Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da

  • rojane
  • 09:02 22 Tebax 2023
  • |
img

ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê, soz dabû ku dê ji malbata Başaran re xanî çêbike. Piştî ku qeyûm xanî çênekir, rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ji malbata Başaran re xanî çêkir. Lê belê bi tayinkirina qeyûmê duyemîn re înşeata xênî hat sekinandin û ji ber ku xanî nehat temamkirin, malbatê li ber walîtiyê dest çalakiya rûniştinê kir. 

 
Qeyûmê Şaredariya Êlihê soz dabû malbata Başarana li Taxa Aydinlikevlerê ya Êlihê ku ji wan re xanî çêbike. Xaniyê ku 5 sal berê dest bi çêkirina wî hat kirin, hê jî nehatiye temamkirin. Ji ber vê malbata Başaran di 5'ê tîrmehê de li ber Walîtiya Êlihê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbat ku heftê pênc rojan saet ji 9'ê sibehê heya 5'ê êvarî li ber baxçeyê walîtiyê rûdinê, doza çêkirina xaniyê xwe dike. Ji 5 ferdên malbatê 3 zarok bi nexweşîna epîlepsiyê ne û bav jî çendî zanîngeh kuta kiriye jî, betal e. 
 
QEYÛM EW EWARE KIRIN
 
Mehmet Şah Başaran ragihand ku di sala 2018'an de piştî nûçeyên der barê rewşa wan a aborî de belav bûne qeyûmê wê demê Ertûg Şevket Aksoy gazî wî kiriye û jêr e gotiye dê alîkariyê bike. Başaran bilêv kir ku qeyûm Aksoy soz daye wî ku dê "xaniyekî ji wan re çêbike", lê belê tam salekê soza xwe bi cih neaniye û paşê piştî hilbijartinên 2019'an rêveberiya HDP'î dest bi çêkirina xanî kiriye. Başaran got: "Paşê hilbijartina 2019'an çêbû. Min jî ji bo çêkirina xanî serî li şaredariyê da. JI lew re xaniyê me li ber hilweşandinê bû. Piştî 3 roja şaredarî hat mala me. Piştî 3 mehan jî xanî xera kir û dest bi çêkirina xnaiyê nû kir. Înşeata sereke ya xanî temam kirin. Dîwar lê kirin. Pace û derî jî lêxistin. Paşê car din qeyûm hat tayinkirin. Paşê înşeat sekinî." 
 
Mehmet Şah Başaran
 
BIRYARA RÛXANDINÊ
 
Başaran destnîşan kir ku piştî ku înşeat sekiniye xaniyê wan bûye warê tiryakkêşan û wiha got: "Şêniyên taxê gilî kirin. Şaredariyê jî di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de biryara rûxandinê da. Yanî xaniyê ku şaredariyê ew çêkir, şaredariyê der barê wê de biryara rûxandinê da. Me jî ji bo kes nekeve hundir derî û paceyên wê girtin. Niha xênî wekî tabûtekê ye. Piştî min bi daxwaznameyê serlêdan kir, biryara rûxandinê dan sekinandin. Ji bo çêkirina xênî car din hatin, lê gotin mesrefê wê zêde ye û çênekirin." 
 
DEST BI ÇALAKIYÊ KIR
 
Başaran bilêv kir ku di 3'yê tîrmehê de hevdîtin bi Waliyê Êlihê Ekrem Canalp re kiriye. Başaran diyar kir ku hevdîtina wan kurt dewam kiriye û wiha axivî: "Min bi kurtasî meseleyê jê re got. Wî jî got, 'Şaredariyê xênî çêkir, lê hûn neketinê.' Min jê re got du zarokên min nexweş in, rewşa min a aborî nebaş e û min ji ber vê nikaribûye xênî temam bike. Me xxwest xênî bê temam kirin. Walî got, 'Em çênakin.' Min jî got, 'ger hûn çênekin ez ê xwe bikujim.' Wî jî got, 'Na, tu xwe nakujî.' Piştî vê ez ji 5'ê Tîrmehê ve li baxçeyê walîtiyê me. Heya daxwaza me bê qebûlkirin em ê li vir bin." 
 
Başaran diyar kir ku ji sala 2019'an ve di kirê de ye û xwediyê xanî heqê kirê zêde kiriye. Başaran destnîşan kir ku nan bi dest wan nakeve û got: "Çi kar hebe ez ê bikim, lê kar bi dest min nakeve. Min zanîngeh kuta kiriye, lê kar bi dest min nakeve." 
 
MA / Fethî Balaman

Sernavên din

25/08/2023
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin