Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e

  • rojane
  • 09:01 21 Tebax 2023
  • |
img
WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e. 
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz zext û îşkenceya li ser girtiyan û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 29 meh in agahî jê nayê girtin ji ajansa me re nirxand. 
 
Sînan Ozaraz
 
RÊGEZÊN HIQÛQA GERDÛNΠ
 
Sînan Ozaraz anî ziman ku divê li girtîgehan rêgezên hiqûqê yên gerdûnî werin sepandin û wiha got: “Gelek maf hene wekî nebûna îşkence û muameleya xerab, gihandina mafê tenduristiyê, ragihandin, raman û nehiştina tecrîdê. Dema em li girtîgehên Tirkiyeyê dinêrin gelek ji van mafan tên binpêkirin. Ev rewş dibe binpêkirina mafan a sîstematîk.”
 
Ozaraz da zanîn ku Baroya Wanê li ser serlêdanên girtiyan û malbatên wan li girtîgehan hevdîtinan pêk tîne û got ku di encama van hevdîtinan de rapor hatine amade dike. 
 
ATK XEMSARIYÊ DIKE
 
Ozaraz destnîşan kir ku îşkence û muameleya xerab di peymanên netewî û navneteweyî de hatine qedexekirin û wiha domand: “Înfazên li girtîgehan divê li gorî van rêgezên bingehîn be. Lê dema em li raporên xwe dinêrin hatiye tespîtkirin ku ev maf tên binpêkirin. Di warê xwegihandina xizmeta tendurstiy de gelek pirsgirêk hene. Ji bo tenduristiyê çi serlêdanan dikin jî bersiva wan nayê dayîn. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi muameleyên dijmirovî re rûbirû dimînin. Nava devê wan tê lêgerînkirin. Ev tişt di hiqûqê de nîne. Girtiyên nexweş hene. Nikarin li hepsê bimînin. Divê ev girtiyên nexweş hemû bên berdan. Lê ATK bi raporên ‘dikare di hepsê de bimîne’ berdana girtiyan asteng dike. Bi her awayî mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin.” 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’ 
 
Ozaraz destnîşan kir ku rêziknameya înfazê cihêkariyê nake û wiha got: “Yên ku cezayên siyasî digirin, cezayê duyemîn li wan tê birîn. Hejmara kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane zêde bûye. Girtî ji ber nêzîkatiya ATK'ê jiyana xwe ji dest didin. Mirov yan dema tên asta ku jiyana xwe ji dest didin yan jî dema tên rojeva Tirkiyeyê tên berdan. Gelek kes hene ku di rojevê de ne. Ev mirov mixabin terkî mirinê tên kirin. Hat gotin ku dê derbarê vê yekê de lihevkirinek bê kirin, lê tu gav nehat avêtin. Qanûn û hiqûq ji bo girtiyên ji sûcên edlî dişixûlin. Lê hiqûq û qanûn ji bo girtiyên polîtîk nayên şixûlandin. Êdî hatiye wê astê ji ber girtiyên edlî nayên cezakirin, dibêjin dikarim sûc bikim.” 
 
‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN TECRÎD E’ 
 
Ozaraz anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li Tirkiyeyê pergala tecrîdê ye û wiha axivî: “Tecrîd bûye sîstematîk û ev yek li hemû girtîgehan xwe dide der. Bi taybetî girtiyên siyasî tevî ku cezayên dîsiplînê negirtine jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Ev qawîş bandorek neyînî li tenduristiyê dikin, ji ber ku tenduristî ne tenê bedenî ye, di heman demê de xwediyê aliyekî civakî ye jî. Bi vê aliyê ve ev pêkanînek e ku binpêkirina mafan a giran diafirîne û mixabin hatiye wê astê ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê xwe dide der.”
 
MA / Bêrîvan Kutlu
 

Sernavên din

21/08/2023
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!