Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!

  • rojane
  • 09:01 19 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Botan Germiyanî ê li Herêma Kurdistanê, diyar kir ku kesên ku ji ber çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyê, nerihetiya wan wekî "sermagirtinê" hatiye tomarkirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên di 14’ê nîsana 2022’yan li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe hatibûn destpêkirin, bênavber didomin. Di van êrîşan de bi sedan caran dewleta tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne. Li herêmê êrişên hewayî û bejahiyî ev salek e ku bênavber berdewam dikin. Li hemberî van êrişên Tirkiyeyê bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Piştgirî û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re jî bi çêkirina rêyan didome. PDK’ê li herêma Zapê ku êrişên dewleta tirk lê didomin, ji bo dewleta tirk rêyên nû çêdike. Ji aliyên din ve jî bomberdûmana li ser sivîlan ên li bajarên Başûrê Kurdistanê jî bênavber didome. Dewleta tirk ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an heta niha bi taybet jî qadên sivîlan ên Herêma Kurdistana Federe hedef digire û zarok û jin jî di nav de heta niha gelek sivîl qetil kirine. Li gorî rapora Bûroya Iraq Kurdistan a Tîma Navbeynkarên Xiristiyan (CPT) di encama 42 êrişên hewayî yên li dijî qadên sivîl de 6 jê zarok herî kêm 20 sivîl hatine qetilkirin. Lê belê ji 2015'an vir ve 150 sivîl di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de hatine qetilkirin. 
 
Rojnameger Botan Germiyanî, geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.
 
Botan Germiyanî
 
'PDK RAPORÊN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ DIGUHERÎNE'
 
Rojnameger Germiyanî da zanîn ku di encama êrişên çekên kimyewî de heta niha gelek şêniyên herêmê jehrî bûne, lê belê raporên wan ji hêla PDK'ê ve hatine desteserkirin û wiha got: "Dewleta dagirker a tirk ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê û dagirkirina axa Kurdistanê ev bi salan e van êrişên xwe didomîne. Bi rojane ji bejahî û hewayî bi hemû derfetên xwe yên leşkerî êrişî li ser axa başûrê Kurdistanê dike. Heta ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Ji bo îspatkirina vê yekê bi dehan belge di destê me de hene. Welatiyên li sînor dijîn bi wan çekên kîmyewî jehrî bûne û ji ber vê jî çûne nexweşxaneyê. PDK raporên van gundiyan diguhere. Ango kesên ku bi çekên qedexekirî jehrî bûne PDK di raporên wan ê tenduristiyê de dibêje, 'serma girtine' -yan jî 'ji ber kareseteke xwezayî wiha bûne' qeyd dike. Min bi xwe jî bi gelek malbatan re ku di encamên çekên kîmyewî de jehrî bûbûn, axivî. Wan bi xwe ji me re wisa got. Ji me re gotin, 'ew dermanê ku ji bo jehrîbûnê bi kar tîne nadin ku nebe belge û nahêlin ku di raporên me de bê nivîsandin ku bi çekên kîmyewî jehrî bûne'. Ev siyaseta PDK'ê ye."
 
Germiyanî bilêv kir ku Tirkiye di demên dawî de êrişên xwe yên li ser gundên li sînor zêde kirine û wiha pê de çû: "Her wiha niha bi taybetî li ser Zap û Girê Cûdî êrişên xwe zêde kirine. Lê rastî berxwedaneke dîrokî tê meşandin û artêşa tirk bin ketiye û ev şikestineke dîrokî ye. Ji bo veşartina vê binketinê berê xwe da nav bajaran. Cihên herî qerebalix, cadeyên giştî hedefa wan de ne. Ji ber vê yekê jî PDK bi awayeke aşkere piştgiriya xwe ya ji bo dewleta tirk nişan dide. Îro PDK bûye beşek ji van komkujî siyaseta qirkirin û êrîşên dagirkeriyê. Me dît di demên pêş de tenê di nava heftiyekî de dewleta tirk a dagirker di hûndirê bajarê Kurdistanê de li dijî hemwelatiyan pênc komkujî pêk anîn. Cihê ku bombardiman kiriye ne ciheke ser sînore, ne ciheke derveyî bajêre û ne jî ciheke leşkeriyê ye. Balkêşe ku piştî her bombardimanekî dewleta tirk, PDK û çapemeniya wan û sazî û dezgehên wan îlan dikin ku li wan deran PKK heye û di heman seatê de bi ser wan bombardimanan ve bi berfirehî agahî dide."
 
'PDK PARÇEYEKE KOMKUJIYAN E'
 
Rojnameger Germiyanî anî ziman ku di her êrişeke li dijî hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê de tiliya PDK'ê heye û wiha domand: "Du armancên PDK'ê hene. Ya yekem, dixwazin ji cîhanê re û gelê Başûrê Kurdistanê re bibêjin ku yê ku tê bombardûmankirin normal e ku bimrin, ji ber çekdarên PKK'ê ne. Armanca wan a duyemîn jî, dixwazin ku ev êriş û bombardûmanên dewleta tirk bi vî awayî rewa bike. Ji saziyên navnetewî û saziyên ku mafên mirovan diparêzin re dibêjin,'Ev çekdar in û ketine cihê sivîlan.' Ji bo ku kes lêkolîn neke vê siyasetê dide meşandin. Kengî rastiya bûyeran xuya dibe PDK derewîn e. Di van demên dawî de di 12'ê mehê de aşkere bû ku dewleta tirk wesayiteke sivîl bombardûman kiriye û tê de sê hemwelatî ku bi eslê xwe xelkê Misûlê ne û karmend in şehîd bûne. Dema ku bombardûman çêbû rayedarên PDK'ê li ser hesabên civakî belav kirin ku di wê wesayitê de berpirsyarê PKK'ê hebûye. Ji bilî wê jî agahiyên ku bi rojane dikevin destê me, çekdarên PDK'ê mil bi milê leşkerên tirk li Zapê dimeşe. Îro PDK bûye perçeyeke esasî ya komkujiyan. Di nav bajaran de jî bi rêya îstîxbaratê dezgehên xwe yên parastinê bi temamî xistiye xîzmeta dewleta dagirker a tirk. Di nav baregehên parastinê de ofîsên MÎT'ê hene. MÎT dimîne û plansaziya xwe dike û di nava bajaran de êrişan pêk tîne. Piştî ku êrişên xwe pêk tînin MÎT direve baregehên PDK'ê û li wir tên parastin. Pişt re jî ber bi Hewlerê ve dişînin. Rewşeke wiha çêbûye. PDK ku hîzba siyasî ya Kurdistane ye li Başûr ketibû çeperê xiyanetê û piştgiriyê dida dagirkeriyê. Lê îro rasterast bi xwe bûye beşek ji dagirkeriyê."
 
'DIJMINATÎ BÛYE ERKA SEREKE YA PDK'Ê'
 
Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku xiyanet êdî bûye erka PDK'ê û got ku ji bo ku PKK êriş bike PDK li hincetan digere û got: "Îro mil bi milê leşkerê tirk li dijî gerilayên azadiyê şer dike. Bi rojan e bi zanyarî û tespîtên wan ê îstîxbaratî bejahî, mirovê sivîl û wesayitên sivîl tên bombardûmankirin. Tu caran li hemberî van êrîşan û qetilkirina hemwelatiyan dengê xwe dernexistine û sersaxî ji malbatan nexwestine. Heta niha yek carî jî ji dewleta tirk re negotine 'bes e.' Heta çend roj beriya niha jî rayedarên wan ê di asta herî jor de dibêje, 'dewleta tirk bi dronên xwe û balafirên xwe dikare sînorê parezgeha Silêmaniyê çekdar û berpirsên PKK'ê bombardûman bike û gelo dikarin li Şeladizê û Behdînan bombardûman bike?' dijmin jî wisa naaxive. Erdogan bi xwe jî wisa naaxive. Lê PDK diaxive. Ev gotin gotineke dijminatiyê ye. Gotineke ku xizmeta dijmin dike. Li vir xuya dibe ku PDK her tim navê kurd û Kurdistanê ji bo berjewendiya xwe yên aborî bi kar tîne û di rastiyê de dijmin e. PDK ji bo kurd dijmin e, ji bo Kurdistanê dijmin e. Heta ku PDK hebe dê tiştekî bi navê azadî, tifaqî û yekbûyinê çênebe. Li ku derê dengeke azad û daxwaziya azadiyê hebe, PDK wî bêdeng dike û li dijî wê disekine. Li Başûrê Kurdistanê tiştê ku dijmin nikare bike û ji destê dijmin nayê PDK temam dike. Mirov vê êdî wekî erka wan a sereke dibîne. PDK bi van kirinên xwe hincetekî digere ku carekî PKK bersivekî bide û ji wê re jî derfet çêbibe ku rasterast bi çekên xwe êriş bike. Niha li hinceteke wiha digere. Lê hêjayî gotinê ye ku PKK bi berpirsyarî û hestiyarî tevdigere. Dê tu carî nekeve nav vê siyaseta qirej ku tenê xizmeta dijmin û dagirkeran bike. Herî dawî di daxuyaniya birêz Karayilan de me dît û got,'nabe ku kurd bi kurdan re şer bike û ya girîng tifaqiya navbera gelê kurd e.' Ev siyaseteke netewî ye û xizmeta tevahiya welêt dike." 
 

Sernavên din

21/08/2023
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!