Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû

  • rojane
  • 10:38 26 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Rojnameger Seyît Evran, beriya jiyana xwe ji dest bide têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi MA’yê re axivî. Evran, wiha got: “Fikra ku dixwestin tune bikin, li cîhanê belav bû.” 
 
Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran, zêdetirî 30 salan li çar parçeyên Kurdistanê û gelek herêmên Rojhilata Navîn rojnamegerî kir. Di vê pêvajoyê de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji cîhanê re ragihand û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve şopand. 
 
Evran, beriya wefata xwe, têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ajansa me re axivîbû. Hevpeyvîna bi Evran re ya têkildarî bandora fikrên Abdullah Ocalan a li ser jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye: 
 
NIRXANDINA EVRAN A DERHEQÊ KOMPLOYÊ DE 
 
Evran, diyar kir ku bi milyonan kes ji fikrên Abdullah Ocalan bibandor bûne û hêzên hegemon ji ber ku ji paradîgmaya Abdullah Ocalan ditirsiyan, plana komployê xistine meriyetê. Evran, wiha domand: “Bala birêz Ocalan beriya komployê piranî li ser Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû lê bingeha bala wî ew nebû. Ji bo azadiya mirovahiyê, hemû bindestan û kesên mafên wan hatine xespkirin û rizgariya jinên tune dihatin hesibandin têkoşînek birêxistin kir. Hêzên serdest jî ev fikriyat ji xwe re weke talûke dîtin.” 
 
ROLA CENDIRMETIYÊ YA TIRKIYEYÊ
 
Bi domdarî Evran anî ziman ku Tirkiye jî di komploya navneteweyî de hatibû peywirdarkirin,  her cureyên alîkariyê jê re hatine dayîn û wiha got: “Rola cendirmetiyê ya Tirkiyeyê hêj jî didome. 23 welatan di komployê de cih girt. Ev welat ji fikrên birêz Ocalan bibandor dibûn lewma êrişeke wiha mezin birêxistin kirin. Birêz Ocalan ku di hucreyeke yekkesî de hatiye dîlgirtin, bi pêşxistina paradîgmaya xwe re hêj bêhtir bû xewnereşka van dewletên di komployê de cih girtin. Îcar jî fikrên ku tevahiya gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne pêş xist. Di demên berê de jî hebûn lê li Îmraliyê pêş xist û pêşkeşî hemû gelên cîhanê hatin kirin. Ev paradîgma li ser pergala demokratîk, parastina ekolojiyê û azadkirina jina hatiye kolekirin hate pêşxistin. Fikriyata ku dixwestin tune bikin, di nava girseyên hêj berfirehtir de belav bû.” 
 
BELAVBÛNA PARADÎGMAYÊ
 
Di berdewamê de Evran got ku paradîgmaya ku hêzên serdest dixwestin bi komployê tune bikin, li çar aliyên cîhanê ekolojîst, jin, bindest û etnîsîte xwedî lê derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro li her çar aliyên sazî û aktîvîstên ku ekolojiyê diparêzin xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku fikrên wan jî heman in. Hemû bindest û azadîxwazên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Vê yekê bi eşkereyî dibêjin. Tevahiya sendîkayên karkeran ên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku dibêjin; ‘ew di heman demê de mafên me diparêze.’ Tevahiya komên etnîkî, formên civakî û gele eşîrên li Rojhilata Navîn îro birêz Ocalan diparêzin. Ji ber ku her kes xwed di vê paradîgmayê de dibîne. Li çar aliyên cîhanê îro xwedîderketineke li fikra serdestan dixwestin tune bikin heye. Xwestin vê fikrê ji holê rakin lê niha bi fikrekî hîn mezintir re rû bi rû ne. Lê nihêrtin ku nikarin tune bikin, îcar jî hewl dan çareseriyê li wir pêş bixin. Lê rola cendirmetiyê ya ku dane Tirkiyeyê bi dawî nebûye. Tirkiye hêj jî li Rojhilata Navîn pevçûnan derdixîne, hewl dide îstîqrarê xera bike û neçareseriyê pêş dixe. Heke ji bo bidawîkirina neçareseriyan daxwazek hebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Tiştekî xelet nîne ku mirov bibêje bingeha gelek pirsgirêkên li cihanê tecrîda li Îmraliyê ye.” 
 
XWEBIRÊXISTINKIRINA KURDAN
 
Rojnameger Evran, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi sedsalaya didome û ev nirxandin kir: “Beriya PKK’ê 28 serhildan hene. Têkoşîna azadiya ya kurd ku bi Emirxan Bradostî dest pê kirî, heta sala 1938’an berdewam kir. Temenê tu serhildanan salek derbas nekir. Ji bo Agiriyê dibêjin 4 sal lê li pey hev 3-4 serhildan hatibûn kirin. Temenê Kurd a Mahabatê 11 meh bû. Tevahiya serhildanan, dev ji 2 parçeyan berde, nekarî bandorê li tevahiya parçeyekê jî bikin. Heta têkoşîna pêşmergeyan a li Başûr jî bandor li tevahiya Başûr nekir. Başûr niha 3 parçe ye. Tevek jî lokal man. Bedelên giran hatin dayîn, pêşengên wan hatin bidarvekirin û cihên gorên wan hêj jî nayên zanîn. Lê belê ev serhildan berfireh nebûn û zêde dirêj neajotin. Tekane tevgera ku karî vê yekê pêk bîne, tevgera azadiyê ya kurd anku PKK bû. Têkoşîna azadiyê li 4 parçeyên Kurdistanê û li her deverê birêxistin kir û meşand. Tenê bi 4 parçeyan re jî bisînor nema, kurdên li dîasporayê, Sovyetan û Kafkasan jî birêxistin kir û tev li vê têkoşînê kir. Tişta ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tevgerên din cuda dike ew e ku kurdên her çar parçeyan kir yek û demokratîk kir. Ev yek jî bi saya fikrên birêz Ocalan hate kirin. Goristana Şehîdan a Kobanê mînaka herî şênber a çar parçeyên Kurdistanê ye. Li vê goristanê şehîdên ji çar parçeyan jî hene.” 
 
SERHILDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
Evran, serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî komployê hatine lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Başûr, bi rojan li ser pêyan bû. Hinek pêşmergeyan xwe şewitandin. Li Rojhilat meş hatin lidarxistin û bi sedhezaran kes tev li bûn û bi rojan domiyan. Bakur li her deverê li ser pêyan bû. Li her gund, bajarok, navçe û bajarên Rojava xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Ewropayê bi ser konsoloxaneyan de hate girtin, mirov hatin gulebarankirin. Bi dehan kesên digotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li çar parçeyên Kurdistanê xwe şewitandin. Her çend ku birêz Ocalan gotibe; ‘wisa nekin, ez ne li gel vê çalakiyê me’ jî mirovan xwe şewitandin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê nehatibû dîtin. Digotin qey heke em serî bigirin dê beden belav bibe. Ev 25 sal in gel nesekinî ye û ji bo azadiya birêz Ocalan têdikoşe.” 
 
DINYAYEKE DIN MIMKIN E 
 
Evran, da zanîn ku hewl didin komploya negihiştiye armanca xwe bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê girankirin. Heke tecrîd nebûya, îro gelek şer nediqewimîn. Hêza pêşîlêgirtinê ya birêz Ocalan heye. Yek ji geşedanên sereke ya komplo bêbandor kirî jî Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bandora xwe li tevahiya herêmê kir. Dewletên herêmî gelek ditirsin. Dema li Rojava kanton hatin ragihandin, li ser kantonên Yemenê nîqaş hatin kirin û 6 kanton hatin ragihandin. Niha Misir, Cezayîr, Tunus û Sûriye vê modêlê ji xwe re mînak digirin. Ne tenê ji bo gelên herêmê, bi hezaran enternasyonalîstên cîhanê jî bi dirûşma ‘dinyayeke din mimkin e’ tev li vê şoreşê bûn. Êrişên îro li dijî Rojava tên kirin, girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Hêzên navneteweyî yên li dijî vê bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in. Divê li dijî tecrîdê zext li van hêzan were kirin û jê re bibêjin; ‘peywira xwe pêk bînin.’ Heke ev neyê kirin, tecrîd jî ranabe. Kampanya hene lê bi têrî nakin. Faşîzm, azadiyê nade. Azadî ji faşîzmê tê standin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

29/09/2023
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin