Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê

  • rojane
  • 09:05 23 Tebax 2023
  • |

WAN - Hanim Kaya, diyar kir ku 2 sal in cenazeyê birayê wê Kasim Kaya yê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike." 

Di çarçoveya konsepta şer de ku desthilata AKP'ê ji sala 2015'an ve car din serî lê daye, cenazeyên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyên ku li Saziyên Tiba Edlî (ATK) ên bajarên cuda tên sekinandin, bêyî ku nasnameya wan bê diyarkirin tên definkirin. 
 
DU SAL IN LI BENDA CENAZEYÊ XWE NE
 
Kasim Kaya (Şoreş Andok) ê ji Wanê û di sala 2012'an de tevlî HPG'ê bûye, di 21'ê tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî zêdetirî 2 sal in ji bo wergirtina cenazeyê wî serî li hemû rêyên hiqûqî daye, lê belê heya niha tu tişt bi dest nexistiye.
 
Hanim Kaya, xwişka Kasim Kaya, anî ziman ku ji nûçeyan pê hesiyane ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye û got ku cenazeyê birayê wê di destê dewletê de ye. Kayayê bilêv kir ku ji bo wergirtina cenaze serî li dozgeriyê dane û ji bo DNA'yê xwîn dane û got: "Piştî testa DNA'yê 6-7 mehan tu tişt ji me re nehat gotin. Ji ber vê me car din serî li dozgeriyê da. Ji me re gotin 'ji ber ku zerfa ku encama testa DAN'yê tê de bûye vekirî ji wan re hatiye bi guman e.' Ji ber vê car din ji bo testê nimûne xwestin. Me di sala 2022'yan de car din nimûne da. Lê ev qas wext derbas bûye hê jî tiştek ji me re negotine."
 
‘BI QESDÎ NADIN'
 
Kaya anî ziman ku li Agiriyê tim bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê didin û got: "Me heya niha gelek daxwazname dane. Lê ji me re tu tişt negotin. PIştî ku me israr kir gotin testa DNA'yê li Bûrsayê ye û encama wê diyar bûye. Lê gava me hevdîtin bi dozgeriya Agiriyê re kir, ji me re gotin tu encamek negihaştiye ber destê wan. Em jî li bendê ne." 
 
Kaya destnîşan kir ku bi qesdî cenazeyê wan radestî wan nayê kirin û got: "Dixwazin malbat tim li benda cenaze be. Dixwazin şîna malbatê dirêjtir bibe û perîşan bibe. Gava mirov di warê mirovahiyê de lê mêze bike, ev nayê qbeûlkirin. Ev di tu dînan de jî tune ye. Gava kesek jiyana xwe ji dest bide, her tişt ji holê radibe. Ya dikin bêwijdanî ye. Wekî din ne tu tişt e." 
 
Kaya ku got "dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike û îşkenceyê li malbatan dike" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nahêlin malbat cenazeyên zarokên xwe defin bikin û şîna xwe deynin. Dibêjin 'em dewleteke misilman in', lê bi kirinên xwe îslamiyetê red dikin. Tenê daxwazek me heye; em cenazeyê xwe dixwazin. Du sal derbas bûne, lê deh sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin. Wan li goristana bêkesna defin dikin û Wiha difikirin ku ger wext di ser re derbas bibe dê malbat jibîr bike. Lê birayê me ne bêxwedî ye. Malbateke wî heye û qethiyen em ê dest jê bernedin. Gelek malbatên wekî me hene. Em bang li wan dikin ku dest jê bernedin û cenazeyên zarokên xwe wergirin." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

25/08/2023
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin