Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê

  • rojane
  • 14:12 23 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedar Mesût Bagcik di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku kesên li ser telefonê pê re axivî ye di dosyayê de weke “X jin-zilam” hatine destnîşankirin û wiha got: “Tevî ku ev kes endamên PM’ê ne jî navên wan nehatine nivîsandin.” 
 
Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li dozê dinêre. 
 
Siyasetmedar Mesût Bagcik bi negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzer tev li danişînê bûn. 
 
XEBATÊN WEKE ‘SÛC’ HATINE NÎŞANDAN VEGOT 
 
Parastina siyasetmedar Mesût Bagcik di roja sêyemîn de jî berdewam kir. Bagcik, bal kişand ser dosyaya di sala 2016’an de li Çewlikê derheqê wî de hatiye vekirin. Bagcik, got ku ji ber xebateke Komîsyona Perwerdeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye darizandin û wiha domand: “Ez endamê DBP’ê bûm lê ne di komîsyona perwerdeyê lê di ya rêxistinkirinê de bûm. Di hemû partiyên siyasî de endamên Meclisa Partiyê (PM) li her deverê xebatên xwe dikin. Lê xebatên me bûne mijara darizandinê. Akademiya ku weke sûc tê nîşandan, di rêziknameya partiyê de heye. Lê weke ku tiştekî ji wê cuda be hatiye nîşandan. Perwerdeya nava partiyê, mufredat û gelek mijarên din ji hêla rêvebernameya perwerdeyê ve tê diyarkirin.”
 
‘XEBATÊN MIN MAFEKÎ QANÛNÎ YE’
 
Bi domdarî Bagcik ev tişt anî ziman: “Li gorî rêziknameya partiyê heke ji bilî komîsyona xwe ez di komîsyoneke din de cih bigirim, ev dibe sûc. Lewma mimkin nîne min di wir de cih girtibe. Her komîsyon cuda ye û xwedî heman statûyê ye. Tu kes fermanan nade û mudaxileyî xebatan nake. Ji xwe li gorî rêziknameyê ev sûc e. Min heta niha tu sûcên disiplînê nekirine. Min tenê di komîsyona birêxistinkirinê de cih girt. Hemû xebatên min, mafê min ê destûra bingehîn e. 
 
NAVÊN PÊ RE HEVDÎTIN KIRINE WEKE ‘X’ HATINE NIVÎSANDIN 
 
Çûna min a Çewlikê nayê wateya tevlibûna min a xebatên komîsyona perwerdeyê. Wê demê hevserokên Çewlikê hatibûn girtin û em jî ji bo kongreya awarte çûbûn. Min jî xebatên kongreyê meşandin.” Bagcik, dîroka kongreyê û nîşeyên din weke belge pêşkeşî dadgehê kir. Bagcik, axaftina xwe wiha domand: “Her wiha min bi xebatkarên partiyê re hevdîtin kir. Ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Min bi dehan kesan re hevdîtin kir û heke dadgeha bixwaze amade ne ku şahidiyê bikin. Hevdîtinên min ên li ser telefonê jî di dosyayê de cih girtine. Kesên min pê re hevdîtin kirine jî weke ‘x jin-mêr’ hatine destnîşankirin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Ez ê bêhneke din yek bi yek ji we re bibêjim bê ka ev kî ne. Ev yek, ji bo xapandina dadgehê hatiye kirin. Tevî ku dizanin ev kes kî ne, bi vî awayî hatine nîşandan. 
 
KOMPASA EMNIYETÊ TEŞHÎR KIR 
 
Çar hevdîtinên li ser telefonê di dosyayê de weke sûc hatine nîşandan. Ev her çar kes rêveberên fermî yên partiyê ne. Kesek nikare hevdîtina bi wan re weke sûc nîşan bide. Tevahiya axaftinan jî têkildarî xebatên partiya siyasî ne. Ji bo têkildarî rêxistinên derqanûnî de be, divê tundî, gef û rewşên di biryarên Dadgeha Bilind de cih digirin hebin. Lê hevdîtinên telefonan hatine berevajîkirin û pê lîstine. Anku hêmayên sûc ên çêker hatine afirandin. Ev darizandina bi sala ye didome, bêhiqûqtî ye.” 
 
Bagcik, navên kesên weke “X jin-mêr” hatine destnîşankirin jî got. Bagcik, anî ziman ku ji van kesan 3 jê endamên PM’a DBP’ê û yek jî Hevseroka HDP’a bajar e û navên wan got.
 
HEVDÎTIN JI DADGEHÊ PIRS KIR 
 
Di berdewamê de Bagcik ev tişt anî ziman: “Kesên lêpirsînê didomînin baş dizanin bê ka ‘X jin-mêr’ kî ne. Lê li şûna navên wan ‘X’ ê bi kar tînin da ku sûcekî biafirînin û mirovan manîpule bikin. Ev, kompaseke. Ez dixwazim ji şandeya we vê bipirsim; ev axaftinên li ser telefonê min kirin çawa dibin axaftinên derqanûnî? Hûn dê bibînin ku ne di dema axaftinê de û ne jî piştî axaftinê tu rewşên derqanûnî çênebûne. Jixwe heke hebûya dê bixina nava dosyayê. 
 
PERWERDEYA RÊZIKNAMEYÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN
 
Ez û ev kesên min pê re hevdîtin kiriye di heman komîsyonê de cih digirin. Em li ser kongreyê axivîn.” Bagcik, piştre jî naveroka hevdîtinan xwend. Bagcik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê yek tiştekî derqanûnî tê de tune ye. Axaftineke me ya têkildarî perwerdeya rêzikname û bernameyê de weke sûc hatiye nîşandan. Mafê me nîne ku komîsyonên me yên perwerde û birêxistinkirinê hebin û em têkildarî rêzikname û bernameyê perwerdeyê bidin lê yên partiyên din hene! Piştre jî qala hemwlatiye wekhev dikin. Hemû metnên hatine nivîsandin alîgir in û min duh bi belgeyan îspat kir ku hema hema tevahiya kesên amade kirine jî FETO’yî ne. Dibe ku min agahî û belgeyên xelet an jî kêm parve kiribin lewma dixwazim hûn jî lêkolîn bikin. 
 
DI GUHDARÎKIRINA CIH DE TUNE YE! 
 
Heke me sûcek kiribe, nikarim ji bo cezayê tê dayîn tiştekî bibêjim. Lê li holê sûcek tune ye. Tê îdiakirin ku perwerde di navbera 6’ê sibatê û 3’yê adarê de hatiye kirin lê têkildarî wê tenê yek tapeya min nîne. Her wiha tenê yek qeyda deng a dema li wê derê dihat guhdarîkirin a aydê min tune ye. Gelo ma heke ez tev li bûbûma, deng an jî hevdîtineke min a telefonê dernediket? Bi gotineke din, di 30 rojên perwerdeyê de tenê yek hevdîtina min tune ye. Ev yek nîşan dide ku di komîsyona perwerdeyê de nînim. Heke di partiyeke din de bûma dê bihatima xelatkirin lê li vir destên min kelemçe dikin. Gelo bi vê yekê peyamê didin ku kesek neyê partiya me? Ma heqê kesekî li ser vê heye? Tiştek pir bi hêsanî eşkere dibe bê ka kompas e yan na. Ji ewil bingeh tê amadekirin û piştre xwe li ser tê hilavêtin. Hêj dosya nehatibû ber destê min ku çapemeniyê parve kir. Serok, mîna belgeselê vegotin mîna belgeselê. Gelo ev dosya da çapemeniyê?” 
 
Şandeya dadgehê heta saet 13.45’ê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

25/08/2023
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin