Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir

  • rojane
  • 10:53 19 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Serlêdana li Dadgeha Îdarî ya bi daxwaza “rawestandina darizandinê” li dijî biryara qedexekirina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê hatibû kirin hate redkirin. Prz. Jiyan Tosûn dazanîn ku li AYM’ê amadekariyên serlêdanên nû hatin kirin. 
 
Çalakiya ku Dayikên/Malbatên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin dane destpêkirin di hefteya 964’an de berdewam dike. Qada Galatasarayê ji sala 2018’an ve qedexe ye. Di sala 2020’an de di encama mudaxaleya polîsan a hefteya 700’emîn a çalakiya Dayîkên Şemiyê ya sala 2018’an de derbarê 46 kesên ku polîsan ew derbkirin û binçavkirin de bi hinceta qanûna civîn û xwepêşandanan a hejmara 2011’an binpê kirine doz hat vekirin.
 
Parêzerên endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo yek ji malbata windakiriyan Masîde Ocak a polîsan tundî lê kir û binçav kirin û Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî hem “qedexeya mûameleya nebaş” hem jî “mafê xwepêşandan û civînan” hatine binpêkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Piştî serlêdana AYM’ê ji aliyê “qedexeya mûameleya nebaş” ve biryara binpêkirinê nehatibe dayîn jî têkildarî “mafê xwepêşandan û civînan” biryara binpêkirinê da. Tevî biryara binpêkirinê ya AYM’ê, biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet tê nîşandan û 24 hefte ne çalakî tê astengkirin. Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ku tevî tundî û astengkirinê hewl didin bikevin qadê, her hefte tên astengkirin û binçavkirin. 
 
Yek ji parêzeran ÎHD’ê û di heman demê de malbata windakiriyan parêzer Jiyan Tosûn, têkildarî biryara qedexeyê ya ji bo Qada Galatasarayê, pêvajoyên hiqûqî û serlêdana ku kirine nirxandin kirin. 
 
‘DAXWAZNAME BÊBERSIV MAN’ 
 
Tosûn, diyar kir ku biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê ji Qeymeqamtiya Beyoglûyê re şandine û da zanîn ku daxwaznameyên ji bo biryara AYM’ê bên bicihanîn dişînin qeymeqamtiyê bê bersiv dimînin. 
 
DADGEHA ÎDARIYÊ DOZ RED KIR
 
Tosûn, diyar kir ku bi daxwaza “rawestandina darizandinê” sala par li dijî biryara “fermana giştî” ya Walîtiya Stenbolê li 10’emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê doz vekiribûn lê daxwaza wan a dozê beriya du hefteyan bi hinceta xala 27’emîn a qanûna bi hejmara 2577’an bi hev re pêknehatiye hate redkirin. Tosûn, bi lêv kir ku pêvajoya darazê li ser îtîrazê li Dadgeha Îstînafê hêj didome. 
 
‘LÊPIRSÎNKIRINA POLÎSAN TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Tosûn, anî ziman ku di çalakiyên her hefte tên lidarxistin de derbarê polîsan de giliyên cuda cuda dikin û wiha got: “Heta niha ji bo 943 hefteyan bi daxwaza dozgerî destûra lêpirsînê bide serî li Walitiyê dan. Walîtiyê bi raporeke pêş lêkolîniyê biryar da ku ‘destûra lêpirsînê neyê dayîn’. Esas bêyî lêkolînekê bike, îfadeya polîsên sûcdar bigirin, polîsan tespît bikin, dîmenan lêkolîn bikin ev biryar hate dayîn. Me jî li dijî vê biryarê li Dadgeha Îdareyê îtîraz kir. Lê hêj encamek derneketiye. Ji bo 23 hefteyên din jî hêj lêpirsîn berdewam dikin.” Tosûn, da zanîn ku ji ber çalakiyê li dijî parazvanên mafên mirovan her hefte cuda cuda lêkolîn tên dest pê kirin. 
 
AMADEKARIYÊN SERLÊDANEKE NÛ
 
Tosûn, diyar kir ku xwe amade dikin ku serlêdaneke nû li AYM’ê bidin û wiha berdewam kir: “Têkildarî azadiya îfadeyê, mafê xwepêşandan û civînê, kelemçeya bi paş ve û derbkirinê û ji bo hefteyên din jî ji bo qedexeya mûameleya xerab em ê serlêdanê bikin. Ji ber lêpirsîneke bi bandor nayê kirin em ê di çarçoveya ‘mafê darizandina adil’ de serlêdanê bikin.”
 
‘HEWCEHÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’ 
 
Tosûn, bi bîr xist ku AYM’ê piştî 4 sal û nîv derbas bûn biryara binpêkirinê da û diyar kir ku ji ber biryarên AYM’ê dereng tên dayîn bandora wan li qadê nayên nîşandan. Tosûn, bal kişand ku ji bo xwe bigihînin Qada Galatasarayê divê atmosfera polîtîk bê guhertin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê niha ji aliyê mafan ve di serdemeke zextên cidî de derbas dibin. Qada Şemiyê ji bo malbatên windakiriyan gelek girîng e ji ber ku cihê hatina bahev e. Rêya ku mirov demildest bigihe vê qadê ji piştevaniyê re derbas dibe.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

20/09/2023
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê