Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin

  • rojane
  • 17:39 24 Îlon 2023
  • |
img
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreya partiya xwe ya li Agiriyê de axivî, wiha got: “Em ê tecrîdê rakin, bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin.”
 
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Asayî ya Yekemîn a Rêxistina Bajêr a Agirîyê li Eywana Konferansê ya Sema Yuce ya li avahiya rêxistina bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar xist. Di kongreyê de ji bilî dayika Sema Yuce, Zennure Yuce parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Agirî û Îdirê û gelek welatî amade bûn. Di kongreya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir de pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” hat daliqandin. Girseya ku beriya kongreyê li Cadeya Wanê ya Kevin kom bû, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan azadî, bîjî berxwadana zindanan, zext nikarin me bitirsînin” ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê ve meşiyan.
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN’  
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreyê de axivî, girîngiya yekitiya kurd destnîşan kir û wiha got: “Ji bo azadiya kurd û Kurdistan divê em li dijî dijminatiyê tevbigerin. Ji bo rêxistinkirina DBP’ê me li hemû Kurdistanê weke hedefeke mezin danîn pêşiya xwe. DBP ji bo nasnameya siyasî ya kurdan saziyeke girîng e. Hêviya me ew ku gelê me xwedî li DBP’ê derkeve. Em ê faşîzmê hilweşînin ev cewhere ya li Serhedê Agiriyê heyî. Em di pêvjoyeke krîtîk de derbas dibin endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun li perçeyekî Kurdistanê li ser axa xwe bi destê dewleta tirk hate kuştin. Ji Denîz Poyraz heta Denîz Cevdet kurdên azad ên li berxwe didin hedef tên girtin. Em dizanin ku gelê me dê xwedî li mîrateya Denîz Poyraz û Denîz Cevdet derkeve.” 
 
‘PORÊ JÎNA’YÊ BÛN ALA BERXWEDANÊ’  
 
Bayindir ê têkildarî salvegera mirina jina kurd Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin de axivî, wiha berdewam kir: “Porê Jînayê bû ala berxwedanê ya gelê Kurdistanê. Jin jiyan azadî ya li Îranê dest pê kir îro li hemû cîhanê belav bû. Em bi gelê xwe, bi Serokê xwe, bi rêxistina xwe bi bawer in. Em ê bi gel, Serok û rêxistina xwe re qezenc bikin. Dewleta Tirkiyeyê bi ser dijminatiya gelê kurd xwe dide jiyîn. Sed sala wê xelas bû lê di sedsala duyemîn de jî hewl dide bi ser hebûna gelê kurd xwe bide jiyîn. Beriya sedsalan bi Peymana Lozanê Kurdistan û gelê kurd kirin çar parçe lê gelê kurd bi berxwedana xwe ev pûç kir. Em ê destûrê nedin ku dewleta Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de bi dijminatiya kurdan xwe bide jiyîn. Em ê li ber xwe bidin û serbikevin. Em bi hêvî nînin û em ê serbikevin.”
 
‘LI HER QADÊ BERXWEDAN HEYE’ 
 
Bayindir, bi bîr xist ku dewleta tirk li her qadê êrişî kurdan dike û wiha lê zêde kir: “Ji Ewropayê heta Başûr ji Rojava heta Rojhilat li her derê kurd tên qetilkirin. Armanca wan ew e ku pêşiyê li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bigirin. Lê hêza kesê tê re nake ku pêşiya vê têkoşînê bigirin. Ji nav çar dîwarên zindanê bigire heta çiyayên Kurdistanê û Ewropayê li her qadê berxwedan heye. Em li ku bin bila bibin em ê bi feraseteke rêxistinkirî gelê xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘EM Ê TECRÎDÊ RAKIN’  
 
Keskîn, ê qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Sekna Ocalan, sekna azadî û pirsgirêka kurd e. Desthilata AKP’ê û MHP’ê û dewleta tirk bi tecrîda dimeşîne rêya aştî û azadiyê girtî ye. Ew naxwazin pirsgirêk çareser bibe û aştî pêk were ji ber vê yekê birêz Ocalan tecrîd dikin. Em vê tecrîdê qebûl nakin, em ê bi berxwedan û têkoşînê vê tecrîdê rakin. Em ê bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, Zelal Yilmaz û Îsmaîl Çîftçî weke hevserokên bajêr hatin hilbijartin. 
 
 

Sernavên din

26/09/2023
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin