Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?

  • rojane
  • 16:09 18 Tebax 2023
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser biryara parastina lêzêdekirî ya ji bo îxtîmala îdiaya sûc û wiha got: “Gelo ev îxtîmale nû hate bîra we? Hûn dibêjin ‘sibeya vî karî jî heye.’ Ez wê fêm dikim. Lê hûn dê nekarin bi vê biryarê jî vî karî komî ser hev bikin.” 

Rûniştina dawî ya 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
 
Yuksekdag, Zeynep Karaman, Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
Tevî Alp Altinors, gelek girtiyên din û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Dadgehê, têkildarî lêkolînkirina rewşa girtî mafê axaftinê da dozger. Dozger jî mutalaa da û xwest rewşa girtî bidome. 
 
Ji bo rewşa girtî, mafê axaftinê dan Altinors. Altinors, êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Rojava bi bîr xist û wiha got: “Ji ber banga ku me xwest pêşî li ber komkujiyê bigirin, ev 3 sal in girtî ne. Ji ber vê twîtê, cezayê muebbeta giran tê xwestin. Dadgehê biryar da ku li dijî îxtîmala guherîna wesfa sûcê tê îdiakirin, parastina lêzêdekirî were kirin. Ev yek nîşan dide ku di vê dozê de guherîn çêdibin. Ji ber u em ji 302’yê tên darizandin û lewma girtî ne. Ji ber vê divê dadgeh ji bo rewşa girtî nirxandineke cuda bike. Ez ê beraet bikim lê we yekser serî li rêbaza cezakirinê da. 
 
BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XIST 
 
Dagdehê, di tu biryarên navberê de cih neda biryara DMME’yê ya derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de. We ji bo vê biryarê tiştek nekir û ez dixwazim hûn bi wê biryarê bikin. Dixwazim ev rewşa neheq û derhiqûqî bi dawî bibe. Ji ber biryara nû divê parastinên nû bên amadekirin. Lewma hewceye danişîn bên taloqkirin. “ Piştre jî girtî Îsmaîl Şengul parastina xwe kir û got ku ev 3 sal in girtî ye. Şengul, diyar kir ku pêvajoya lêpirsîn û teqîbatê dikeve sala 9’an û wiha derbirî: “Tevî ewqas demê jî têkildarî yekitî û yekparetiya welêt tu tiştek di dosyayê de nîne.”
 
ÇAWA TEV LI BÛ?
 
Siyasetmedar Ayşe Yagci jî li ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û ev tişt anî ziman: “Biryara dadgehê ya nû, destpêka pêvajoyeke nû ye. Em tam piştrast nînin ka ev biryar biryareke erênî ye yan neyîınî. Em di nava şertên giran de man û gelek hatin mexdûrkirin. Divê di dema lêkolînkirina rewşa girtîmayînê de ev rewş li ber çavan bê girtin. Bi tu awayî bi zelalî nehat nîşandan bê ka ez çawa tev li Bûyerên Kobanê bûme. Demekî dirêj a lêpirsîn û teqîbatê heye. Tevî vê yekê jî tiştek bi dest nexistin. Ez dixwazim wisa fêm bikim ku dadgeha we jî di vê mijarê de zelal bûye. Ev 3 sal in vala vala di hundir de ne. Dozger hinceta ‘gumana revê’ nîşan dide. Dema ez li derve jî ji ber dozeke din min îmze diavêt. Min jî hemû îmze avêtin. Hûn min berdin jî dê dev ji vî welatî bernedim. 
 
MAFÊ AZADIYÊ 
 
Siyasetmedara girtî Dîlek Yagli jî bertek nîşanî daxwaza dozger a têkildarî lêkolîna rewşa girtîmayînê da û wiha got: “Endamtiya min a MYK’a HDP’ê weke sû nîşan daye. Ev sûc nîne. Tevî vê jî nayêm berdan. Mafê me yê azadiyê tê binpêkirin û ez jî li dijî wê derdikevim.”
 
DARAZA VEGUHERIYE MAKÎNEYÊ
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî got ku li pêşberî wê eywaneke vala heye, şêweyê tevgera wê her ku diçe diguhere û wiha got: “Lêkolîna rewşa girtî qonaxeke girîng e. Lê êviya kesekî nema ye. Kesên rewşê dizanin ku biryarên we di berîka we de ne. Biryarên şandeya dadgehê bêencam dimînin. Li ser fermanê we bi israr xwest vê dozê zû bidawî bikin lewma her ku çû naveroka wê bêhtir vala bû. We bi tiştên naveroka wê vala tije kiriye. Jixwe tu naverokeke wê ya hiqûqî nîne. We bi biryara xwe ya navberê naveroka wê xera kir. Hûn dixwazin me mehkûmî pergaleke darazê ya veguheriye makîneyê bikin. Biryarên we yên sînorkirina demê, rewşa girtîmayînê veguheriye îşkence û zilmê. Di her kêliya jiyana xwe de em vê îşkenceyê dijîn. 
 
ALAVA ÎŞKENCEYÊ
 
Gultan Kişanak niha li dijî nexweşiyên xwe têdikoşe. Biryarên we weke êrişên li dijî jiyana me bandorê li me dikin. Dibe ku hûn pir teknîkî bijîn. Hûn mirovan ji mafê azadiyê bêpar dihêlin û mafê jiyanê xesp dikin. Kişanak, gelek xizmên xwe winda kir. Herî dawî çû cenazeyê xwişka xwe û di vegerê de hate îşkencekirin. Ev yek, encama biryarên we ye. Îktîdara siyasî me weke hevrikê xwe dibîne û hewl dide hesabê bipirse. We jî weke amûrekî îşkenceyê bi kar tîne. Îktîdar, hêzên ewlekariyê jî li dijî me weke amûra îşkenceyê bi kar tîne. Em jî ji bo rûmeta mirovahiyê, li dijî îşkenceyê têdikoşin. 
 
ALIYEKÊ ERÊNÎ YÊ PARASTINÊN ZÊDEK NÎNE!
 
Kişanak, rêya rojekê 4 rojan derbas kmir. Di wesayîtên rîngê, di hucreyên yekkesî de hate ragirtin, dermanên wê nehatin dayîn û hate îşkencekirin. Ev jî encama biryarên we yên navberê ne. Di her biryara we ya rewşa girtîmayînê de ev zilm û îşkence didome. Em qala mafê jiyanê dikin. Gelek siysetmedar û girtî li girtîgehan hatin qetilkirin. Hûn ji hêla îdeolojîk ve dilxwazên vî karî ne. Ev, doza tundiya siyasî û cînayetê ye. Yek ji biryarên balkêş ên we herî dawî dayîn jî biryara parastina lêzêdekirî e. Gelo nû hate bîra we? Min hiqûq nexwendiye lê 24 saetan bi vî karî mijûl im. Lê her welatî dizane ku dibe wesfê sûc biguhere. Ma piştî 2 sal û nîvan hate bîra we? Anku hûn dibêjin ‘sibeya vî karî jî heye.’ Ez we fêm dikim. Lê ev kar bi vê biryarê komî ser hev nabe. 
 
BERTEK NÎŞAN DA
 
Di nêrîna we de em ‘kujer’ in. Ji destpêkê heta niha hûn me di vê çarçoveyê de didarizînin. We alî girt. Dozger ji xwe wisa dibêje û we jî mutalaaya wî parast. Hûn û dozger weke dijminên me tevdigerin. Piştî du sal û nîvan ji ber îxtîmala guherîna wesfa sûc mafê parastina lêzêdekirî hatiye dayîn. We mafê me yê jêpirsînê xesp kir. Aliyekî erênî yê biryara parastina lêzêdekirî nîne. Bi aleyha me tê bikaranîn. Bi parastina derheqê esasê de kirine yek û ev jî vê nîşan dide. 
 
FERMANEK HEYE 
 
Ji ber Temel israr û înada we li gorî min aliyekî erênî bo me nîne. We ji bo parastinê dema pêwîst neda û ev yek wisa dibêje. Derheqê me de yek delîleke şênber nekete dosyayê lê daxwazên me hatin paşguhkirin. Gelo bi rastî jî ev yek we aciz nake? Gelek biryarên navberê yên ecêb hene. Weke mînak; me xwest nîşeya emniyetê bila were lêkolînkirin lê we red kir. Fermanek, giştînameyek heye. 
 
DARBEYA DARAZÊ
 
Hemû peymanên navneteweyî dibêjin ku divê dosya vekirî bin, sûc zelal be û delîl şênber bin. Divê şahid jî eşkere bin. Dozeke rewa wiha dikare bê destpêkirin. Dibêjin ku heke doz wisa nebe û tevlihev be, wê demê negirtî bidarizîne. Lê hûn ji destpêkê heta niha vê rastiyê binpê dikin. Hûn li gorî Destûra Bingehîn tevnagerin. Heta niha bi darbeyan Destûra Bingehîn dihat binpêkirin lê niha meqamên darazê wisa dikin. 
 
ÇOYÊ ÎKTÎDARA SIYASÎ LI SER SERÊ WE YE
 
Hinek sazî dixwazin tev li dozê bibin. Ev siyasetmedar ji hêla Erdogan, Bahçelî û berdevkên wan ve hatin ferzkirin. Erdogan dibêje; ‘hêj Doza Kobanê heye, dê ceza lê were birîn.’ Anku li ser navê we biryar da. Îktîdara siyasî mudaxileyî vê dosyayê kir. Çoyê îktîdara siyasî li ser serê we ye. Dibêje; ‘cezayê herî giran bidin.’ Daxwaznameya Diyanetê jî tam rezalet e. Em ji ber vegotina fikra xwe 7 sal in di girtîgehê de ne lê hûn kesên ji me re dibêjin kujer, dijminên din û hwd. diparêzin. Li ser fermana siyasî xwestin tev li dozê bibin.  Hûn niha dozeke krîtîk û dîrokî birêve dibin. Gotinên di daxwaznameyê de dibe ku berê civakê bide hev. Em girtî ne, êrişî me dike û dixwaze tiştekî bi dest bixe. Em ê ji hêla siyasî û hiqûqî ve hesaba vê daxwaznameyê ji wan bipirsin. 
 
HEVALÊN ME BERDIN
 
Ez dixwazim hûn êdî dawî li vê rewşa girtî ya veguheriye îşkenceyê bînin. Ev doz li ser Hevserokên Giştî yên HDP’ê tê domandin. Karê we bi min û Demîrtaş re ye. Em amade ne ku vê hesabê heta dawiyê bidomînin. Em ji bo bedelên wê amade ne. Em dixwazin hevalên me bên berdan.” 
 
‘ÇI SÛCÊ ME HEYE?’
 
Siyasetmedar Pervîn Oduncu jî wiha got: “Gavek berê di mutalaayê de digot ‘sûcên kirine.’ Gelo ka hûn ji min re nabêjin bê ka me çi sûc kirine? Heke siyaset sûc be, kurdbûna me sûc be, jinbûna me û femînîstbûna me sûc be, erê rast e wê demê em sûcdar in. Xuyaye ku biryarên we di berîka we de ne. Hemû dinya dizane ku em bi adilane nayên darizandin.” Zeynep Karaman jî têkildarî rewşa girtîmayînê axivî û xwest ev rewş bi dawî bibe. 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û bi hinceta "gumana revê û sûcdariyê" biryara berdewamkirina girtinê da. 
 
Danişîn dê di 21'ê Tebaxê de bidome. 

Sernavên din

21/08/2023
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!