Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye

  • rojane
  • 15:57 18 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan a 6 mehî ya derbarê 19 girtîgehên Herêma Marmarayê de eşkere kir û destnîşan kir ku rewşa giştî ya li girtîgehan bi rewşa tecrîdkirina giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûnqasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirinên mafên girtiyan a 6 mehî ya li 19 girtîgehên Herêma Marmarayê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî parve kir. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin û parêzerên endamên OHD’ê, Hevserokên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MA TUHAYDER) beşdarî civînê bûn. Ji endamên Komîsyona Girtîgehê Zelal Aydogan daxuyanî da. 
 
REWŞA TECRÎDA GIRANKIRΠ
 
Aydogan da zanîn ku desthilatdarî di salên dawî de zextên zêde li ser hemû beşên muxalîf ên civakê dike û sedema bingehîn a van geşedanan girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin e. 
 
Aydogan anî ziman ku ji 7’ê Tebaxa 2019’an vir ve Abdullah Ocalan bi nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û 29 meh in tu agahî jê nayê wergirtin û got: “Sepana vê tedrîda navborî li hemû girtîgehan xwe nîşan dide û tê sepandin.” 
 
Aydogan anî ziman ku di serdanên li girtîgehên Herêma Marmarayê de jî tê xuyakirin ku tecrîda girankirî li ser girtiyan tê kirin û got: "Divê dewlet ji bo pêşîgirtina li îşkenceya li girtîgehan tedbîrên pêwîst bigirin. Dewletê çawa peymanên ku îşkenceyê qedexe kiriye, li ber çavan bigire û dawî li sepanên îşkenceyê bîne. Dewlet neçar e ku pêşî li îşkenceyê û binpêkirinên din ên mafên mirovan bigire.” 
 
‘CIHÊKARIYÊ LI DIJÎ KURDÎ DIDOME’ 
 
Aydogan destnîşan kir ku qada faliyeta hevpar a girtiyan û hemû weşanên ku girtî ji derve agahdar bibin tên astengkirin û tê xwestin girtî bi tenê bimînin û rêveberên girtîgehan bi van sepanên xwe adeta muameleya dij mirovî didin nîşandan. Aydogan anî ziman ku li girtîgehan polîtîkaya cihêkariya li dijî kurdî di dewrê de ye û got: “Ev yek li dijî hiqûqê ye. Hem di hiqûqa navnetewî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de cihêkariya li dijî ziman hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê ev astengî binpêkirina Qedexeya Cihêkariyê ye. Divê demidlest dawî li van binpêkirinan bê anîn.” 
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Aydogan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene, bi sedan ji wan nexweşên giran in. Dewlet mecbûr e ku hewcedariyên bingehîn ên girtiyan ên wekî xwarin, lênêrîn û xizmetên tenduristiyê peyda bike. Divê girtî ji ber rewşa xwe ya qanûnî bêyî ku bi cihêkariyê re rû bi rû bimînin, ji xizmetên tenduristiyê yên li welêt sûd werbigirin û bi heman awayî ji hemû saziyên tenduristiyê, tibî, cerahî û derûnî yên ku di pergala tenduristiyê ya giştî de hene, sûd werbigirin.” 
 
‘TALOQKIRINA CEZAYAN KÊFÎ YE’ 
 
Aydogan diyar kir ku bi taloqkirina înfaza girtiyan re rê li ber berdana girtiyan tê girtin û ew nikarin ji mafên xwe yên berdanê sûdê werbigirin û got: “Taloqkirina cezayê girtiyan temamî bi awayekî kêfî pêk tê. Girtî ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Mafên bingehîn û azadiya girtiyan tên binpêkirin.” 
 
BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Hevserokê MA TUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol  jî axivî û bi bîr xist ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin gelek serlêdan bo komeleya wan hene. Erol destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. 
 
GIRTÎGEHÊN KU BINPÊKIRINÊN MAFAN LÊ DIQEWIMIN 
 
Rapora ku hatiye amadekirin aîdê van girtîgehên Herêma Marmarayê ye: Girtîgeha Edirne ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind, Girtîgeha Edîrne ya Jinan, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an a Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa T, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 2’yan a Tîpa L, Girtîgeha Marmara ya Jimara 3’yan a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 5’an a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Jimara 7’an a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê ya Sergirtî, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 1’an a Tîpa L, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F a Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 2’yan a Tîpa F a Ewlekariya Bilind Girtîgeha Umraniyeyê ya Tîpa T, Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T û Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê. 
 
Li van girtîgehan her cure mafên girtiyan tên binpêkirin û astengkirin. Ji xwarinê û vexwarinê bigire heta mafê tenduristiyê gelek mafên wan hatine desteserkirin. 
 
Rapor a 6 mehan e. Rapor ji serdana bi girtiyan a parêzeran, ragihandina malbatan û girtiyan û serlêdanên wan hatiye amadekirin. 
 

Sernavên din

21/08/2023
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!