Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde

  • rojane
  • 11:23 15 Îlon 2023
  • |
img
AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gelê kurd dê kesên rê li ber şerê birakujiyê vedikin efû neke û wiha bang li PDK’ê kir: “Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi xwe re wêraniyê tîne berde.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHADFED), Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER)  û Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) têkildarî êrişa PDK’ê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê li Buroya Piştevaniyê ya Giştî ya DBP’ê ya li navçeya Rezan a Amedê bi sernavê “Erka me parastina destkeftiyên xwe û pêşîlêgirtina li birakujiyê ye” daxuyaniyê dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
  
‘PARASTINA DESTKEFTIYAN Û AZADIYÊ ERKA ME TEVAN E’
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Ozturk, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe ku li aliyekî di warê azadiyê de xwedî derfetên dîrokî ye û li aliyekî jî bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Ozturk, wiha domand: “Dîrokê û şert û mercên berpirsyariya parastina destkeftiyên me û parastina azadiyê daye ser milê her yek ji me. Her kesê ku dixwaze gelê kurd di dîrokê de bi awayeke azad ciyê xwe bigre û bûye şirîkê vê armancê, divê bi vê hesasiyetê tevbigere da ku ev armanca gelê me pêk were.” 
 
‘DESTKEFTIYÊN GELÊ ME DI BIN ÊRIŞAN DE NE’
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku di vê serdema ku gelê kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye û hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin ku destkeftiyên gelê kurd ji holê rakin de, ew îxtîmala pêkhatina şer û pevçûnan a di navbera kurdan de ti carî qebûl nakin. Ozturk, di berdewamê de wiha got: “Ji bo ku di nav gelê kurd de yekitî pêk were û yekitiya neteweyî ava bibe bi salan e em di nava hewldanan de ne, em bang li berpirsyarên ku bi têkiliyên xwe yên her ku diçe dibin sedmên pevçûnan dikin ku berjewendiyên gelê xwe li ber çavan bigirin.”
 
BANGA LI PDK’Ê KIR: DEV JI VÊ HELWESTA XWE YA BÛYE SEDEMA WÊRANIYÊ BERDE
 
Di berdewamê de Ozturk got ku ew hîn jî di bin bandora şerê birakujî û şerê navbera kurdan ê berê de ne ku bû sedema trawma û wêraniyeke giran. Ozturk, wiha got: “Îro jî weke berê hêzên ku dixwazin gelê kurd têk biçe, bindest bikin û bêstatû bihêlin, wê herî zêde sûdê ji şerê navbera kurdan bigirin. Ên ku dixwazin berê gelê kurd bide hev û bi vê hêviyê di kemînê de ne, bê fikare dijminên gelê kurd in. Weke berê îro jî yên ku bi birakujiyê têk biçe di serî de wê gelê kurd û her kesê ku li ser navê gelê kurd siyasetê dike bin. PDK ev demeke dirêj e ku bi Tirkiyeyê re şirîkatiyê dike û piştgiriyê dide polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê kurd, di vê mijarê de em bi taybetî bang li PDK’ê dikin ku dev ji vê helwesta xwe ya berê ya ku bû sedema wêraniyê berde, bi awayeke cidî û berpirsyar tevbigere. 
 
GELÊ ME DÊ KESÊN RÊ LI BER BIRAKUJIYÊ VEDIKIN EFÛ NEKE
 
Di nav gelê kurd de bi destê hêzên hegemonîk ve sînor hatin avakirin û Kurdistan hate parçekirin. Gelê kurd hem berî û hem jî piştî parçebûna Kurdistanê bi têkoşîna xwe bêhempa ji hemû cîhanê re bû mînak. Ev têkoşîn di dem û derdora xwe de veguhertinên mezin afirand û di rêya ku ber bi azadiyê ve diçe de, ji bo pêşerojê bû mîrateyek. Piştî ewqas têkoşîn û bedelên giran, di demeke ku gelê kurd ew qas nêzî aştî û azadiya ku heq dike bûye de, yên ku bibin amûrê polîtîkayên dewletên metînger, wê di nav rûpelên reş ên dîrokê de cih bigrin ku ne tê jêbirin û ne jî tê jibîrkirin. Gelê me wê tu carî yên ku li gor daxwaza hêzên herêmê yên ku sed sal in Kurdistanê dagir kirine, rê li ber birakujiyê vekin efû neke. Em careke din di hizûra gelê xwe de bang li derdorên pêwendîdar dikin ku bi roleke bi vî rengî ya xerab û wêranker neyên rojevê, bi berpirsyariyake exlaqî, wijdanî û dîrokî tevbigerin.
 
BANGA JI BO GELÊ KURD
 
Ji vir ve em bang li hemû hêzên Kurdistanê bi taybetî gelê xwe, rewşenbîr û hunermendên xwe dikin; îro erka sereke ya her kesê ku ji gel û welatê xwe hez dike ew e ku destkeftiyên gelê xwe biparêze, rê li ber şer û pevçûnên navxweyî yên ku zirarê dide destkeftiyên me bigre û ji bo avakirina yekitiyê di nav hewldanan de be. Sibe dibe ku pir dereng be, îro divê em hemû bi hev re di nav liv û tevgerê de bin. Tecrubeya me ya ku ji têkoşîna gelê me ya bi sedsalan pêk tê,  wê me pêş ve bibe. Weke li Kobanê û di meseleya Kerkûkê de jî hate dîtin , dema em bi hev re tevbigerin tu hêz nikare li ber me bisekine, bi yek dilî, bi yek dengî em tevbigerin em ê serbikevin.  Îro ew roj e ku em mil bidin mile hev û bi hev re ber bi azadiyê ve bimeşin!”
 
DÊ LI SILOPIYAYÊ DAXUYANÎ BÊ DAYÎN 
 
Ozturk, got ku dê têkildarî geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê sibe li ber deriyê sînor ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê kir. 
 

Sernavên din

17/09/2023
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin