1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl di daxuyaniyên ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bang li desthilatdariyê hat kirin ku demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne. 

  
Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan û bal kişand ser pêkanîna aştiyê. 
 
WAN
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de pankarta “Aştî jiyan e” hat vekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay daxuyanî da û anî ziman ku ji Efrînê heta rojhilatê Kurdistanê, ji Şengalê heta Mexmûrê bi milyonan însan ji ber şer ji warê xwe bûne û got: “Şer qetlîama Roboskî bi xwe ye. Bi şer çanda jiyankirina mirovan wêran dikin. Ev bi destê siyaeta şer tê kirin. Çi dibe bila bibe em ê tariya tecrîdê ji holê rakin û têk bibin û li dijî şer aştiyê bixwazin. Em ê li dijî şer jiyanê biparêzin.” 
 
MÊRDÎN
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Rêvebera ÎHD’a Mêrdînê Hîcran Erdînç daxuyanî da û got bi wesîleya rojê ew carek din bi dengek berzkirî daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman û ew dixwazin polîtîkayên aştiyê ku dawî li yekperestiyê, nijadperestiyê, cihêkirinê û nefrete tîne bikeve dewrê û got: “Em bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne. Heta aştî pêk were em ê têbikoşin.” 
 
ÊLIH
 
Bi pêşengiya Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek girseyî hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên 48 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi çar zimanan dovîzên “Aştî” hatin hildan û pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî teminata mirovahiyê ye, bijî aştî” hat vekirin û beşdaran pêşmalkên spî li xwe kirin. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û got ew ê di her şert û merci de dawa aştiyê bikin. 
 
Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek jî heta ku ew aştiyek bi rûmet ava bikin dê têkoşîna xwe ya bo aştiyê bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê li ser navê aştiyê kevok û pifdank hatin firandin. Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe nobeda aştiyê hat girtin û çalakî bi dawî bû. 
 
MÛGLA
 
Xelkê gundê Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve li dijî birîna daran çalakî li dar dixin û li ber xwe didin jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. Ramazan Akgul û Melîs Tantan daxuyanî xwendin û xwestin li dijî şer, kuştin, talankirina xwezayê, feqîriyê û koçberiya bi darê zorê aştî bikeve meriyetê. 
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD’a Îksenderûnê jî li Parka 1 Saglikli Yaşam daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji şer re na! Bila aştî niha pêk were” hildan. Hevserokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk daxuyanî xwend û xwest dawî li polîtîkaya şer were anîn û tecrîda ji ser aştiyê bê rakirin. 
 
ENQERE   
 
Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê 13’emîn Nobeda Aştiyê ya her roja înê ya ewil a mehê diyarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir û li avahiya xwe daxuyanî da. Pankarta “Divê aştî niha pêk were” hat daliqandin û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Hevseroka HDP’a Îzmîrê Pakîze Sînemillîoglû û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç daxuyanî xwend. 
 

Sernavên din

04/09/2023
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye