Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome

  • rojane
  • 15:17 20 Îlon 2023
  • |
MEREŞ - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê çû serdana mexdûrên erdhejê û got: “Birînên erdhejê bi rêya piştevaniyê tên dermankirin. Lê erdheja dewletê hêj didome.” 
 
Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên erdhejê di roja sêyan de li Mereşê dom kir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çepên Kesk Elîf Bulut, Endama MYK’a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevtap Akdag û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez û Tulay Hatîmogûllari li Mereşê çendek hevdîtin pêk anîn. 
 
Şande, ji ewil çû serdana esnafên Taxa Namik Kemal a li navçeya navendî ya Dulkadîroglû û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Piştre jî çû serdana gundê Zînkonê û bi gel re civîn li dar xist. Welatiyan pirsgirêkên xwe yên ji ber erdhejê qewimînin vegotin. Welatiyan da zanîn ku ji roja erdhejê heta niha bi saya alîkariyên saziyên civaka sivîl xwe li ser pêyan digirin û rayedaran sozên xwe pêk neanîne. Şêniyan da zanîn ku ji bo avahiyan cih hatiye diyarkirin lê tu xebat nayên kirin û li taxa wan sed mal hilweşiyane. Şêniyan, destnîşan kirin ku ji bo were gotin xebat tên kirin li taxa wan kêmek avahî hatine ava kirin û bal kişand ser zehmetiyên demsala zivistanê. 
 
Jinên tev li civînê bûn jî diyar kirin ku di konan de dimînin û erdhej ji bo jinan gelek zehmettir derbas bûye. Jinan, got ku ewlehî û mahremiyeta wan ji holê rabûye, tu mekanîzmayên ku binpêkirinên li dijî wan tên kirin jê re vebêjin nînin. Şandeyê jî pirsgirêkên welatiyan nivîsandin û diyar kirin ku dê li Meclisê bînin ziman û ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan. 
 
Şande, piştre çû Taxa Çixliyê. Şandeyê pirsgirêkan welatiyan nivîsand û got ku dê jê re bibin bersiv. 
 
'TENÊ YEK GAV NEHAT AVÊTIN’ 
 
Piştre şande çû navçeya Bazarcixê. Li konteynira ku weke rêxistina HDP’a Bazarcixê tê bikaranîn bi gel re civiya. Beriya civînê, daxuyanî hat dayîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniyê de axivî û got ku weke Partiya Çepên Kesk ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadan e. 
 
Uçar, diyar kir ku ev 3 roj in weke şande li herêmên erdhejê digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê di tevahiya dîroka xwe de tu caran ji bo erdhejan berpirsyartî li xwe negirt û ji bo dermankirina birînên gel nekete nava hewldanan. Ev, tercîheke. Hewl didin vê erdhejê bidin jibîrkirin. Lê ne erdhejeke wisaye ku bikarin bidin jibîrkirin. Di esasê xwe de gelê me du erdhej bi hev re jiyan. Yek ji wan karesata xwezayî bû û ew qediya. Ya duyemîn jî erdheja dewletê bû. Di 3 rojên ewil ên erdhejê de gelê me pirsa ‘dewlet li ku ye?’ dikir. Erdheja dewletê ji roja ewil heta niha didome.” 
 
LI NAVENDA PIŞTEVANIYÊ QEYÛM HAT TAYÎNKIRIN 
 
Bi domdarî Uçar, ev tişt anî ziman: “Li herêmên erdhejê pirsgirêka avê heye. Gelek konteyner hene ku ev 7 meh in ne daşir ne jî serşokên wan hene. Hêj jî kavil nehatine rakirin. Îktîdara AKP-MHP’ê ji piştevaniya me ya bi mexdûrên erdhejê re gelek aciz e. Lewma li Mereşê qeyûm li navenda piştevaniyê tayîn kir. Ev tişt li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Gelek kavil hêj li şûna xwe disekinin. Ev îktîdar tiştekî pir ecêb dike, şîrketa ku îhale wergirtî ji bo hesin jê derxîne dest bi kar dike û piştî hesinan ji kavilan derdixîne jî kavilan li şûna wê dihêle. Ji ber ku hesin pere dike.” 
 
CIHÊKARIYA LI HERÊMÊN ERDHEJÊ 
 
Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hilbijartinê, îktîdarê sozên xwe ji bîr kir. Lê tevî wan jî gel birînên xwe derman dike. Bêguman dê di rêveberiyên herêmî de jî heman tiştan bibêjin. Gelo ev xelkê ku di kele kela havînê de bêav hatiye hiştin dê di demsala zivistanê de çawa bijî? Zarok nikarin biçin dibistanê, barê jinan giran bûye. Îktîdar dibêje ku ‘ez tenê xizmetê ji kesên deng dane min re dikim.’ Alîkarî ji gundên kurdan û elewiyan re neşandin. Li hinek cihan 3-5 înşaet hatine çêkirin ku temamiya wan gundên tirkan û suniyan e. Em ne li dijî vê ne lê hûn mecbûr in ku alîkariyê bidin hemû welatiyan. Li dijî vê cihêkariya bawerî û etnîkî banga me ya ji bo AKP’ê ev e; xwediyên vî welatî tenê hûn nînin. Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin.” 
 
ŞANDE DÊ SIBE BIÇE HATAYÊ
 
Piştî daxuyaniyê, şandeyê di civînê de li pirsgirêkên gel guhdarî kir. Şande dê piştî bernameyên li gundên Musolar û Elîfanayê dawî li serdanên xwe yên Mereşê bîne û sibe derbasî Hatayê bibe. 
 

Sernavên din

22/09/2023
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin