‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’

  • rojane
  • 09:09 2 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Hevserokê TUAYDER'ê ya Çukurovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku bi komployê paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hedef hatiye girtin û li dijî komplo û tecrîdê rastiya gelekî ku xwe li derdora Abdullah Ocalan kiriye xelek heye. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û wî anîn radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 25 in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîfa F’yê di nava şert û mercên dijwar ên tecrîdê tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Ocalan nehatiye girtin û hevdîtina malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. 
 
Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê li gel wî axivîbû. Abdullah Ocalan bi rêya Mehmet Ocalan hişyarî dabû û gotibû,  “Dewlet pir bi talûke dilîze.” 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan û Hevserokê Komeley Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAYDER) Ergîn Altûntaş komploya navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê nirxandin. 
 
Çukurova TUAYDER Ergîn Altûntaş
 
BI BOP’Ê XWESTIN MUDAXILEYÎ KURDAN BIKIN 
 
Altûntaş da zanîn ku komploya navneteweyî ku pêngava yekemîn a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) ya Amerîkayê ye, destwerdana li dijî kurdan û destkeftiyên wan e û got: "Ev meyl di destpêkê de ji aliyê dewleta tirk ve hatin plankirin. Piştre li gorî berjewendiyên xwe hêzên cîhanî û Gladîoya NATO’yê ketin nava vê yekê. Ocalan ev rewş dît û dest bi lêgerîna tiştên cuda kir. Di salên 1993-94 û 1998’an de agirbest ragihand. Ev agirbestên ku bi awayekî yekalî hatin ragihandin, tu bersiv negirtin û tevî vê yekê jî hatin bicihanîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ber ku di nuqteyeke ku her tim xwe nû dike de weke metirsî hate dîtin.”
 
‘ARMANC PARADÎGMAYA OCALAN BÛ’ 
 
Altûntaş anî ziman ku li dijî Abdullah Ocalan ku di dîzaynkirina jinûve ya Rojhilata Navîn de bi roleke girîng radibû destwerdanek hat kirin û wiha got: “Armanca vê destwerdanê ne tenê ji aliyê leşkerî ve, li ser paradîgmaya Ocalan jî bû. Di pêvajoya komployê de jî Ocalan gel bi rêxistin kir, ji bo gel xebitî û ji bo yekitiya neteweyî gavan diavêt. Ji ber vê yekê ev yekitî bi yekbûna li çar parçeyên Kurdistanê li dora Ocalan pêk hat. Ev yek bû sedema herî mezin a tevlibûna hêzên cîhanî di nava komployê de. Fikra Ocalan li Rojhilata Navîn belav bû, gelan vê fikrê hembêz kir û ji gelên cîhanê re bû mînak. Komploya navneteweyî bi polîtîkaya tecrîdê didome. Komplo di her serdemê de bi rengên cuda derketiye holê. Di sala 2016’an de polîtîkaya tasfiyeyê ya li dijî kurdan ket meriyetê û îro jî siyaseta qirêj a hevkar a PDK’ê derketiye holê. Operasyonên li dijî qadên parastina medyayê, zextên li ser gel û polîtîkayên şerê taybet bêyî komployê nayên dîtin. Lê berxwedana bênavber a li dijî komployê didome. Teza Modernîteya Demokratîk, nasnameya jina azad û berxwedan bersiva herî mezin a li dijî komployê ye. Rastiya gelekî ya li derdora Ocalan bûye xelek heye.” 
 
 
‘DIVÊ DAXWAZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN BÊ KIRIN’ 
 
Parlamenter Alî Bozan
 
Parlamenter Alî Bozan jî diyar kir ku bi komployeke navneteweyî tê xwestin pirsgirêka kurd ji ser rûpelên dîrokê bê paqijkirin û ev şîrove kir: “Ji ber ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û li Girava Îmraliyê bi cih kirin, bi vê yekê re jî hat xwestin pirsgirêka kurd dîl bigirin.” 
 
Bozan diyar kir ku di komploya navneteweyî de fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan hedef hatiye girtin û got: "Di serdema ku komploya navneteweyî pêk hat, belkî wê demê birêz Oclaan tenê ji aliyê kurdan ve weke rêber dihat qebûlkirin. Fikrên Ocalan li hemû cîhanê belav bû û vê yekê kir ku Ocalan weke rêberê xwe qebûl bikin. Tevî hemû şert û mercên giran ên tecrîda li ser Ocalan, paradîgmaya wî ev armanc berovajî kir. Ramanên wî li deverên cuda yên cîhanê bûne mijara nîqaş û tezan. Komploya ku 31 meh in bi tecrîdê bi rengekî herî dijwar berdewam dike. Dewlet dixwaze gelên cîhanê Ocalan ji bîr bike, nemaze jî naxwaze kurd ji fikrên wî haydar û sûdê bigirin. Piştî vê qonaxê pêwîste gelên Rojhilata Navîn nemaze jî gelê kurd ne tenê divê li ber tecrîdê rabin her wiha divê daxwaza azadiya birêz Ocalan jî bikin. Pêwîste rê li ber înîsiyatîfa çareseriya pirsgirêka kurd di şert û mercên azad de bê vekirin."
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

05/10/2023
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin