Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake

  • rojane
  • 16:14 14 Tebax 2023
  • |
img
 
ENQERE - Malbata Şenyaşar ji Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve meşiya. Lê bi hinceta “wezîr tune ye” nehiştin malbat bikeve avahiya wezaretê. Ferît Şenyaşar li pêşiya avahiyê daxuyanî da û got ku Wezîrê Dadê neçare ku bêedaletiya heyî ji holê rake. 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobet îro di roja 21’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li kursiya biteker hatibû cihê çalakiyê. Malbatê, di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Edalet” vekir û ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê heta pêşiya Wezareta Dadê meş li dar xist. Lê belê bi hinceta “wezîr tune ye”, îro jî nehiştin malbat bikeve avahiya wezaretê. 
 
LI PÊŞIYA WEZARETÊ DAXUYANÎ DA 
 
Li dijî mudaxileya komên polîsan, Malbata Şenyaşar li pêşiya Wezareta Dadê sekinî û cara ewil li vir daxuyanî da. Ferît Şenyaşar li vir axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê bi biryardarî didome. Li pişt me nivîsa Wezareta Dadê heye. Li pêşiya wezaretê jî dayikeke heye ku dilore û bi nivîsa edaletê daxwaza edaletê dike. Her cara ku em tên pêşiya Wezareta Dadê, dibêjin ‘wezîr tune ye’, ‘wezîr di civînê de ye’ yan jî ‘wezîr li derveyî bajar e.’ Bi vî awayî tu bersivan nadin me. Bersiva pirsa gelo li Tirkiyeyê edalet heye yan na, li vê derê ye. Tevahiya Tirkiyeyê dayikê temaşe dike. Tevahiya cîhanê ev  qêrîn bihîst. Lê mixabin yên ku bi bicihanîna edaletê berpirsyar, mîna li Rihayê li vir jî Wezîrê Dadê ji me direve. Peywira wezîrê dadê ew e ku edaletê pêk bîne. Daxwaza me ne ew e ku mudaxileyî darazê bikin, em dixwazin ku bila mudaxileya li ser darazê bê rakirin.” 
 
EMÎNE ŞENYAŞAR: VÊ ZILMÊ MALBATA MIN TUNE KIR
 
Emîne Şenyaşar jî xwest ku kujerên hevjîn û du kurên wê bên darizandin û kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan. Şenyaşar, bi pankarta edaletê û li ser kursiya biteker zêmarên kurdî got û ev tişt anî ziman: “Vê zilmê malbata min tune kir. We malbata min tune kir, kurê min berdin. Destê vê dewletê ji bo zilmê ranabe.” 
 

Sernavên din

14/08/2023
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin