Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin

  • rojane
  • 09:03 17 Îlon 2023
  • |
RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê bertek nîşanî hevkariya PDK ya bi Tirkiyeyê re û êrişên li dijî HPG'ê dan û gotin ku divê gelê kurd li dijî vê "îxanetê" rabe. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK berdewam dikin. Di encama êrişan de ku zêdetirî salek e berdewam dikin gelek leşkerên Tirkiye hatin kuştin û armanca ku Tirkiye dixwest pêk nehat. Tirkiye ji bo êrişên xwe li herêmê berfireh bike hevkariya xwe û PDK'ê hê xurttir kir. Tirkiye bi destê PDK'ê li herêmên şer ji bo bi wesayitên lêşkerên xwe derbas bikin rê da çêkirin û peşmergeyên PDK'î jî wekê cerdevanên xwe bi kar tîne. Herî dawî jî di 24'ê tebaxê de Wezîrê Karên Hûndir ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan serdana Irak û başûrê Kurdistanê kir. Piştî hevdîtina PDK'ê û Fîdan hevkariyên wan ên li dijî PKK jî hê zêdetir bûn. PDK ku hevkariya êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî PKK'ê dike di 14'ê îlonê de rasterast tev li şerê Tirkiyeyê li dijî PKK'ê bû. Peşmergêyên PDK'ê di 14'ê îlonê de li Gewriya Zînê ya Goşînê êrişî mevziyên gerîlayên HPG'ê kir. Li ser vê êrişê gerîlayên HPG'ê jî bersiv da pêşmergeyên PDK'ê û di encamê de di navbera pêşmergê û gerîlayan de şer derket. 
 
Piştî van geşedanan saziyên sivîl, partiyên kurd û aktivîstan bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û li dijî vê yekê bi sedan kes li Silopiya Şirnexê çalakiya meşê li dar xist. Bertekên li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û êrişên wê yê li dijî gerîlayên HPG'ê dikin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku kiryarên PDK'ê wekî "îxanetê" pênase kirin bang li kurdan kirin ku li dijî van kiryarên PDK bi yek helwestê rabin ser pêyan. 
 
'BARZANÎ JI BERÊ VE ÎXANETKAR E' 
 
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (52) bi lêv kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî li dijî kurdan şer dike û wiha got: "Em ji malbata Barzanî re dibêjin êdî bes e ev îxaneta te. Barzanî ne li dijî PKK'ê li dijî hemû kurdan e. Anku yan xwîna kurdan di wî de tune ye yan jî ji xwe re jî îxanetê dike. Em Dayikên Aştiyê şer naxwazin. Şerê birakujiyê jî qet naxwazin. Em ji Barzanî re dibêjin êdî bes e. Divê gelê kurd jî li dijî vê îxaneta rabin ser pêyan. Barzanî ji berê ve îxanetkar e. Hemû bazirganiya wî bi Tirkiyeyê re ye. Ji bo li dewlemed bibe û ji bo peran xuna kurdan dirêjîne. Li dijî vê yekê divê kurd jî bi bertek bin." 
 
'KURDAN BI DESTÊ KURDAN DIDE KUŞTIN'
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay (63) jî der barê mijarê de anî ziman ku Tirkiye kurdan bi destê kurdan dide kuştin û wiha pê dê çû: "Xwîna kurdan di Barzanî de tune ye. Heke kurd bûna ev îxanet li gelê xwe nedikir. Îro dewleta tirk başûr hemû dagir kiriye, li wir qerekol ava kirine. Ev jî ji bo berjewendiya xwe ya malbatî hevkariya dewleta tirk dike. Îro lêşkerên dewleta tirk nikare bi gerîla re şer bike ev jî ji dewleta tirk re rê ve dike û li dijî gerîla şer dike. Bila Barzanî ji xwe bipirse ev zarokên tên kuştin kurd in, ez jî kurd im. Lê em wî weke kurd qebûl nakin heke kurd bûna, kurd qetil nedikir. Çekên kîmyevî li ser daristan û xwezaya Başûr dikin ev qet nafikirê nabêje çawa ez bi wan re hevkariyê dikim. Rûmet bi wî re tune ye. Yanî sibe dû sibe êrişî wî bikin dîsa em ê biêşin. Dewleta tirk kurdan bi kurdan kuştin dide ev jî dikevin xefika wan."
 
Çay di berdewamiya axaftina xwe de Çay destnîşan kir ku aloziyên heyî girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro tecrîdeke giran li ser Serokatî heye. Ev tecrîd bandor li me hemûyan dike. Heke îro tecrîd li ser Serokatî tune bûna ev qas zarokên me jî nedimirin. Ev şerê birakujî jî nedibû. Ev qas zilm jî li ser girtiyên me nedihat meşandin."
 
'BARZANÎ KURDAN QETIL DIKE'
 
Dayika Aştiyê Emîne Yaşar (73) jî kiryarên PDK'ê wekî dijminatiya li dijî kurdan pênase kir û wiha bertek nîşan da: "Heke hevkariya Barzanî nebûna dewleta tirk nedikarî ev qas êrişî kurdan bikin. Barzanî kurdan qetil dike. Yên ku kurdan qetil dikin ne kurdin. Tirkiyê peran dide Barzanî ev jî ji bo wan pereyan kurdan qetil dike."
 
'DIVÊ KURD RABIN SER PÊYAN'
 
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş (59) jî diyar kir ku divê gelê kurd bi yek dengî li dijî hevkariya PDK'ê rabe ser pêyan û wiha got: "Em kurd vê îxanetê qebûl nakin. Ev zarokên ku bi destê Barzanî tên qetil kirin zarokê me ne. Bavê Barzanî jî îxanetkar bû bi xwe jî îxanetkar e. Êdî em şerek çebe jî em nikarin bêjin şerê birakujiyeyê. Ji ber ku Barzanî ne kurd e û em wî qebûl jî nakin. Em Barzanî nikarin weke kurd pênase bikin. Ji bo berjewendiyên malbatî Başur hemû teslîmî tirkan kiriye. Divê gelê kurd li dijî malbata Barzanî yek bertek bin û vê yekê şermezar bikin." 
 
 
MA / Ceylan Şahînlî - Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

20/09/2023
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê