Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan

  • rojane
  • 09:02 25 Tebax 2023
  • |
img
DÎLOK -  Girtiyê nexweş Mehmet Elçe yê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, çendî rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî nayê berdan. Bêyî delîl 12 caran cezayê muebeda giran li Elçe hatiye birîn.
 
Girtiyê nexweş Mehmet Elçe (60) ku pençeşêra mîdeyê lê peyde bûye û di Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê de ye, nayê berdan. Elçe, di 31'ê tebaxa 2016'an de ji ber îfadeya xwişka wî ya li midûriyeta polîsan di bin îşkenceyê de dabû, li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat girtin. Elçe, bi teqîna ku di 26'ê Tebaxa 2016'an de li Cizîrê çêbûbû û 12 polîs tê de miribûn, tê tawanbarkirin. Beyî ku ku delîl hebin 12 caran cezayê muebeda giran li Elçe hatiye birîn.
 
Nexweşxaneyê ji ber nexweşîna pençeşêrê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Elçe. Lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha heya niha ji xeynî nexweşîna pençeşêrê, li girtîgehê nexweşîna wekî şekir û tansiyonê jî lê peyda bûne û 2 caran anjiyo bûye. Ji ber vê Elçe nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. 
 
Heya niha malbata Elçe ji bo berdana wî gelek caran serlêdan kirine, lê tu encam bi dest nexistine. Ji ber vê malbatê ji bo alîkariya di warê hiqûqî de serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê da. Endamê OHD'ê parêzer Yûsûf Kartal ku li girtîgehê serdana Elçe kir, der barê rewşa wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
BÊYÎ DELÎL 12 CARAN CEZAYÊ MUEBEDA GIRAN LÊ BIRÎNE
 
Parêzer Yûsûf Kartal da zanîn ku piştî teqîna Şirnaxê bêyî ku delîl hebin 12 caran cezayê muebeda giran li Mehmet Elçe hatiye birîn û wiha got: "Tenê li ser îfadeya xwişka wî ku di bin îşkenceyê de gotiye,'Birayê min wesayîtê diajot' Elçe hatiye girtin û 12 caran cezayê muebeda giran û bi tevahî 2 hezar 500 sal ceza lê hatiye birîn. Dadgehê bêyî ku li delîlan binêrê û lêpirsînê bike demildest cezayekî giran lê birî. Ji bo piştî teqînê bertekan kêm bikin tevî ku Elçe di nav bûyerê de tune bûye jî ceza lê birîn. Dema em li dosyaya wî dinêrin, tu delîlên ku ew pê bê tawanbarkirin tune ye." 
 
RAPORA NIKARE DI GIRTÎHÊ DE BIMÎNE
 
Kartal bi domdarî diyar kir ku di 8 salên girtîgehê de nexweşiya pênçeşêra mideyê li Elçe peyda bûye û nexweşxaneyê jî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne' daya wî. Kartal destnîşan kir ku tevî raporê jî Elçe nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî rapora nexweşxaneyê parêzerên Elçe serdana berdana wî dikin lê dema ev serdan dikin dadgeh demildest cezayê Elçe erê dike. Yanî ji dêvla ku Elçe demildest bê berdan, dadgeh tevî nexweşiya wî jî bi lêz û bez cezayê wî erê dike."
 
'BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATIYE HIŞTIN'
 
Kartal anî ziman ku beriya girtinê tu nexweşiyên Elçe tune bûne, lê di girtîgehê de gelek nexweşî li wî peyda bûne û ev tişt gotin: "Piştî ku pençeşêra mîdeyê li wî peyda dibe, 2 caran anjiyo dibe, nexweşiya tansiyon û şeker jî li wî peyda dibin. Elçe êdî hatiye wê rewşê ku bi tenê serê xwe nikare bi rê ve biçe û pediviyên xwe dabîn bike. Dema em diçûn hevdîtinê jî du karmendên girtîgehê diketin milê wî û wî wisa dianîn cem me. Ji ber wê jî malbata wî daxwaza erebeya seqetan ji girtîgehê kir lê daxwaza malbatê nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê malbata wî bi derfetên xwe jê re erebeyeke kirîn. Dema em li girtîgehê bi wî re axivîn jî ji me re got, mîdeya wî hatiye girtin û divê xwarina wî cuda be, lê girtîgeh kîjan xwarinê bide girtiyên din, dide wî jî. Bi awayekî zelal meriv dikare bêje ku Mehmet Elçe bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin û serdanên me yên ji bo berdana wî nayên bersivandin." 
 
'ATK SIYASÎ TEV DIGERE'
 
Kartal di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî nexweşiya giran jî ATK ji ber ku li gor siyasetê tevdigere berdana Elçe taloq dike û wiha pê dê çû: "Ji bo ku înfaza Elçe bê betalkirin malbata wî serî li her derê dide, lê nikarin tu encameke bi dest bixin. Tevî ku nexweşxane dibêje rewşa wî ne guncav e ku di girtîgehê de bê ragirtin jî ATK berdana wî taloq dike. ATK li gor biryarên nexweşxaneyê û rewşa nexweşan tevnagere, li gor meqamên siyasetê tevdigere. Ji ber wê jî yekane daxwaza me ev e ku ATK êdî bê xweserkirin."
 
'HIQÛQA DIJMINATIYÊ'
 
Kartal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hiqûqa dijminatiyê li kurdan tê ferzkiirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Kurdistanê gelek bûyerên bi vî rengî hene ku bêyî ku delîl hebin welatiyên me tên cezakirin. Di van bûyeran de bi awayekî zelal em dibînin ku hiqûqa dijminatiyê li kurdan tê ferzkirin. Yanî bêyî ku delîl hebin tu 12 caran cezayê mubedê bidî yekî ev tê wê wateyê ku tu bi hiqûqa dijminatiyê nezî wî dibe. Yanî ji bo pêşî li bertekên gel bigirin ceza dane Elçe. Gelek caran jî bêyî ku li gor hiqûqê tevbigerin bi vî awayî cezayan didin welatiyên me."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

25/08/2023
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin