* Îbrahîm Karakaş - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê 
 
* Îsmaîl Çoban - Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê 
 
* Kadîr Koç - Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê Berê
 
* Kenan Karavîl - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyo Dunyayê 
 
* Mehmet Baransu - Nivîskarê Rojnameya Tarafê 
 
* Mehmet Şah Oruç - Rojnameger
 
* Mehmet Gundem - Rojnameger
 
* Melîh Gasgar - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê yê Balikesirê
 
* Merdan Yanardag - Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê 
 
* Mîktat Algul - Gerînendeyê Giştî yê Weşana Mezîtlî FM’ê 
 
* Mîkaîl Barut - Rojnameger 
 
* Mûrat Çapan - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Kovara Noktayê 
 
* Mûrat Verîm - Rojnameger
 
* Mûstafa Gok - Nûnerê Dovara Ekmek ve Adalet ê Enqereyê 
 
* Mûstafa Unal - Rojnameya Zamanê 
 
* Nadiye Gurbuz - Edîtora ETHA’yê 
 
* Osman Çalik - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Radyoya Samanyolu Haberê 
 
* Ozden Kinik - Xebatkarê TRT’ê 
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
* Recaî Morkoç - Edîtorê Buroya Herêma Antalyayê yê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê 
 
* Remzî Akkaya - Rojnameger
 
* Rifat Soylemez - Xwediyê Rojnameya Adana Haberê 
 
* Samî Tunca - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Mucadele Bîrlîgiyê 
 
* Sedat Yilmaz - Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê 
 
* Semîh Elîtaş - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Serkan Sedat Guray - Produktorê Bernameyê yê Burç FM’ê 
 
* Sertan Onal - Rojnameya Halkin Gunlugu 
 
* Sîbel Mustafaoglû - Xebatkarê Azadiya Welat 
 
* Sûha Çardakli - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
 
* Taner Talaş - Rojnameger 
 
* Turgut Usul -  Nûçegihanê TRT’ê 
 
* Tulay Canpolat -  Nûçegihana Rojnameya Sabahê yê Enqereyê 
 
* Zafer Ozcan -  Edîtorê Aboriyê yê Rojnameya Bugunê 
 
* Ziya Ataman - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)
 

Sernavên din

05/10/2023
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN