Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir

  • rojane
  • 13:10 29 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Welatiyan li Amedê bertek nîşanî bihakirina heqê rê dan û gotin: “Em nikarin debara xwe bikin. Em hatine ber firînekê, hindik maye em bikevin.” 
 
Li Amedê carek din heqê rê hat bihakrin. Bi vî awayî di nava 4 mehan de cara sêyemîn e heqê rê tê bihakirin. Odeya Kooperatîf û Şofêrên Otobusên Gel daxwaz kir ku di rêjeya ji sedî 50’î zem bê kirin. Şaredariyê bersiva vê yekê da û ji sedî 36 heqê rê bihakirin. Bi bihakirina dawî re heqê rê yê dolmîşan ji bo xwendekaran ku 6 lîre bû kirin 8 lîre û heqê rê yê tam ku 10 lîre bû derxistin 14 lîreyan. Heqê rê yê otobusên şaredariyê û dolmîşên gel jî yên xwendekaran kirin 6 lîre û heqê rê yê tam jî kirin 10 lîre. 
 
Xelkê Amedê dijî heqê rê ku hatiye bihakirin nerazî ye û gilî û gazinên xwe tînin ziman. 
 
‘HEYFA MIN LI CIWANAN TÊ’ 
 
Azîze Çaliş a 75 salî bertek nîşanî bihakirina heqê rê da û got: “Em extiyar in zêde dernekavin, lê heyfa ciwanên me, ew bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Heyf û guneh ewqas heqê rê biha dikin. Şaredariya Amedê qediyaye, kêrî tu tiştekî nayê.” 
 
Dilşa Ûgûr (43) jî diyar kir ku du xwendekarên wê hene û got: “Êdî em naxwazin zem bên kirin. Em nikarin debara xwe bikin. Her tim em li dolmîş û otobusan siwar dibin. Du xwendekarên min hene û mehane tenê 10 hezar lîre tê mala me. Em nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin. Çûnehata me û zarokan… Gelek pere diçe. Pere têra heqê kirê, mitbex, mesrefên dibistanê yên zarokan nake.” 
 
Mihrîban Bulbulcu jî got: “Hevjînê min tenê dixebite. Em di kirê de rûdinên. Çûn û hatina sûkê 30 lîre diçe. Êdî em ê çi bikin, em jî nizanin.” 
 
KESA DENGÊ XWE DAYE AKP'Ê JÎ BI GAZIN E 
 
Naciye Dûran a ku dibêje wê raya xwe daye AKP’ê jî wiha got: “Her roj zem her roj zem. Me got belkî tiştek rast bibe, me raya xwe da AKP’ê. Lê her roja ku diçe her tişt biha dibe. Em çi pirs dikin, biha ye. Em viya qebûl nakin.” 
 
Zekiye Baran a xwendekara zanîngehê jî wiha axivî: “Ez rojê 5-6 caran li dolmîşê siwar dibim. Jixwe em nikarin debara xwe bikin, ji ber van bihakirina rê jî qet em nikarin debara xwe bikin. Divê ji bo xwendekaran tiştek bê kirin. Em hem neçarin bixwînin hem jî neçarin bixebitin.” 
 
ROJNAMEVAN RENÇBER: EM JÎ NIZANIN EM Ê ÇI BIKIN 
 
Rojnamevan Mahsûm Rençber jî got kartê wî yê çapemeniyê heye û di nava rojê de gelek car li otobusê siwar dibe. Rençber anî ziman ku ji ber ku gelek caran otobus tije ne an jî nayên ew neçar dimîne ku li dolmîşê siwar bibe û wiha got: “Ji bo em rojnamevan in divê em bi lez biçin û bên. Carna otobus dereng tên û neçar dimînin li dolmîşa siwar dibim. Bifikirin rojê çar pên caran siwar bibim, dike 40-50 lîre. Dema tu mehane hesabê vê yekê dike, pir pereyek zêde dike. Heke em niha rabin şofêrên dolmîşan neheq bikin, ev jî dibe şaşîtî. Niha krîzek aborî heye. Em tenê heqê rê bidin, em çi bikin em jî nizanin.” 
 
‘FEQÎR JI BIRÇÎNA DIMIRIN’ 
 
Emîne Okter jî da zanîn ku ew bi meaşê bavê xwe yê teqewîd li du zarokên xwe yên nexweş dinêre û got: “Em naxwazin heqê rê were bihakirin. Feqîr û hejar talan bûn. Ev çi zem in? Em nikarin debara xwe bikin. Feqîr ji birçîna dimirin.” 
 
‘WELAT PERÎŞAN BÛYE’
 
 Mehmet Cebe yê teqawîd bûye jî destnîşan kir ku berpirsiyarên zeman serokkomar e û got: “Vê hikûmetê welat û xelkê welat perîşan kiriye. Welat topa avêtiye. Em li ber firînekê ne, hindik maye em bikevin. Çare ew e ku xelk raya xwe nede wan.” 
 
 
 

Sernavên din

02/10/2023
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand