Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku li Qada Stasyonê xîtabî bi hezaran kesî kir, bal kişand ser polîtîkayên şer û xwest ku bi destê aştiyê yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê girtin. 

Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke civakî jiyaneke wekhev û azad" dest pê kir. Qada Statsyonê ku mîtîng lê tê lidarxistin bi alayên partiyê hat xemailandin û pankartên "1'ê Îlonê aştî ye", "Em li ber şeran ardibin, em jin aştiyê dixwazin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Tu jî ji bo aştiyeke birûmet rabe ser xwe", "Şewitandian daristanan polîtîk e", "Dîsa jin, dîsa jiyan" û "Jin temînata aştiyê ye" hatin vekirin. 
 
JIN BI MEŞÊ KETIN QADA MÎTÎNGÊ
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û parlementer Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal û jinên TJA'yî bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" û "Azadî ji bo jinên girtî" ber bi qadê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin, jiyan, azadî" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. 
 
Gel di du noqteyan re dikeve qada Stasyonê. Li ehr noqteyê lêgerîn heye. Polîsan nehişt rojnamevan pênûsên xwe yên ji bo nîşegirtinê bi xwe re bibin qadê. û
 
Tevî hemû astengiyan jî ji heft saliyan heya heftê saliyan her les diçe qada mîtîngê. Li qadê dirûşmeya "Pêşengê aştiyê li Îmraliyê ye" olan da.
 
Li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girseyê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanan dirûşmeya "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin. 
 
Di dema berzkirian dirûşmeyan de polîsan dengê pergala deng bilind kirin. 
 
Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Şahîn girseyê silav kir û got: "Me dixwest em li vir tiştên xweş bibêjin, lê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê canê xwe didin. Girtiyên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê." 
 
Piştî axaftinê parlementerên herêmê yeko yeko gel silav kirin. 
 
‘GELÊ KURD JI BO AZADIYA XWE LI BER XWE DIDE'
 
Paşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk di serî de Dayikên Aştiyê û bi giştî hemû beşdaran silav kir. Ozturk ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, got: "Ger li welatekî azadî û aştî hebe, wateya 1'ê Îlponê jî mezin e." 
 
Ozturk bal kişand ser dîrokçeya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê û got: "Di vî şerî de mirovahî winda kir. Ji bo bi qîmeta aştiyê bê zanîn ev roja hat îlankirin. Li Kurdistanê sed sal in gelê me ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide. Vî 50 salên dawî gelê kurd dizane ku her cara firsend bi destê birêz Ocalan ketiye tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn hêviyên mezin çêbûne. Lê AKP-MHP ji bo vê hêviyê tune bike, tecrîdê krûtir kir. Ji ber ku dijminê demokrasî û aştiyê ne tecrîdê kûr kirin. Newroza 2013'an a Amedê tê bîra her kesî. Di Newroza 2013'an de Abdullah Ocalan peyama xwe da. Pêvajoya aştiyê dest pê kir. Kurd, tirk, laz û çerkes hemû gelan jiyanê dît. Îro krîza aborî dest pê kiriye. Sedema vê krîzê şer e. Sedema bidawîbûna demokrasiyê şerê li hemberî kurdan e. Ji bo ser feraseta xwe ya faşîst û polîtîkayên xwe yên qirêj bigirin li dijî kurdan dest bi şer kirin." 
 
Ozturk bilêv kir ku lê kurd bi şer, kuştin û îşkenceyê naqedin û got: "Divê aştiyeke birûmet bê Tirkiyeyê. Tekane çare ev e." 
 
'BI DESTÊ AŞTIYÊ YÊ OCALAN BIGIRIN'
 
Ozturk wiha domand: "Îro ro firkirên birêz Ocalan li seranserê cîhanê belav bûne. Birêz Ocalan li dijî van faşîstan li ber xwe dide. Me ji bo aştiyeke birûmet daye ser vê rêyê. Me gelek bedêl dane, lê heya em azad bibin em ê bedêlê bidin. Meseleya kurd îro ne Tirkiyeyê, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Îro sedema ku hûn nikarin annekî bibin malê, ev feraseta faşîst e. Bi destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Ger hûn bi wî destî bigirin, dê aştî çêbibe. Em ê ji bo aştiyeke birûmet heya dawiyê bitêkoşin." 
 
Mîtîng bi axaftina Hevberdveka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê didome. 

Sernavên din

04/09/2023
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye