Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e

  • jin
  • 09:06 31 Tebax 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê ku di 1'ê Îlonê de bi laçikên xwe yên spî li qadan e, wiha bang kirin: "Yê ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e, divê hevdîtin pêk bê."
 
Tirkiye, di şert û mercên şer de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dike. Polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP'ê yên li hemberî kurdan her diçe kûrtir dibin. Jinên ji ber ku doza aştiyê dikin tên binçavkirin û girtin, tevî hemû zext û zoriyan jî dest ji qadan bernadin. Dayikên Aştiyê yên ji bo bidawîbûna şer û pêkanîna aştiyê datên qadab, dê îsal jî daxwazên xwe di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bînin ziman. 
 
Dayikên Aştiyê daxwazên xwe yên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bilêv kirin. 
 
3 ZAROKÊN WÊ TEV LI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛN
 
Dayika Aştiyê Meryem Erbey a 66 salî ku kurek wê û 2 keçên wê tevlî têkoşîna azadiyê bûne, anî ziman ku di şer de bi hezaran canê xwe dane. Erbey diyar kir ku ew li dijî mirina mirovan tevlî gelek çalakiyan bûye û got: "Em dixwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin. Lewma em gelek caran çûn herêmên operasyonê û me xwest em pêşî li ber şer bigirin. Lê belê em tim rastî êrişên leşker û polîsan hatin." 
 
PIŞTÎ HER ÇALAKIYÊ ZEXT
 
Erbeyê bilêv kir ku li Mêrsînê piştî her çalakiyê rastî binçavkirinan û avêtina ser malan tên û got: "Lê tevî hemû zextan jî ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim. Dewleta tirk pêşî li ber dewleteke demokratîk digire û ji bo berjewendiyên xwe leşker û polîsên xwe dikuje. Lê halbûkî têkoşîna me ji bo gelê tirk û kurd e."
 
Erbeyê wiha got: "Kurekî min jî 13 sal in girtiye. Rastî her cure îşkenceyê hatiye. Zarokên me dişînin girtîgehên pir dûr. Saleke min kurê xwe nedîtiye. 2 Dayikên Aştiyê gava ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Colemêrgê di rê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku xwestin dawî li zilmê bê girtin hatin binçavkirin û di rêça demokrasî û mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dan. Berprisê vê dewleta tirk e." 
 
'MIFTEYA AŞTIYÊ OCALAN E'
 
Erbey destnîşan kir ku divê kurd li dijî zextan yekîtiya xwe ya neteweyî çêkirin û wiha pê de çû: "Erdogan dixwaze gelê kurd bera hev bide û divê Barzanî berbayî lsîtikên wî nekeve. Bi operasyonên li Kurdistanê her roj xwezaya me bi awayekî hovane tê qirkirin. Divê her kes li ber vî şerê ku 40 sal in didome rabe. Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Ji ber ku ji tecrûbeyên Ocalan ditirsin, wî tecrîd dikin. Ger hevdîtin bihata kirin, dê aştî bihata Rojhilata Navîn. Mifteya Rojhilata Navîn di destê Abdullah Ocalan de ye. Hemû cîhan bi vê dizane û hemû cîhan dizane mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan e. Bang li hemû kurdan dikim; ji bo Serok, ji bo zarokên me yên girtî, li dijî qirkirina xwezayê em di 1'ê Îlonê de bibin deng. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan." 
 
'EM BI LAÇIKÊN XW EYÊN SPÎ LI QADAN E'
 
Dayika Aştiyê Kadriye Ogûz a 62 salî jî diyar kir ew ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin û got: "Ger gelê krud nebe yek, dê tune bibe." Ogûzê destnîşan kir ku bi taybetî divê jin li dijî şer bin û got: "30 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin. Zarpokên me li girtîgehan tên îşkencekirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Wijdanê min vê yekê qebûl nake, em nikarin li malên xwe rûnên. Em bi salan e ji bo xwîn nerije têdikoşin. Ji bo dawî li şer bê divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Êdî bes e ji vî şerî re, bila aştî çêbibe. Em di 1'ê Îlonê de bi hev re li qadan aştiyê biqîrin." 
 
 
 
 

Sernavên din

01/09/2023
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan